Ticker

10/recent/ticker-posts

‘Dixwazin demografiya Kurdistanê biguherînin’

Jinên Mexmûrê:“Êrişên ku niha li Rojavayê Kurdistanê tê meşandin, ji bo ku gel li ser axa xwe koçber bibe, bingehê wan yê jiyanê bê tevlîhevkirin, her wiha ji bo demografiya Kurdisanê cihê ku Kurd lê jiyan dike bigûhere wek ya Efrînê û neçarî dewleta Tirkiye bibe.”
Xurbet Tallî

Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî têkildarî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê ji ajansa me re axivîn.

‘Nikare gavekê jî pêşde biçe’

Mamoste Aysel Bîlen di axaftinên xwe de diyar kir ku şerê li cîhanê tê meşandin yê herî zêde jê bandor dibe gelê Kurde û wiha got: “Dewleta Tirk ya dagirker bi hemû hêza xwe êrişî gelê Kurd dike, li Bakûrê Kurdistanê êrişî pêşengê gelê Kurd dike. Ji ber ku di fikirin dema pêşengê Kurd ji holê rabikin wê ev îrade û tekoşîn bidawî bibe, lê berovajî berxwedan û vîna gelê Kurd xurtir dibe. Niha êrişên dewleta Tirk yên li Herêmên Medyayê tên kirin, li himberî gerîlayan şikestinê jiyan dike. Ji bo vê şikestina xwe veşêrin êrişî Rojavayê Kurdistanê dike. Niha li her cihê ku Kurd lêne hemû li ser linganin ji bo nerazîbûna xwe ya li himberî van êrişan bidin nîşandan. Li Bakûrê Kurdistanê girtiyên ku niha li zindanan di bin hemû şert û mercên herî giran de ji bo şikandina tecrîda li ser Rêbertî û çareseriya pirsgirêka Kurd çalakiya greva birçîbûnê bi awayek herî xurt dimeşînin.”

‘Bi şerê psîkolojîk êrişî gelê Kurd dike’

Bîlen di berdewamê de anî ziman ku li Rojavayê Kurdisatê hêzekî mezin heye û destkeftiyên bi xwîna hezaran şehîdan hatine bi destxistin heye û wiha pêde çû: “Bila dewleta Tirkiye qet xeyalek wisa neke ku gelê Kurd carekê wê dest ji van destkeftiyên xwe berdin û ji ser axa xwe penaber bibe. Tirkiye bi hemû hêza xwe şerekî psîkolojîk dimeşîne. Bi hevkariya PDK’ê hêza xwe ya sîxurtî di nava gelê Kurd de xurt dike û di hemû aliya de bi şerê psîkolojîk êrişî gelê Kurd dike, ji bo gelê Kurd tine bike. Êrişên ku niha li Rojavayê Kurdistanê tê meşandin, ji bo ku gel li ser axa xwe koçber bibe, bingehê wan yê jiyanê bê tevlîhevkirin, her wiha ji bo demografiya Kurdisanê cihê ku Kurd lê jiyan dike bigûhere wek ya Efrînê û neçarî dewleta Tirkiye bibe. Gelê Kurd ti carî dest ji vê dozê na berde, ev îrade û berxwedan jî bi saya gerîlayên ku niha li çiyayên Kurdisatanê li beranberî hemû teknolojiya pêşketî li ber xwe dide û di dome. Armanca dewleta Tirkiye ewe ku Kurdistanê dagir bike û xwezaya Kurdistanê tine dike. Her wiha bi êrişkirina çavkaniyên jiyanê yên li Rojavayê Kurdistanê jî dixwaze tevliheviyekê di nava gel de bide çêkirin û gel ji ser axa wan bide penaberkirin. Her wiha dixwazin demografiya Kurdistanê biguherînin. Eger niha hêz, berxwedan û yekîtiyek ya gelê Kurd heye ev bi saya gerîlayên serê çiyan ku dibin şert û mercên zivistanê û li beranberî tekonolojiya herî pêşketî li berxwe didine. Her wiha bi saya girtiyên ku di zinadana de, di bin şert û mercên tecrîdê yê herî giran de di nava çalakiyan de ye. Em jî şopdarê doza wanin û serkeftin ya gelê Kurde.”

‘Neyên leyîstokên dijmin’

Kerîma Qewalî jî têkildarî heman mijarê axivî, di destpêkê de êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û wiha peyîvî: “Wek tê zanîn ev demek dirêje li qadên Parastina Medya êrişek hovane ji aliyê dewleta Tirkiyê ve tê pêkanîn. Her çiqas dewleta Tirkiye bi çekên kîmyawî û balefirên bê mirov êrişî gerîla bike jî, lê nikarin gavekê jî pêşde biçe. Tirkiyê di êrişa ku li beranberî gerîla de gelek windahî dane, ji bo ku van windahiyên xwe veşêre êrişî Rojava dikin. Em êrişên ku li ser Rojava şermezar dikin û dibêjin gelê Rojava ne bi tenêye. Heta dawiyê tişta ku bikeve li ser milê me, emê pêkbînin û em li gel gelê xwe yê Rojava ne. Banga min ji bo tevahî gelê Kurd yê ku dibêje ez welatparêzim û xwedî wijdanim divê rabin ser lingan û vê komkujiya li ser Rojava, van êrişên li ser qadên medya û li ser Rêber Apo qebûl nekin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar