Bersivên Gel:
-Rave
kirina hestên mirovane.
-Parastina
nirxê civakê ye.
-Nûjenkirina
netewe ye.
-Rastiya
civakê ye.
-Hestên
civakê anîna ziman e.
-Heqîqeta
civakê ye.
-Sazkirina
nivîsê ye.
-Estetîka
ziman e.
-Bingehê
çandê ye.
-Çand
e.
-Rêk
û pêk rave kirina heste xweş û nexweş.
Hunera mirov
ya bi awayekî estetîkî hest, raman, nêrîn û hizirên xwe bi rêya ziman dide
têgihadin re wêje tê gotin. Armanca wêjeyê; estetîk û xweşikbûne. Dû
taybetmendiyên wêjeyê yên ku wêje dike wêje hene. Ya yek, ziman û ûslûp, ya dû
jî estetîk û xweşikbûne. Wêje amûrek ya em hest û hizirên xwe ji yên li
beramberî xwe re bi wê didin têgihandine. Ji bo têgihandina hest, hizir û
taqîkirinên mirova dibe alîkar. Wêje kêrhtinên mirovan yên xwe dayîna heskirin
zêde dike, têkiliyên mirov yên bi civakê re bihêz dike, awa dide nêrîna me ya
cîhanê û di nêrîna me de pêşketinê çêdike. Di pêvajoya dîroka mirovahiyê de
wêjeyê hertim cihek girîng girtiye û bandora wê ya li ser jiyana civakê pir
zêde ye. Di jiyana mirovan de wêje, hunerek herî kevnare. Wêje di encama têkilî
û pêdiviyên di navbera mirovan de derketiye holê. Demê berê wêje ji aliyê
hêjmarek kêm ya mirovan ve dihat bikaranîn û têgihandin. Wêje lehengên şer û
wêjevanên civakê, tîne ziman û wan nemir dike. Wêje ne tenê axaftin û nivîsandinê
xwe xweşik dike, di heman demê de mergê mirovan zindî dihêle. Di aliyê deronî de
mirovan bi hêz dike, keyfxweşiyê dide mirov û civakê. Nûjenkirina netew, civak,
çand û hoyê civakê ye. Wêje gel di afirîne û ji
xewa nezanînê şiyar dike, hêvî û wêrkiyê dide mirovan. Kesên bi wêjeyê ne hatibin
têrkirin, di karên xwe de ne serkeftîne. Mirovên ku serkeftinê dixwazin, divê
xwe di wêjeyê de kûr bikin. Di civakên pêşketî de dema mirov bixwaze dest bikar
bike, destpêkê diçe perwerdeyên ziman û wêjeyê. Heta di wêjeyê de xwe pêşnexe
dest bi karê xwe nake. Berhemên wêjeyî yên ku B.Z 3200’an ji aliyê civakê ve
hatine derxistin, tên dîtin. Ji vê yekê tê zanîn ku mirov ji bo bi karibe di
civakê de bi bandor be, serî li wêjeyê daye. Dema em temaşeyî dîroka mirovahiyê
dikin dibînin ku mirovên navdar girîngiyek mezin daye wêjeyê. Heta pirtûkên
pîroz jî bi awayek wêjeyî hatine nivîsin. Kesên wêjeya xwe ne parastine zimanê
xwe ji dest dane, yên zimanê xwe ji destdayîn netewa xwe jî ji dest dane, yên
netewa xwe ji bîrkirine kesên bêkêr û winda bûyîne. Kesên zordar û dagirker ev
rastî dîtine û xwestine hertim wêjeya me tine bikin. Carnan berhemên me yên wêjeyî
şewitandine û carnan jî qedexe kirine. Ji bo zarokên me wêje û zimanê xwe ji
bîrbikin, dagirkeran zarokên me neçarî ziman û wêjeya xwe kirine. Ziman û
wêjeya me di çavên me de reş kirin û wêjeya xwe bi me dan hes kirin.
Dema em li
gorî daxwaza dijminan tevbigerin û wêjeya xwe piştguh bikin, wê zimanê me yê
peywediyan jî têk biçe. Zimanê ku ji wêjeya xwe hatî dûrkirin, hevtêgihandin
nepêkane. Dema mirov nikaribe hevtêbigihe, wê pir caran bixwaze pirsgirêkên
xwe bi şer çareser bike. Mirov ji bo di nava xwe de şîranî, heskirin, hevgirtin
û xweşikbûnê çêbikin wêje afirandine. Piştî derketina wêjeyê mirovan karîne hevtêbigihin
û bi hev re bijîn. Wek tê dîtin civakên di wêjeyê de xwe pêşxistine bi hev re
xweştir jiyan dikin, pirsgirêkên civakî bi awayekî têgihiştî çareser dikin. Di
civakên pêşketî de wêjevan kesên herî li pêşin. Dema di nava civakê de
pirsgirêkek hebe, wêjevan bi rêya çapemeniyê li ser wê pirsgirêkê de diçin,
raya giştî agahdar dikin, bi vî awayî rayedaran neçarî çareserkirina pirsgirêkê
dikin. Di civakên paşketî de wêjevan yên herî li paşin, wêjevan kolên desthilatiyêne.
Ji bo kêmasiyên karbidestan veşêrin, tim di nava hewldanê de ne. Ev dibe
sedema ku civak ji bo çareserkirina pirsgirêkan, serî li tûndiyê bide. Ev
dibe sedem ku civak bikeve nava tengasiyên mezin û desthilat jî li ser xwîna
mirovan xwe bide jiyan kirin. Ger em bixwazin civaka me bi aramî di nava
heskirinê de bijî, divê em girîngiyek mezin bidin wêjeyê û hewlbidin ku
wêjevanên xwe ji bindestê desthilatan bidin rizgarkirin. Heta di nava civakê de
wêje nebe pêşeng, pirsgirêkên civakê nayên çareserkirin. Wê hertim di nava
mirovan de nexweşî berdewam bike û wê xwîna mirovan bi erzanî were firotin.
Rêya herî kurt ya çareserkirina pirsgirêkên civakekî, pêşxisina wêjeyê û
afirandina wêjevanên azade. Belavbûna wêjeyê di nava civakê de, belavbûna
heskirin û biratiyê ye.
0 Yorumlar