Ticker

10/recent/ticker-posts

Jinên Mexmûrê piştgirî dan pêngava xweparastinê

Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan ya Mexmûrê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji bo pêngava xweparastinê ya ku di 15’ê Nîsanê de ji aliyê PAJK û KJK’ê ve hatibû destpêkirin da diyarkirin.

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistan (PAJK) û Komelên Jinên Kurdistan (KJK) di 15’ê Nîsanê de bi daxuyaniyekê diyar kirin ku şerê cîhanê yê 3’emîn di heman demê de şereke li dijî jinan û civakan tê meşan û li ser vê yekê pêngava ‘Bi Jin Jiyan Azadî re, Ber Bi Şoreşa Jinê ve’ ragihandin. Jinên Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) dibin pêşengtiya Meclîsa Îştar de bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji bo pêngavê diyar kirin.

Daxuyanî li ber avahiya Meclîsa Îştar hat dayîn. Beriya ku daxuyanî were dayîn ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Songûl Gûler ve hat dayîn.

Songûl Gûler di destpêka axaftinên xwe de pêngava xweparastinê ya ku ji aliyê PAJK û KJK’ê ve hatibû destpêkirin silav kir û wiha axivî: “Wek jinên wargehê vê pêngava xweparastinê di jiyan û têkoşîna xwe de wekî perspektîf dibînin û emê di têkoşîna xwe de hîn bilindtir bikin. Ev pêc hezar salin jin bi pergalî, fikirî û îdeolojî heta roja me ya îro bi navên cûr be cûr de tên qetilkirin. Em dikarin bêjin ji şerê olî bigire heta şerê felesefî, aborî, hişmendî heta şerê civakî jin bi qetilkirinê re rû bi rû ye. Wek jinên Kurd çawan ku me têkoşîn daye meşandin û hêjî tê meşandin, pêwîste hemû jinên Kurd, hemû jinên Rojhilata Navîn û hemû jinên cîhanê li dora têkoşîna jin xwe bikin yek û şerê xwe bidin meşandin. Ji bo vê jî wek jinên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî jî ji bo ku ev pêngav bigihije armanca xwe hemû kar û xebatên xwe li ser zanista jineolojî, xwebûn û xweparastinê bidin meşandin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar