Dîsa plan û projeyên dagirkeriyê ku bi salan e di meriyetê de ne û bi ser nakevin, berdewamin. Hêza xiyanetar ku em wek kerê mayênan lê dikin, di demên pêş de ango ber bi biharê ve wê carek din, bi kurtanên xwe yên cuda li ser kar bin.
Dewleta
Tirk a dagirker û xwînmij, bi salan e ji bo ku Kurdistanê dagir bike û bi
taybet jî Başûrê Kurdistanê bixe di bin kontrola xwe de û bi wê yekê re plana
xwe ya Mîsak-ı Millî bi ser bixe, bi her cureyan, êrişên xwe berdewam dikin.
Dewleta dagiker jî dizane, tenê astengiya li hember wan Tevgera Azadî ango
parazvanên Kurdistanê PKK ye. Çawa ku faktor û rolê PKK’ê bi zelalî di vî şerê
man û nemanê de tê zanîn, bi heman şêwayî rolê PDK’ê jî zelale û tê zanîn.
Tişta ku PDK dike, xiyanet jî derbaz kiriye û êdî raste rast dijmintiya gelê
Kurd dike. Ji şehîdxistina gerîlayên Xelîfanê bigire heta êrişên wan ên li
Amediyê ku li dijî seyareyên gerîlayan, ji sîxurtiya wan bigire heta baregeh ji
dagirkeran re çêkirine. Mirov bi rojan jî binivîse dawî lê naye. Divê em
bizanin ku PDK çima vê dijmintiyê li gelê Kurd dike û hevkariya dagirkeran
dike. Divê em baş bizanin, PDK dizane ku dawiya hikumdariya wî hatiye û êdî
gelê Kurd ên Başûrê Kurdistanê bawerî bi wan nayne. PDK dizane, ger Kurd bibin
yek wê binemala Barzaniyan ji holê rabe û saltanatiya wan bihilweşe. Lewma ti
caran beşdarî xebatên yekîtiya Kurdan nabin û her cure astengiyan çêdikin.
Di van
demên dawî de trafîkek ya hevdîtinan çêdibe û bi dehan hevdîtinên hatî zanîn û
veşartî yên binemala Barzaniyan û rayedarên Iraqê bi dewleta Tirk a dagirker re
çêdibin. Dewleta Tirk a dagirker li Iraq û Herêma Kurdistanê gelek civîn
pêkanîn. Li gel serdana Musteşarê MÎT’ê Îbrahîm Kalin, Wezîrê Karên Derve yê
hikûmeta şer a AKP-MHP’ê Hakan Fîdan û Wezîrê Parastinê Yaşar Guler ên ji bo
Iraq û Herêma Kurdistanê, Serokê Giştî yê Heşd El Şeebî Falih Feyyad jî serdana
Enqereyê kir. Naveroka hemû hevdîtinan jî, şerê li dijî Tevgera Azadiyê bû. Di
dema Nêçîrvan Barzanî li Tirkiyeyê bû, dewleta Tirk êrişî Rojava û Başûrê
Kurdistanê dikir. Li Silêmanî, Kelar û Şengalê bi Balafirên bê mirov û sîxurên
ser erd, êrişên xwe dan berdewam kirin. Ev êriş eynika hevdîtinan bû. Wêneyên
ku heman rojê hatine kişandin û rûkeniya Nêçîrvan Barzanî, nîşaneya plan û
konseptên nû ne. Diyare, dewleta Tirk amadekariyan dike ku di biharê de dest bi
operasyonek nû ya dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê bike. Ev yek ji aliyê
rêxistinê ve jî wisa tê nirxandin. Ji bo pêkanîna vê plana xwe ya li dijî gelê
Kurd, di demên dawî de berpirsên payebilind ên dewleta Tirk a dagirker serdana
Bexdayê û Hewlêrê kirin. Divê em bizanin ku ev hevdîtin neyê xêrê ne û di
aliyekî de jî divê em bizanin ku dewleta Tirk nekarî xwe li Herêmên Parastina
Medyayê bigire û têkçûna xwe îlan kir. Lewma îro xwe davêje li ber lingên Iraq
û YNK’ê. Dixwazin hikûmeta Iraqê, PDK û YNK’ê jî tevlî nava plana xwe ya nû
bikin. Ji bo ku dewleta Iraqê beşdarî vê plana nû bikin jî, gelek zextan
pêktînin û her rêyan diceribînin. Her wiha êriş û zextên li ser herêmên YNK’ê
jî gefên dewleta Tirk û çavtirsandinek e. PDK jixwe hewceyî îknakirinê nake,
bixwe xwediyê plan û projeyê ye.
