Ticker

10/recent/ticker-posts

DAYÎKÊN ŞIRNEX: DIVÊ TECRÎD BÊ ŞIKANDIN!

Dayîkên Şirnexê bertekên tûnd nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan û bang kirin da ku ji rojekî ya din zûtir tecrîda heyî bê rakirin.

Armanc Herekol



Ji sala 2011’an ve çûyîn û hatina parêzer û malbata Rêber Apo ya li Îmraliyê tên astengkirin. Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî 2015’an derbasî qonexekî nû bû. Ji wê demê heta 25’ê Adara 2021’an, gelek caran hevdîtin hatin astengkirin. Herî dawî di 25’ê Adara 2021’an de birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan hevdîtinek kurt bi rêya telefonê bi Rêber Apo re pêk anî. Ji wê rojê heta niha, bi ti şêwazê agahî ji Rêber Apo nehatiye standin.

Li dijî tecrîda heyî, li her derê Kurdistan û derveyî welat gelek xwepêşandan û çalakiyên nobetê tên lidarxistin. Herî dawî di 18’ê Mijdarê de ji bo rakirina tecrîd û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi ‘Meşa Azadiyê’ ber bi Gemlîkê ve meşiyan.

Têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo, jinên Şirnexê ji rojnama me re peyivîn û tecrîd bi tûndî şermezarkirin.

‘Têkoşîna me ya Şêx Seîd û Seyîd Riza ye’


Dayîka Emîne Ozerk di destpêka axaftinên xwe de anî ziman ku heta tecrîda li ser Rêber Apo ranebe û malbat û parêzerên wî pêre hevdîtinê nekin, ne Tirkiye û ne jî em Kurd nikarin bêjin em hene û wiha got: “Pêwîste her kes destê xwe dane ser wijdanê xwe û bêyî ku dem winda bike çi ji destê wî tê bike. Dem ne dema rûniştinê ye. Ji ber ku bi hezaran ciwanên me di vê rêyê de şehîd bûne. Îro balgiya zarokên me kevire, nivîna wan ax e û kefenê wan ezman e. Ji Şêx Seîd heta Seyîd Riza têkoşînek heye ku ji wê rojê heta niha gihîştiye me.”

‘Mifteya çareseriyê Îmralî ye’

Dayîka Emîne di berdewamiya axaftinên xwe de qala yekîtiya Kurdan kir û wiha axaftinên xwe domandin: “Divê îro em bibin yek. Nabe ku em li pey berjewendiyên xwe yên takekesî mijûl bibin. Ger em wisa bin em ti carî nikarin bi ser bikevin. Pêşî divê em tecrîda li ser Rêberê xwe rakin. Ev tecrîd ne tenê li ser Rêberê me, li ser tevahî gelê Kurd tê meşandin. Ger em nikaribin di kolanekê de derbas bibin, nikaribin nêrîna xwe bînin ziman, sedema wê hebûna tecrîdê ye. Mifteya çareseriya van pirsgirêkan li Îmraliyê ye. Divê em dawî li vê zilmê bînin.”

‘Dijmin ji Rêber Apo ditirse


Her wiha dayîka Esmer Çiqmaz jî li ser heman mijarê axivî û wê jî di serî de tecrîd şermezar kir û diyar kir ku dijmin difikirî bi girtina Rêber Apo re wê Kurd xilas bibin, lê xeyalên wan vala çûn û wiha axivî: “Bi girtin û kûştinan em xilas nabin. Heta ku azadî çênebe, Kurd nasekinin. Rêber Apo bi fîzîkî azadbûya wê azadî û aştî çêbibûya. Em hêvîdikin ku rojekî Rêber Apo bê di nav me de û xweşiyek bikeve cîhanê. Dijmin ji fikrên Rêber Apo ditirse. Dizane ger Rêber Apo bi fîzîkî azad be, wê civak jî azad be. Bê mafiya herî mezin li Rêber Apo dikin.”

‘Rêber Apo maf daye jinê’

Dayîka Esmer di berdewamiya axaftinên xwe de bilêvkir ku Rêber Apo Kurd li hevdû dane naskirin û Kurd bi saya Rêber Apo ketine ferqa Kurdîniya xwe û ev tişt gotin: “Rêber Apo pêşiya şideta li ser jinê digire, dixwaze jin azad be û mafê jinê diparêze. Bi sedan sale, zilm û neheqî li Kurdan tê kirin. Rêberê me ji vê zilmê re got bese! Heta ku Rêber Apo girtî be, ne azadî çêdibe, ne aştî çêdibe û ne jî xwîn disekine. Dijmin dibêje divê hûn ne axivin, nefes li me dane çikandin. Ez bang li tevahî jinan dikim, ji bo Rêber Apo rabin ser lingan û bêjin dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar