Ticker

10/recent/ticker-posts

PAKREWANÊN ROJÊ: NALÎN

 


Axîn, keser û nalîn, ji vî welatê bi bereket kêm nebû. Di binê her kevirek yê li ser vê xakê de bi hezaran çîrokên veşartî yên ku xwîna mirovan di qerisîne heye. Yek ji wan çîrokan jî çîroka rêheval Nalîne ku dawî lê nahatiye. Navê wê jî mîna çîroka wê balkêşe. Dayîka wê dema ku wê tîne li ser rûyê cîhanê, navê Rihan li wê dike. Hûn jî dizanin Rihan gulek gelek xweşike. Xweşikbûna wê ewqas bandorkere ku mirov ji heskiriyên xwe re dibêje tu mîna gula rihanê yî. Jixwe bêhnek ya wê heye ku mirov pê mest dibe. Lê piştî ewqas çîrokên bi kul û êş rêheval Nalîn jiyan kirî êdî navê Rihan li jiyana wê ne dihat û navê ku li çîroka wê bê Nalîn li xwekir. Êdî navê wê jî bi çîroka wê re dibû yek. Dizanim we jî çîroka heval Nalîn pir mereq kiriye. Wê demê ka werin em bi hevre tenê kêliyek li vê çîrokê çavek lê bigerînin. Nalîn Ûçar ango Nalîn Karker di sala 1969’an de li Gundê Nerex çavên xwe li jiyana ku bi kul û xeman, bi êş û janan, bi eşq û heskiriyan, bi şer û cengan, bi têkoşîn û berxwedanê hatiye xemilandin diveke. Heval Nalîn ne zarokatî ne jî ciwantiya xwe bi kêfxweşî jiyan kir. Ji ber hişmendiya paşverû ya ku jinê kêm dibîne, malbata wê mafê xwendinê ji destê wê digire. Ji ber wê dibistanê naxwîne. Hîn di temenek ciwantiyê de malbat, wê bi kurê xalê wê re didin zewicandin. Ji wê zewacê dû zarokên wê çêdibin. Rêheval Nalîn li ser war û cihê xwe bi malbata xwe re bi kêfxweşî nikare jiyan bike. Dijminê xwînxwar hevjînê wê ji ber ku li çand, ziman, xaka xwe xwedî derdikeve digirin û bi şêweyek hovane qetil dikin. Gundê Nerex şahidiyê ji gelek serhildan, destan û qirkirinan re kiriye. Di vî gundî de dijmin ji bo heyîna xwe li ser gel bide ferzkirin û gel ji rêxistinê dûr bike û ew demarê Kurdîtiyê yê ku di nava laşê wan de diherike qut bike, her curê êrişan pêktîne. Lê bi van êrişan ti car serê wan ne tewandin. Ti carî wan çok li beramberî dewleta Tirk a dagirker ne tewandin. Ji bo wê êrişê dijmin her ku diçû dijwartir dibû. Rêheval Nalîn neçar bû ku dest ji warên xwe berde bi malbata xwe re bikeve ser rêya penaberiyê. Di vê rêwitiya penaberiyê de jî dijminê xwînxwar dest ji kiryar û êrişên xwe yên qirêj berneda. Heval Nalîn di vî rêya penaberiyê bi êş û keder dest ji warên xwe berda û bi destê xwe birînên xedar derman kir. Ev jî dibe sedem û egera biryardayîna têkoşînek bê hempa û li ser vî esasî ji bo doza xwe ya mafdar di vê biketa ser rêya heqîqetê. Rûxmê ku dû zarokên wê jî hebûn, heval Nalîn li beramberî van kiryarên dijmin serî netewand û ji bo tola hemû êrişên li ser Kurda hilîne, çeka hevjînê xwe radike û di sala 1995 de berê xwe dide çiyayên azad. Belê rêheval Nalîn ji bo carek din li ber çavên zarokan bavên wan neyên qetilkirin û ji bo zarokên xwe û tevahî zarokên Kurdistanê jiyanek azad li ser cih û warên wan bide avakirin, barê xeribiya zarokên xwe danî li ser êş û janên di dilê xwe de û dest bi jiyanekî nû ya şoreşgerî kir. Rêheval Nalin di vê rêwitiya xwe ya gerîlatî de hêza jinê, hêza dayîkê dît û heta şaneya herî biçûk ya laşê xwe tama vê hêzê jiyan kir. Heval Nalîn wek jinek, wek dayîkek li çiyayên asê li ser şopa heqîqetê bê dûdilî xwe di bîrdoziya jina azad de kûrkir û li beranberî dijminên xwînmij, li beramberî wan Dehaqên serdemê yên ku li pêş çavê wan bedenên kes û karê wan parçe parçe kirî, mîna wan xudawendên ku neheqî qebûl nekirine têkoşîn kir.

Rêheval Nalin bi vîn, îrade û bi eşqa jiyanek azad li her qadê li ser dijmin de diçe di sala 2007 de bi 6 hevalê xwe re dikeve kemîna dijmin û bi 5 rêhevalê xwe re tevlî karwanên nemiran dibe.

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar