Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê starta çalakiyên 15’yê Sibatê hat dayîn

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi daxuyaniyekê starta çalakiyên 15’yê Sibatê hat dayîn ku heta 15’ê Sibatê dê bi çalakiyên cur be cur Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezarkirin.


Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekê starta çalakiyên 15’yê Sibatê hat dayîn.

Daxuyanî bi kombûna çalakvan, xebatkar û xelkê wargehê ya li Saziya Ciwanan bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Hevberdevkê Komîteya Malbatên Şehîdan Mûrad Encû ve hat dayîn.

Mûrad Encû di destpêka axaftinên xwe de bal kişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Ev 3 salin bi ti awayî em agahî ji Rêber Apo nagirin. Ji bo wê jî ev demek dirêje çalakî tên li dar xistin û wek Mexmûr jî ev nêzî 200 rojin em di çalakiya nobetê de ne. Divê em wek gelê Kurd hertim li ser lingan bin û têkoşîna xwe xûrtir bikin. Wek xelkê wargehê emê di vê meha Sibatê de bi rêzeçalakiyan komployê şermezar bikin.”

Rêzeçalakî wiha ne:

“Her mal wê wêneyên Rêber Apo li ser malên xwe hildin.

Hefteyekî bê navber li cihê çalakiya nobetê, bername li ser komployê wê bên amadekirin.

Têkildarî komployê, amadekirina panelekî.

Têkildarî komployê pêşandana şanoyan.

Civînên gel dê bên li dar xistin.

13, 14 û 15’yê Sibatê ango 3 rojan wê çalakiya greva birçîbûnê bê destpêkirin.

Meşek girseyî dê were lidarxistin.

Her wiha dê di roja 15’yê Sibatê de jî meşek giştî were li dar xistin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Kesek nikare roja me tarî bike’ bi dawî bû.


Yorum Gönder

0 Yorumlar