Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê Hilbijartina Şaredariyê destpê kir

 Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê di demjimêrên sibehê de li heşt navendan hilbijartina ji bo şaredariyê hat destpêkirin. Di vê hilbijartinê de bîst encûmen û çar hevşaredar ketine pêşbirkê.


Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) di demjimêrên sibehê de li heşt navendan hilbijartin hat destpêkirin. Di vê hilbijartinê de bîst encûmen û çar hevşaredar ketine pêşbirkê. Wê dû hevşaredar û heft encûmen werin hilbijartin.

Di van kêliyan de jî xelkê wargehê bi kelecanek mezin diherikin ser sindoqan. Hilbijartin di demjimêr 08:00’ê sibehê  de destpêkir û wê heta demjimêr 17:00’an bidome. Her wiha piştî ku deng dayîn qediya wê encamên hevşaredar û encûmenan were eşkere kirin.

Hêjayî gotinê ye ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê her dû salan carekê hilbijartinên şaredariyê tê kirin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar