Ticker

10/recent/ticker-posts

Şaredariya Mexmûrê bi derfetên kêm xizmeta gel dike

 Karkerên Şaredariya Wargeha Penaberan a Mexmûrê diyar dikin ku ew ji bo xizmeta gelê xwe dixebitin. Xebatkarên şaredariyê gotin: “Me xwest em hinek guhertinan di sahaya wargehê de çêbikîn. Li ser vê yekê cihê rûniştinê hat çekirin û wê hinek dar li derdora sahê bên çandin.”


Jiyan Pîran

Şaredariya Wargeha Penaberan a Memxûrê di nava şert û mercên zehmet û bê derfetiyan de hewldidin bi awayek herî baş xizmeta gelê xwe bikin û di hemû kêliyan de xebatên xwe didin meşandin. Herî dawî ji bo amadekirina sahaya pêşbaziyên ya ji bo festîfala 4’ê Nîsanê ya Çand û Werzîş dest bi xebatekî berfireh kirine. Têkildarî vê xebata xwe karkerên niha di sahayê de li ser karin ji ajansa me re axivîn.

Endamê Şaredariya Mexmûrê Sedîq Kara di destpêka axaftinên xwe de balkişand li ser kar û xebatên di sahaya pêşbaziyên festîfala 4’ê Nîsanê ya Çand û Werzîş de dikin û wiha got: “Ev saha ya pêşbaziyên festîfala 4’ê Nisanê ye. Ji bo çêkirina vê saheyê Şaredariya Mexmûrê û Meclîsa Gel a Mexmûrê projek hevbeş rêkxistin û bi hevre dest bi vê xebatê kirine. Berê jî ev saha hebû me ne nû çêkir. Lê dema pêşwazî festîfala 4’ê Nîsanê di hatin kirin gel hemû li ser lingan diman. Me xwest em hindek guhertin di saha heyî de çêbikin. Li ser vê yekê cihê rûniştinê hat çêkirin û wê hinek dar li derdora sahê bên çandin. Gelek qenalên avê dihatin ser vê sahê. Ji bo çareser kirina vê pirsgirêkê me qenalên avê di bin sahê re derbaz kirin. Piştî vê xebatê me nû dest bi çêkirina cihê rûniştinê kir. Lê cardin jî hindek kêmanî man, em hewldidin di zûtirîn dem de van pirsgirêkan çareser bikin. Ev 15 roje me destpêkiriye, emê hefteya pêşiya xwe de bi qedînin. Me xwest Em şêwazek xweş bidin vê sahê ji ber ku salên dirêjin li vir pêşbaziyên festîvala çand û werzîşê ya 4’ê Nîsanê tê kirin.”

Xebatkarê şaredariyê Emer Kara jî di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku şaredarî bi kêm derfertiyan hewl dide xizmetek baş ji bo gelê xwe pêkbîne û wiha pêde çû: “Ev bi salane pirsgirêkên vê sahê hene, her sal pêşbaziyên festîfala 4’ê Nisanê di vê sahê de tên pêkanîn. Ji ber ku gelek qenalên avê li ser vê sahê bûn saha dibû herî. Ji ber yekê di demên festîfalê de pirsgirêk çêdibûn. Pêşiya çend salan şaredariya biryar da ku vî cihî çêbike. Lê ji ber ku derfet dest nedidan, nû hat çêkirin. Em gel û şaredarî bi hevre li gor derfetên şaredariyê vê sahayê çêdikin. Em hostane lê em wek karkerek pere digirin. Ji ber ku aboriya şaredarî kême, em barê şaredariyê giran nakin. Eve demeke em li vir kar dikin. Em di vir de hem arîkarî didin şaredariya xwe hem jî debara malbata xwe pêşwazî dikîn.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar