Jinan jiyan bi destê xwe afirand û kir malê civakê, ger îro jin bixwaze wê carek din bikaribe vê dîrokê ji nû ve binvîse û bibe xwedî destkeftiyên xwe yên jiyanê. Belku di roj me de jî jin têkoşînên giranbiha yên ku hebûn û heyîna jinê dide diyarkirin raber dike. Lê li gorî êrişên li ser jinê ev têkoşîna jinê di gelek aliyan de têker nabe. Li aliyek din sîstema sermayedar ya ku mêr jêre pêşengiyê dike, hemû hewldanên jinê li gorî xwe şirove dike û dike malê xwe. Lêkolîn û lêgerînê me yên di derbarî jiyana jinan de ti carî encamek xwecihî bi dest nexistine. Ji ber ku wek tê xwestin ne wek jin, ne jî wek civak me girîngiya pêwîst ji bo jiyana jinê û nirxên jinê yê di nava civakê nedaye pêş. Ji wê jî zêdetir sîstema sermayedar ti caran wek heyî qala jin û berxwedaniya jinê ya li hemberî sîstemê ne kirine. Hertim li gorî dîtin û berjewandiyên sîstema xwe, jin girtin dest û nirxandin. Bi taybet jî piştî sîstema desthilatdar li ser rûye cîhanê bicih bû hewldanên jinan yên azadî û têkoşînê wek bê exlaqî û bê namûsî hatin destgirtin. Gelek caran di bin navê namûs û exlaqê ku desthilatdaran dayî rûniştkandin de jin di bin tometa ji rêderketiye de hatin fetisandin. Di cîhana îro de tenê jin ji bo mirinê hatibûn cîhanê, tenê mafê wan yê mirinê di destê wan de bû. Di xwezaya jinê de tenê dikaribûn wek her zindiyekê bi mirin û tine bibin. Ev jî ne bi şêwazên xwezayî pêşdiketin. Gelek caran biryara mirina jinê di destê serwerê civak û malbatê de bûn. Kengê dixwestin jin jiyan bike jiyan dikirin, kengê dixwestin jin bimire jin dikûştin. Netewên cîhanê yên ku qaşo mafê mirovan û jinan diparêzin jin kirin qûrbanê jiyana xwe ya desthilatdarî.
Lê wek tê zanîn jinên berxwedêr yên
ku di têkoşîna xwe de xwedî îdayên mezin bûn, gelek gavên mezin di jiyana jinê
de dan guhertin û veguhertin. Hemû destkeftiyên ku niha jin li ser têkoşîna
azadiyê didin meşandin bi xwîna hezaran jinên têkoşer hatine bidestxistin.
Jinan di berdêla her gavekî xwe de bi dehan qurbanî dane û heta niha jî bê
dudilî ji bo azadiya xwe qurbaniyan didin. Jina ku hatibû fetisandin û bê hêz kirin, îradeya xwe
roj bi roj bi destkeftiyên mezintir mohra xwe li dîroka ku tê nivîsandin dide. Bi
têkoşîna xwe mafê hilbijartin û vebijartinê bidestxist. Berxwedana jinan ya di kargeha bajarê New York
ya Emarikayê de ku di sala 1857'an
de destpê kir heta niha bûye bingihek mezin ji berxwedana jinê re. Ji bo bi
destxistina mafê xwe yê xebatê 120 jin bi hovane hatin şewitandin. Di encama vê
êrişa hovane û têkoşîna jinan ya li hemberî sîstema mêrê serdest, jinan karî
mafê bi milyonan jinan bidestbixin. Her wiha bi berxwedana hersê xwuşkên Mrabal
ya li hemberî dîkdatoriya Domînîk ya di salên 1960’an de têkoşîna jinê gihişt
astek din ya berxwedanê ku îro ji bo bîranîna van hersê jinan li cîhanê roja têkoşîna
li dijî tûnûtîjiya li ser jinê hatiye diyarkirin. Çawan hersê xwuşkan li
hemberî dîkdatoriya Trujîlio têkoşîn kir, pêwîste hemû jinên cîhanê jî li
hemberî sîstema desthilatdar serî rake û têkoşîn bike. Ji ber ku her roj bi
sedan jin tên kuştin, qetilkirin û tacîz kirin. Li gelek dewlet û welatên ku
dibêjin em mafê jinan di parêzin lê di roja de bi dehan jin tên kuştin û
qetilkirin. Roja îro ya ku jin xwe têde dibîne û tên dîtin bi têkoşîna jinên
berxwedêr hatin bi destxistin. Bi bişkivîna têkoşîna azadiyê re li Kurdistanê
şiyarbûnek di jinên Kurd de çêbû. Jina ji xweza û heyîna xwe hatine dûrxistin,
îro hêdî hêdî xwe di bin sîstema netewa demokratîk de carek din digihîne hebûna
xwe. Dîroka jinê dîroka rohaniya jiyana mirovahiyê ye, ji bo wê pêwîste em wek
jin xwedî li dîrok û nasnameya xwe ya jinbûnê bibin xwedî. Pêwîste jin mîrate û
mîrasê xwe di destê xwe de mezin bike û nehêle destê dijminê xwe de.

0 Yorumlar