Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê pêşengaha 4’ê Nîsanê hat vekirin

Li Wargeha penaberan a Mexmûrê Festîvala Çand û Werzîş ya 16. ya 4’ê Nîsanê, Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi vekirina pêşengeha hunerî hat destpêkirin.

Li Wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Festîvala Çand û Werzîş ya 16. ya 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi vekirina pêşengeha hunerî hate destpêkirin.

Salona Konferansê bi wêne, tablo, maket, helbest, dariştinên xwendevanên wargehê û wêneyên wargehê hat xemilandin.

Vekirina pêşengehê bi amade bûna gel û xwendevanan bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cagoriyên azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Endama Atolyeya Şehîd Delîla Şîrîn Kara axivî:

Şîrîn Kara di destpêka axaftina xwe de rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Rêber Apo, gerîlayên Azadiyê û gelê Kurd pîroz kir û got: “Gelê Kurd 4’ê Nîsanê wek roja vejîna xwe dibîne û bi wê hest û keyfxweşiyê pîroz dike. Em ji wek gelê Mexmûrê ev 16 salin di heman çarçoveyê de bi amade kirina festîvala Çand û Werzîş û pêşandana hunerê zarok û ciwanên vê wargehê vê rojê pîroz dikin. Ev sê salin tecrîd li ser Rêber Apo heye û em ti agahiyê jê nagirin. Lê ev tecrîd wê nebe astengek ji bo girêdana me û Rêberê me.”

Piştî axaftinê dayîkên şehîdan qirdêle birîn û vekirina pêşengehê hat kirin. Wê pêşengeha heta roja 4’ê Nîsanê ji bo temaşe kirinê vekirî be.

Yorum Gönder

0 Yorumlar