Ticker

10/recent/ticker-posts

JI DR. EGÎD KOBANÊ HIŞYARIYÊN GIRÎNG!

Dr. Egîd Kobanê têkildarî nexweşiyên ku di nava wargehê de belav dibin ev hişyarî dan: “Di van demên dawî de nexweşiyên ser êş, kûxik, jana gewrî û jana giştî ya laş belav dibe û divê her kesê ku nexweş bibe yekser maske bikar bîne. Dema herareta bilind çêbû yekser kesê nexweş bixin nav ava cemidî û bînin nexweşxanê.”

Armanc Herekol

Dr. Egîd Kobanê têkildarî nexweşiyên ku ji ber hatina werza havînê di nava wargehê de belav dibe û xweparastina ji nexweşiyan ji rojnama me re axivî û zanyariyên girîng bi me re parvekirin.

Her roj 30 heta 60 kes diçin nexweşxane yê

Dr. Egîd Kobanê di destpêka axaftinên xwe de diyar kir ku bi hatina havînê re nexweşî zêde bûne û got: “Van demên dawî nexweşên ku tên gel me, piranî ji ber kûxik, ser êş, jana gewrî, bê halî û jana giştî ya laşe. Ev yek di wargehê de zêde bûye. Ji sedî 90 nexweşên me ji ber van nexweşiyan tên gel me. Rojê di navbera 30 heta 60 nexweş serlêdana me dikin. Di van deman de evqas nexweşî ne normal e. Ji zarokan bigire heta mezinan belav bûye.”

‘Herareta zêde metirsîdar e’

Dr. Egîd di nava axaftinên xwe de destnîşankir ku di van deman de çend kesên ku herareta wan bilind hatine nexweşxaneyê û wiha behs kir: “Qasî 4 heta 5 kesên ku herareta wan bilind hatin nexweşxaneyê ku di laşê wan de sorik derdikevin. Ev herareta bilind pir bi metirsîdare û divê lezgîn pêşiya wê bê girtin. Dema ku herareta zarok an jî mezinekî bilind bû, divê yekser bixin nav avek cemidî û ava cemidî pêde bikin. Beriya bê nexweşxaneyê divê lezgînî bixin ava cemidî. Piştî wê bînin nexweşxaneyê. Zêdebûna heraretê pirsgirêke û carnan mirov pê dimire jî.”

‘Nexweşên kronîk divê dermanên xwe bikarbînin!’

Dr. Egîd Kobanê ji bo xweparastina nexweşiyên sivik ev zanyarî parve kirin: “Divê gelê me maske bikar bînin û bê maske tevnegerin. Ji ber ku ev nexweşî derbasî kesên din jî dibin. Ji ber nexweşiyên wek kûxik û ser êş em naxwazin derman bên bikaranîn, ji ber ku ev nexweşiyên normalin. Deh rojan jî bikûxin bila maske bikarbînin û dermanên Kurdî vexwin. Lê kesên ku nexweşiyên wan ên kronîk hene divê dest ji dermanên xwe bernedin. Dibe ku dermanên Kurdî bikarbînin, lê divê ew kesên ku nexweşên tansiyon, şekir û nexweşên dilin navber nedin dermanên xwe, metirsiya jiyanî li ser wan heye.”

‘Ava cemidî nevexwin’

Herî dawî Dr. Egîd Kobanê balkişand li ser germahiyên zêde û ev hişyarî dan: “Divê êdî zarok û kesên nexweş di demjimêrên gerim û rojên toz de dernekevin ji der ve. Ava cemidî nevexwin û xwe biparêzin. Ava cemidî vexwarin gelek xirabe. Çend kesên ku felca rû derbaskirin hene û ev yek xetere. Sedema felcbûna rû, îltîhaba demarekî ye. Divê gelê me xwe biparêze. Sedema wê jî virûseke. Îltîahaba beleîn (bademcîk), karanîna dermanên kronîk, sitresa zêde û derûniya mirov nebaşbe, dibe sedemên felcbûna rû. Divê di dema ku felca rû çêbû de yekser bên nexweşxaneyê. Sê pêvajoyên wê hene, yek heye felc dibe û piştî wê baş dibe, yek heye demdirêj dimîne û yek jî heye heta heta dimîne.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar