Ticker

10/recent/ticker-posts

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê di roja 269’an de didome

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya nobetê ya ku di 20’ê Tirmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Ocalan hatiye destpêkirin, di roja 263’an de bi biryardariyek xurt berdewam dike.


Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya nobetê ya ku di 20’ê Tirmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Ocalan hatiye destpêkirin, di roja 269’an de bi biryardariyek xurt berdewam dike.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya nobetê ya ku di 20’ê Tirmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di roja 269’an de bi koma 54’an biryardariyek xurt berdewam dike.

Merasîma dewrgirtinê li Saziya Ciwanan bi kombûna gel û çalakvanan bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 53’an Sîpan Yeman axivî.

Sîpan Yeman di destpêka axaftinên xwe de balkişand li ser wate û girîngiya meha Nîsanê û wiha peyîvî: “Di vê meha Nîsanê de Rêber Apo ji dayî bûye û di vê mehê de gelê Kurd ji nû ve jiyan dîtiye û bûye rêwiyên hebûnê. Ji ber ku yê ku jiyan dayî me, yê ku gelê Kurd û bi taybet ciwan û jinên ciwan kirî xwedî nasname û îrade, Rêber Apo ye. Dema em niha jî temaşe dikin em dibînin ev ji sê salan zêdetire tecrîdek pir giran li ser Rêbertî tê meşandin, bi ti şêweyî bi Rêbetî re hevdîtin nayên pêkanîn, ev cihê gumanê ye. Eger em di pêvajoyek bi vî awayî de em ji Rêbertiya xwe bê xeberin, destpêkê em wek ciwan û jinên ciwan rexnedayîna vê yekê didin. Ji bo em bikaribin bi Rêbetiya xwe re jiyan bikin, ji bo em bikaribin vê tecrîda ku li ser Rêbertiya xwe heyî bişkênin, pêwîstiya me hîn zêdetir bi têkoşînê û bi girêdanbûna bi fikir û felsefeya Rêbertî heye û xwe di Komfederalîzma bi fikir û felsefeya Rêbertî de xwe kûrkirine. Ji ber vê yekê ji bo ku em bikaribin tecrîdê bişkênin û faşîzmê hilweşînin erk û mîsyona herî girîng dikeve li ser milê gelê Kurd, bi taybet li ser milê jin û ciwanên Kurd.

Em di vê mehê de dayîka Uveyş, dayîka ku em dibêjin dayîka rojê em bibîrtînin û em carek din girêdanbûna xwe ya bi Rêbertî, xeta şehîdan û gerîlayên xwe re didin diyar kirin. Em dibêjin heta ku em hebin, heta ku dayîk û bavên Kurd hebin, emê her tim ji bo parastina Rêbertiya xwe û nirxên xwe yên herî pîroz têkoşîna xwe bilidtir bikin.”

Çalakiya nobetê bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Ciwan fedayî Rêber Apo ne’ dewrî koma 54’emîn kir.

Yorum Gönder

0 Yorumlar