Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê Festîvala 4’ê Nîsanê di roja 2’yemîn de didome

 Li Wargeha Mexmûrê 16. Festîvala Çand û Werzîşe ya 4’ê Nîsanê ya bi boneya Rojbûna Rêber Ocalan di roja 2’yemîn de bi pêşbaziyên werzîş berdewam dike.


Li Wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 16. Festîvala Çand û Werzîş ya 4’ê Nîsanê ya bi boneya Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di roja 2’emîn de bi pêşbaziyên wezîş û coşek mezin berdewam dike.

Îro danê siharê pêşbaziyên werzîş li sahaya beramberî parka Şehîd Aryen Cûdî bi amadebûna gel û xwedevana bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya destpê kir.

Xwedevanên dibistanên sertayî, navîn û amadeyî yên ku ev demek dirêjin ji bo van pêşbaziyê amadekariyên xwe dikin, dest bi pêşbirkê kirin. Pêşbirkên wek beza marton, beza 100 metrî, 400 metrî, bilind avêtin, dirêj avêtin û gule avêtin hatin kirin.

Li heman cihî xwendevanê keç û kur yên ku di pêşbaziyan de pilegirtî hatin xelat kirin.

Hêjayî gotinê ye wê festîval sibe bi şahiyek mezin berdewam bike.

Yorum Gönder

0 Yorumlar