Planek nû
eşkere bû ku PDK bi awayekî aktîf li gel dagirkeran li dijî Başûrê Kurdistanê û
Rojava, planeke qirêj a nû û hewldanên meşrûkirina dagirkeriyê zêde kiriye. PDK
di çarçoveya senaryoyeke nû de bi fermana MÎT’ê bi ala Iraqê û bi navê
nobedarên sînor ên hêzên Hêza 80’an ku ti Ereb têde nebûn hêz şandin Herêmên
Parastinê yên Medyayê. Diyar bû ku PDK’ê beriya niha hêzên xwe yên taybet
Zêrewan, Gulan û çeteyên Roj li hemû cihên ku dewleta Tirk a dagirker nikarîbûn
bikevinê bi cih kiribûn. Vê carê jî Hêza 80’emîn ku 58 hezar pêşmerge di nav de
ne, di çarçoveya plana ku bi hilberîna MÎT’ê re çêkirine, di bin ala Iraqê de û
li ser navê nobedarên sînor şandin Herêmên Parastinê yên Medyayê. Ev yek jî
nîşane û sînyalên operasyona biharê ye. PDK bi her cure derfetên îstîxbaratî,
lojîstîk, ewlekarî, stargeh û veguhestinê dide dewleta Tirk a dagirker di vê
planê de jî tevlî şer dibe. MÎT, CIA û MOSSAD li her cihê kardikin û bi
Parastinê re ango îstîxabarata PDK’ê re xebat didin meşandin. Îran van rûdanan
li hember stratejiya xwe ya Hîlala Şîa nerênî dibîne. Eşkere ye ku Îran
bihêzbûna DYA, dewleta Tirk a dagirker û Îsraîl li Iraqê bi piştgiriya PDK’ê ji
bo berjewendiyên xwe weke xeterî dibîne. Plan û konseptên nû di biharê de
destpêdikin û ji niha ve amadekarî tên kirin. Kêm jî be bersivek nerênî ji
aliyê Iraq û YNK’ê ve hate dayîna Tirkiyeyê, lê divê mirov bizane ku ev der
Rojhilata Navîne û tevahî siyaseta cîhanê li vir tê meşandin. Bersiva Bafil
Telebanî, bersivek di cih de bû û nîşaneya yekîtiyê bû. Jixwe ger mirov baş
temaşe bike, wê mirov ji êrişên li ser Herêma YNK’ê bizane ku dewleta Tirk
tişta ku dixwest ji YNK’ê negirt. Dest vala vegeriya. Lê ev helwest ne ya
kesekî bû, ev helwest ya gelê Başûrê Kurdistanê bû. Lê mixabin di vê operasyona
nû de dîsa rolê herî zêde dikeve li ser milê Kerê Mayînan ango PDK’ê.
Bi
mizgîniya Newrozê ya Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan re, sedema
liv û tevgera dewleta Tirk ya ji bo Bexda û Hewlêrê diyar bû.
Fermandariya
Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi daxuyaniyekê got; “Gerîlayên Azadiya
Kurdistanê derfet peyda kiriye ku balafirên bê mirov û bi çek (SÎHA) yên
dewleta Tirk ku her roj bi wan suîkast û komkujiyan pêk tînin, bînin xarê.
Hêzên me bi giştî 15 SİHA anîne xwarê.”
Piştî vê
mizgîniyê derket holê ku dewleta Tirk êdî ne ji hewa ne jî ji erdê ve nikare
xwe li ber berxwedana gerîlayên azadiyê rabigre. Li gorî agahiyan, ji ber ku
dewleta Tirk gihiştiye wê rastiyê ku êdî bi balafirên bê mirov jî nikare tiştek
bike, lewma dixwaze Iraqê raste rast bixe nava şerê dijî tevgera azadiya
Kurdistanê.
Her wiha
tê gotin dewleta Tirk vê carê dixwaze li aliyê herêma Silêmaniyê jî weke Herêma
Behdînanê xwe bicih bike, hêdî hêdî baregehên leşkerî bide avakirin. Ji bo vê
jî di nava hemû hewldanan de ye, rojane gefan li YNK’ê dixwe û dixwaze YNK jî
weke PDK’ê piştgiriyê bide dagirkirina Başûrê Kurdistanê. Hevserokê Konseya
Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayîk di peyama xwe ya ji bo Newroza Qendîlê, balkişand
ser serdana rayedarên dewleta Tirk ya ji bo Iraqê û got; “NATO alîkariya
Tirkiyeyê kir, lê têrê nekir, mala Barzanî alîkarî da têr nekir, ji bo vê jî
niha bi Iraqê re hinek planan dimeşînin û li ser hinek xalan tifaqê dikin.
Dewleta Tirk ji bo vê jî zextê li Iraqê dike, zextên ku dewleta Tirk û mala
Barzanî li Iraqê dike, hinek encam digirin û hinek jî nagirin. Ev jî dide
diyarkirin ku wê dema pêş, şerek mezin bê jiyankirin.” Wê di demên pêş de zelal
bibe ka ew mayîn bi kerê ve biteqe an jî xwediyê wî kerî ve biteqe.
Armanc
Herekol
0 Yorumlar