Ticker

10/recent/ticker-posts

BI HESRETA AXA XWE JIYAN DIKIN

 

Dayîka Asya Bayar ya ku 59 salî ye diyar kir ku jiyana wan ya penabertiyên bi êşên mezin derbaz bû û  wiha got: “Em 9 roj û 9 şevan di rê de man. Bi şev û roj em bi lingan dihatin. Em 22 malbat bûn, roja em gihiştin ser sînor dewleta Tirk êrişî me kir, her yek ji me bi cihekî ve çû.”

Çiya û zozanên Kurdistanên mîna dilên dayîkên vî warî geş, berxwedêr û bi êşan hatine dorpêç kirin. Di rûyê her dayîkekê de keder û merqa jiyana azad wek binefşûkên vê axê xwe xemilandiye û ji biharê bê par mane. Dema em li rûyê dayîka Asya temaşe dikin xetên rûyê wê êş û kedara azadiyê liba dixe û kulm bi kulm janên xwe dike diyariya jiyanek azad û di her gotinek wê de êş û berxwedana jinên Kurd tê himbêzkirin. Gelek dayîk û jinên berxwedêr yên bûyîn rêwiyên rêya azadiya Kurdistanê, bi heserta axa xwe jiyan kirin û êşên xwe ji nedîtî ve hatin. Dayîka Asya jî yek ji wan dayîkên ku li ser vê rêyê penaber bû û para xwe ji êşên penabertiyê girt. Li ser vê rêwîtiya xwe ya penabertiyê Dayîka Asya Bayar wiha qala jiyana xwe kir û em kirin guhdarvanên çîroka xwe.

Di 14 saliya wê de wê neçarî zewacê dikin

Dayîka Asya beriya 59 salan di nava malbatek koçer li Kawîteya Reşka ji dayîk dibe û zarokatiya xwe li wir derbaz dike. Mîna her zarokek yê gund yê wan deman, demê xwe yê zarokatiyê di nava kar û barê jiyana gund de derbaz dike. Li kêleka karê dikirin jî zarokatiyek rengîn yên koçeriyê jiyan dike, geh li ser kaniyên avê, geh li ser pişta hespan û geh di nava rez û baxçeyan de lîstina lîstokan zarokartiyek bedew jiyan dike. Ji ber jiyana koçertiyê dayîka Asya li hemû zozanên Bakurê Kurdistanê di zarokatiya xwe de dibîne û di nava wan zozanan de jiyan dike. Ji ber ku di nava xwezaya Kurdistanê de, li deşta Silopî bûn, di biharan de giya û fêkiyên çiya kom dikirin û li ser vê yekê debara jiyana xwe dikirin. Malbata dayîka Asya di 14 saliya wê de wê neçarî zewacê dikin. Dayîka Asya êdî derbazî gundê Germik yê ser bi Silopiyê dibe. Dayîka Asya wiha qala wan kêliyên jiyana xwe kir û got: “Ez hîn biçûk bûm dayîka min wefat kir. Ti hezkirina keç û xortan tine bû, malbat çawan dixwestin wisa dikirin. Jin ti caran beşdarî civatên zilaman ne dibûn. Ji ber ku ti mafek yê jinan yê wisa tine bû. Bavê min ez di zarokatiyê de kirim berdêl ji xwe re û ez bi yekî gundê Germik re dam zewicandin. Di nava 6 salan de sê zarokên min çêbûn. Ez bi karê malê û bi zarokên xwe re mijûl dibûm. Hevjînê min pez xwedî dikir, me alîkariya hev dikir. Jiyana gund ya wan dema gelek xweş bû. Ez di aliyê xesiya xwe de bi şans bûm ji bo min wek dayîkekê bû.”

‘Me zarokên xwe bi berûyan xwedî kirin’

Em ji malbatê cûda bûn û em derbazî bajarê Silopiya bûn. Li Silopiya ji ber zilma dewleta Tirk û êşkenceya dewleta Tirk em neçar bûn di sala 1994’an de derbazî Başûrê Kurdistanê bûn. Di rêwîtiya penabertiyê de zarokekî min çêbû. Em 9 roj û 9 şevan di rê de man. Bi şev û roj em bi linga dihatin. Em 22 malbat bûn roja em gihiştin ser sînor, dewleta Tirk êrişî me kir her yek ji me bi cihekê ve çûn. Malbata me bû sê parçe. Sê şev û sê rojan ez ji zarokên xwe qut bûm, êşek cûda bû. Em ji wir derbazî Perxê bûn û li wir em dû mehan man, ji ber ku êrişên li ser me zêde bûn hevalan em ji wir derbazî Bihêrê û Şeranişê kirin, li wir jî êrişên li ser me ne rawesta. Em ji wir jî derbazî Bêrsivê bûn û nêzî 6 mehan em li wir jî man, em ji wir jî derbazî Geliyê Qiyametê bûn. Di sala 1995’an ambargo danîn li ser me, li wir PDK û dewleta Tirk ne dihêlan NY tiştekê ji bo me dabîn bikin. Me zarokên xwe bi berûyan xwedî kirin. Ji derveyî ambargoyê, PDK’ê jî êrişî me dikirin ciwanên me dikuştin û talanên me dibirin. Zarokê min yê ku di rêde çêbûyî, li wir gihişt yek saliya xwe ji birsan jiyana xwe ji dest da. PDK’ê rê neda ku ez zarokê xwe bibim nexweşxanê. Tiştek nema ku me di penabertiyê de jiyan nekirî.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar