Dayîkên Mexmûrê 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin û gotin: “Giştî serokên cîhanê xwe bidin hev wê nekaribin wek Rêbertiya me bi qasî heftiyekê li ber xwe bidin. Lê Rêbertiya me ev 26 salin di zindanê de li ber xwe dide.”
Jiyan
Pîran
Dayîkên Wargeha
Penaberan a Mexmûrê bi boneya nêzbûna 4’ê Nîsanê re ango rojbûna Rêberê Gelê
Kurd Abdullah Ocalan, ji rojnameya me re axivîn û gotin ku wê bi têkoşîna xwe
azadiya fîzîk ya Rêber Apo teqez bikin.
‘Têkoşîna wekheviya zayendî daye destpê kirin’
Qumrî Tunç
di destpêka axaftina xwe de rojbûna Rêber Apo pîroz kir û wiha got: “Ez 75
saliya Rêbertî li Rêbertiya xwe pîroz dikim. Em bi hêvî ne wê îsal bibe sala
azadiya Rêbertî û gelê Kurd. Rêbertiya me di zarokatiya xwe de têkoşîna
wekheviya zayendî daye destpê kirin. Her wiha Rêbertiya me jin û mêr dan kêleka
hev û got emê bi hev re vê têkoşînê serbixin. Rêbertiya me ji hevalatiya rast
hes dike û ji bo wê têkoşîn dike. Li ser vî bingehî aştî, biratî û hevaltiya
rast dixwaze. Ferqa ti mirovan ji hev nîne, ji bo wê divê kes li ser kesê zilmê
neke. Giştî serokên cîhanê xwe bidin hev wê nekaribin wek Rêbertiya me bi qasî heftiyekê
li ber xwe bidin. Lê Rêbertiya em ev 26 salin di zindanê de li ber xwe dide. Tiştek
nemaye ku bi serê Rêbertiya me û gelê me ne anîn, lê hîn jî Rêbertiya me li ber
xwe dide. Ji bo wê teqez wê serkeftin ya me be. Emê heta dawiyê li ber xwe bidin.
Meşa di Sibatê de destpêkirî û pîrozbahiyên herî dawî yên li Bakurê Kurdistanê
tên pêkanîn, nîşaneya serkeftina gelê Kurd dide diyar kirin. Cîhan jî coşa me
dibîne. Azadiya Rêbertiya me û azadiya gelê me bi hev re pêkane.”
‘Tişta bikeve ser milê me jinan, em bikin’
Zelîxa
Gungen jî 4’ê Nîsanê li Rêber Apo, gerîlayên serê çiya, girtiyên zindana û li
gelê walatparêz pîroz kir û wiha pêde çû: “Ti Rêbertî mîna Rêbertiya me
derneketiye ser rûyê cîhanê ku maf bide jinê û jin bike xwedî têkoşîn. Ti
dewlet nikare hêza Rêbertî dayî jinê bişkînin. Heta hêza me hebe emê li pey
şehîd û şervanên xwe bin. Tişta bikeve ser milê me jinan, ji bo azadiya Rêbertî
û zarokên xwe em amade ne bikin. Pêwîste jin bi şev û roj ji bo azadiya vî
Rêbertiya pîroz di nava xebatê de bin. Ji ber ku yên maf û heq dayî jinê,
Rêbertiya me ye. Çi çalakiya were kirin pêwîste jin beşdarbûna xwe tê de çêbike
û têkoşînê bilintir bikin daku em azadiya Rêbetiya xwe ya fîzîkî pêkbînîn. Heta
em azadiya fîzîk ya Rêbertiya xwe mîsoger nekin, em na rewestîn.”
0 Yorumlar