Rojnamevanê Ajansa Rojnews Baran Germiyanî: “Li her deverê êrişî dengê azad yê rojnemevanan dikin. Ev 178 rojin Silêman Ehmen ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatiye girtin, ti agahî jê nayê girtin. Em hewldidin doza Silêman Ehmed bibin dadgeha federal û li wir daxwaza berdana wî bikin.”
Xurbet Tallî
Rojnamevanê
Ajansa Rojnews Baran Germiyanî têkildarî polîtîkayên PDK’ê yên ji bo
astengkirina ragihandina azad ya li Başûrê Kurdistanê ji rojnameya me re axivî.
‘Ti demokrasiyek li vir nîne’
Baran
Germiyanî di axaftinên de xwe qala astengiyên PDK’ê yên li beranberî
rojnamevanan kir û got: “Ger em rêgiriya PDK’ê ya li hemberî rojnemevana bigirin
dest, pêwîste em bizivirin salên derbazbûyî. Ji ber ku di salên derbazbûn de êriş,
kuştin û terora li ser rojnemevanan hatiye destpê kirin. Êrişa li ser Zerdeşt
Osman, Soran Mam Heme û Vedat Hisên, gelek rojnemevanên din hatin asteng kirin.
Li her deverê êrişî dengê azad yê rojnemevanan dikin. Her rojnemevanekî ku bi
belge peywendî û hevkariyên wan yên bi dewleta Tirk re eşkere dike, tê desteserkirin,
kuştin û teror kirin. Gelek nimûneyên vê yekê hene, bi taybet jî di nava sînorê
parêzgihên PDK lê desthilatdarin. Ti demokrasiyek li vir nîne. Kijan demokrasî
dikare rojnemevan bigire, teror bike û bi kuje? Girtiyên Behdînan nimûneyên
berbiçavin ku di salên derbazbûyî de ji 80’ê kesan zêdetir hatin girtin. Ev 178
rojin Silêman Ehmed ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatiye girtin, ti agahî jê nayê
girtin. Hewlidanên me berdewamin, me serlêdana gelek saziyên rojnemevanên azad
kirin ku bi me re bibin alîkar. Me gelek kombûnên rojnemvanan jî di vê derbarê
de sazkir û giliyê xwe anî ser ziman. Di heman demê de gelek saziyên rojnemevanan
raporên giliyê pêşkêşî asayîşa PDK’ê kirin. Em hewldidin doza Silêman Ehmed
bibin dadgeha federal û li wir daxwaza berdana wî bikin.”
‘Wê
nikaribin siyaseta heyî bidin berdewam kirin’
Germiyanî
di axaftinên xwe de diyar kir ku di van çar salên dawî de siyseta PDK’ê ya li
hemberî rojnemevanên azad gihiştiye asta herî qirêj û wiha pêkde çû: “Ji bo
siyaseta aseteng kirina rojnemevanan raweste, pêwîste ne tenê rojnemevan hemû
civak li hemberî vê bibe xwedî helwest. Dikarin bi çalakiyan li hemberî vê
siyasetê rawestin. Îro Silman Emed e, eger rê li hemberî vê yekê neyê girtin
sibe wê rojnemevanek din be, ezim yan wê kesek din be. Wek tê xwestin rê ji vê
yekê re neyê girtin, em hemû ferdên vê civakê yê azadîxwaz di armanca PDK’ê de
ne. Eger wek gel em li hemberî van siyastên PDK’ê nebin xwedî helwest, wê di
siyaseta xwe de israr bike û rêbazên xwe hişktir bike. Dema gel bi rêxistinî li
hemberî vê yekê dengê xwe bilind bike, bê gûman wê nikaribin siyaseta heyî bidin
berdewam kirin.”
‘Ne
siyaseteke netewiye’
Baran Germiyanî
anî ziman ku bi hezaran gelê Başûrê Kurdisanê bi pirsgirêkan re rû bi rû ne û wiha
peyîvî: Di hemû astên jiyanê de PDK siysetek gelek qirêj li hemberî gelê xwe
birêve dibe. Dema em temeşeyî dîroka PDK’ê ya destpêkê jî dikin, dema ku gelê
Kurd digihişt hêviyekê, armanc û destkeftiyek dihat bidestxistin, PDK’ê ew têkdibirin.
Siyaseta ku niha PDK birêve dibe, di berjewendiyên dewletên dagirker û malbata
Barzanî de ye. Ne siyaseteke netewiye, siyasetekî ji bo rêvebirina
desthilatdariya xwe ye. Ev jî carna bi rêbazên hevakariya bi dewleta Tirk re û
carna jî bi dijberiya partiyên din yên Kurdan vê siyaseta xwe zirarê dide doza
Kurd. Herî dawî jî li hemberî biryarên hikûmeta federal diraweste û gelek caran
mûçeyên karkeran nade. Her wiha dixwazin bi rêya projeya ‘Jimara min’ ku
projeyekî bazirganiye, destdane ser hemû dahat û pereyên gelê xwe.”
‘PDK’ê
bikar tîne’
Rojnamevanê
ajansa Rojnews Baran Germiyanî di dawiya axaftinên xwe de wiha behsa peyewendiyên
PDK û dewleta Tirk dike: “Bê gûman dema em qala peywediyên di navaberê deweleta
Tirk û PDK’ê de bikin, divê em baş bizanin dewleta Tirk ti peywediyek ya wê li
gel PDK’ê nîne. Dewleta Tirk tenê ji bo xwe bigihine armancên xwe PDK’ê bi
kartîne. Wê rojek bê, çawan niha êrişî Kurdên azadîxwaz dike, wê êrişî PDK’ê jî
bike. PDK’ê xwe bi dewleta Tirk ve girêdaye û bûye parçeyek ji dewleta Tirk. PDK
kesên terorê di nava bajarên Başûrê Kurdistanê de pêktînin diparêzin.”
0 Yorumlar