Ticker

10/recent/ticker-posts

Xelkê Mexmûrê piştgirî da berxwedana xelkê Wanê

Xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya bi gelê Wanê diyar kirin û nenaskirina îradeya gel ya ji aliyê rejima AKP-MHP’ê ve bi tundî hat şermezar kirin.


Xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya bi xelkê Wanê re nîşan da û nenaskirina îradeya gel ya ji aliyê rejîma faşîst û qirker ya AKP-MHP’ê ve hat şermezar kirin.

Daxuyanî bi amadebûna gel ya li Saziya Ciwanan a Mexmûrê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Azadiya Kurdistanên destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê gelê wargehê Hevserokê Şaredariya Mexmûrê Bedran Pîranî axivî.

Bedran Pîranî di axiftina xwe de balkişand li ser înkara dewleta Tirk ya li hemberî destkeftî û îradeya  gelê Kurd dide diyar kirin û wiha got: “Ji bo DEM Partî di hilbijartina de bibin bikeve tişta ji destê wan hat kirin. Ruxmê hemû kiryarên qirêj yên rejîma AKP’ê jî gelê Kurd bi îradeyek mezin çû ser sindoqan û dengê xwe da xwe. Niha jî ji bo şaredariyên hatî bi destxistin dixwaze sîstema xwe ya qeyûmê bixe dewrê. Di vê hilbijartinê de derbeyek mezin li rejîma AKP’ê ya desthilatdar hatiye xistin. Ji bo ku vê windahiya xwe veşêre êrişî şaredariyên bi îradeya gel hatine bidestxistin, dike. Em bang li gelê xwe dikin û çawa ku li ser sindoqan îradeya xwe parastine, pêwîste niha jî li hemberî sîstema qeyûm danînê jî îradeya xwe bi parêzin û xwedî li şaredariyên xwe derbikevin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ di dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar