Ticker

10/recent/ticker-posts

GELÊ WARGEHÊ HEVŞAREDARÊN XWE HILBIJARTIN

Di 12’yê Nîsanê de şêniyên Wargeha Mexmûrê çûn ser sindoqan, hevşaredar û encûmeyên xwe hilbijartin. Hevşaredarên wargehê bûn Fatma Hilalî û Edban Ebdullah Yilmaz.

Armanc Herekol

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di 12’yê Nîsanê de çûn ser sindoqan û dengên xwe ji bo hevşaredar û encûmenan bikaranîn. Li gor agahiyên Desteya Bilind a Hilbijartinê bi me re parvekirî 4336 dengdêr çûne ser sindoqan û cara destpêkê ye ku rêjeyek evqas zêde dengên xwe bikar tînin.

Têkildarî agahiyên zêdetir û fermî, Endamê Desteya Bilind a Hilbijartinê Mamoste Cemîl Kara ji rojanama me re axivî û da zanîn ku hilbijartinek demokratîk pêkhatiye.

‘Bi germahiya cejnê hilbijartin çêbû’


Cemîl Kara di destpêka axaftinên xwe de serkeftin ji tevahî kesên ku tevlî pêşbirkê bûne re xwest û got: “Ji sala 1995’an û vir ve, li wargehê bi awayek sîstematîk û fermî şaredarî hatiye avakirin û her dû salan carekî jî hilbijartin hatiye kirin. Niha pergala me ya şaredariyê, hevserokatiye û wisa hilbijartin tê meşandin. Di 12’yê Nîsanê de me hilbijartinek lidarxist û pir germ derbaz bû. Ji salên din zêdetir tevlîbûn çêbûn. Taybet îsal ciwan û jinên ciwan xwe di hilbijartinê de berpirsyar dîtin û hem ji bo encûmentiyê serlêdan kirin û hem jî ji bo deng dayînê pêşiya herkesê çûn ser sindoqan. Me bi zanabûn hilbijartin hêla roja cejnê, ji ber ku xebatkarên ji derve kar dikin hemû hatibûn wargehê û bi germahiya cejnê re hilbijartinek çêbû.”

‘Ciwan herikîn ser sindoqan’

Kara di nava axaftinên xwe de diyar ku hilbijartin bi awayek demokratîk pêkhatiye û wiha pêde çû: “2 hevşaredar û 7 encûmen hatin hilbijartin, ji wana 3 jinin û 4 mêrin. Îsal eleqeyek zêde ya gelê me ji hilbijartinê re hebû. Berê destpêkê kesên bi temen dengên xwe bikar tanîn û ciwan zêde nedihatin ser sindoqan, lê îsal tişta balkêş hîn demjimêrên sibehê de ciwanan berê xwe dan sindoqan. Em bi vê yekî şanazin û serbilindin. Hemû kesên ku ketin pêşbirkê, di çarçoveyek demokratîk de propagandayên xwe kirin û li gor wê xwe ji hilbijartinê re amadekirin. Dema em li yên ji derve temaşedikin, ji bo ku serbikevin hevdû reş dikin, hevdû heta ku dikujin, lê li wargehê têgihiştinek heye û sedema wê jî pergala me ya heyî ango Netewa Demokratîk e. Em gelek kêfxweşin ku pergala me hatiye rûniştkandin.”

‘xwestin qeyûman carek din danin’

Herî dawî Endamê Desteya Bilind a Hilbijartinê Mamoste Cemîl Kara balkişand li ser hilbijartinên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê û serkeftina DEM Patî bi dil û can silav kir û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Li Bakurê Kurdistanê, xwestin qeyûman carek din danin, lê gelê me bersivek dîrokî da wan. Wek gelê Mexmûrê em jî bi serkeftin û serhildana gelê Wanê û tevahî Kurdistanê kêfxweşin. Divê gelê me bi heman ruhî li her derê xwedî li şaredariyên xwe derbikevin. Em wek Desteya Bilind a Hilbijartinê spasiya gelê xwe, mamoste, xwendevan, ciwan û tevahî kesên ku di hilbijartinê de ked dane dikin. Her wiha em serkeftinê ji kesên hatine hilbijartin û nehatine hilbijartin re dixwazin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar