Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja 186’an de bi koma 37’emîn bi biryardariyeke xurt didome.
Merasîma dewrgirtina çalakiya nobetê, bi kombûna çalakvanan û xelkê wargehê ya li Saziya Ciwanan bi deqeyek rêzgirtinê ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 36’an Helîm Îşlek axivî.
Helîm Îşlek di destpêka axafrtina xwe de tecrîda li ser Rêber Ocalan bi tundî şermezar kir û wiha got: “Ev tecrîda ku li ser Serokê me, li ser me hemûya ne. Çi bikeve li ser milê me, emê pêkbînin. Em tu carî narûnin û emê xwedî li şehîd, girtiyên zindanan, gerîlayên serê çiyayên Kurdistanê derbikevin. Em soz didin heta ku em Serokê xwe bi fîzîkî di nav xwe de nebinin, eme nerûnin. Divê her kes destê xwe dane li ser wijdana xwe û çi bê xwestin pêwîste pêk bîne. Ji ber ku em deyndarê Serok Apo ne û em nikarin bi tu awayî deynê Serok Apo li ser xwe rakin.”
Piştî axaftinê koma 37’an bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ çalakî dewr girt.

0 Yorumlar