Di dîroka sînemayê de yekemîn fîlmê ku Kurdên Êzidî yên li Ermenîstanê dijîn, bi şiklê fîlmeke epîk nîşan da Zareh e ku di sala 1926’an de li Rûsyayê hatiye çêkirin û fîlmçêkerê Ermenî Hamo Bek Nazariyan; Lê berhemên sînemayê yên Derhênerê Yilmaz Gunay, wek Rama (1978), Dîwar (1983) û fîlmê Tahsîn Şadeş (1982) dikarin ji bo teşekirina derhênereke nû ya sînemayê Dunst gava herî cidî bavêjin.
Di sala 1999’an de fîlma
bi navê “Dema hespên serxweş” bi Kurdî û li erdnîgariya Kurdistanê bi çîrok û
lehengên xwecihî, sînorên etnîkî û neteweyî derbas kir. Sînema ne tenê cîhana vî kesî ye ku wê çêdike. Divê em wê weke
encama bandorên vê cîhanê pêktînin, encama hawîrdorê, normên civakî, çandê û
nirxên siyasî wê bibînin. Bedeleke êşên kişandî ya sîstematîk heye, kokên çandî
yên kêfxweşiyên me, îroniya ecêbmayîna me, ev hemû hestên me ava dikin, rê
didin ber sînemaya me. Ji ber vê yekê sînemaya em dikin, sîyasî ye.
Wêjevan, hunermend û Derhênerên roja me ya îro di bin bar û berpirsiyariyeke giran de ne.
Berpirsiyariyên mezin ên wekî parêzvaniya welat û neteweyekî parçekirî,
çêkirina awayên têkoşînê, xwegirtina bi nirxên çandî, têkoşîna ji bo jiyanê,
bîrewerbûn û bîrewerkirin li ser milên wan in. Di nava sînemaya Kurdî de di vê
peywendîyê de hewldanên mezin tên dîtin. Ji pêvajoya fikir a fîlmekê heta bi pêvajoyên
amadekarî, girtina dîmenan û şêwirandinê, ji bo van karan xwebexşî û ked divê.
Hewl tê dayîn ku “têgeha welat” a ku derhênerên bê dewlet xwe didin ber berpirsyariya
wê, di sînemayê de eşkeretir û xuyatir be. Fîlmên ku bi Zerê destpê kirin û xwe
gihandin Kurdistana qedexekirî ya Yilmaz Guney, weke ku rabûrî û bîra vê
sînemaya me bûn. Behmen Qubadî cîhana Kurdên Rojhilat a li ser sînor di navbera
mirin û jiyanê de hatiye danîn û trajediya wê radixe ber çavan.
Di sînemaya gerîla de, di fîlma Bêrîtan a
Halîl Dag de em şerê xiyanet û berxwedana li hawîrdora Kurdan dibînin, em dibin
şahidê wê yekê ku gerîlaya jin Bêrîtan bi bawerî û hêrsa dîrokî bersivê bide vê
rewşê. Bi dehan fîlmên din ên weke van hene ku di mejiyê me de cihê xwe
girtine.
Çawa ku şoreş berhema têkoşîn û şerê kolektîf e, sînemaya şoreşê jî divê bibe
berhema aqil, hest û keda kolektîf. Di vê peywendiyê de tevahiya pêvajoyê fîlmeke,
encama hatina cem hev a gelek mirovan û bi vî awayî xebitîna wan e; ew bêyî ku
li benda bedeleke madî bin, li ser esasê xwebexşiyê vê dikin. Ew awayê
hilberînê yê ji bo kara madî, nêrîna yekperest ku sînemaya pîşesaziyê ferz
dikin, red dike. Di vê çarçoveyê de mijarek heye ku divê sînemavanên Kurd ji bîr
nekin; sînema ji bo xelkê tê kirin û heger bi sed zor û belayî piştî pêvajoyên
zehmet û buha xelk xwe bigihîne fîlmên bi zimanê xwe, ev ji bo me hemûyan
kêmasiyek e.
Li Rojavayê Kurdistanê bi şoreşê re tevahiya derfetên wê bi xwe, ne tenê ji bo
sînemayê, ji bo tevahiya meydanên huner û xizmeta civakî dibe, derfetên pir
mezin dafirînin. Heger em di warê sînemayê de li mijarê binêrin, ji amadekirina
mekanên diyar ên girtina dîmenan, bikaranîn û xwegihandina wan heta bi hin pêdiviyên
sehneyê, aktoriyê, kedkariyê, karkeriyê, her tişt di nava derfetên şoreşê bi
xwe de ye. Ev jî ji bo ku sînemaya Kurdistanê li ser esasên rast û duristir geş
bibe xwedî cihekî mezin e. Di vê peywendiyê de xisûsa fîlmekê serketî dike, ne
tenê mijara fîlmê ye, lê belê eleqedarî awayê çêkirina wê ye jî. Heger em ê
bibêjin li Kurdistanê ziman û çalakiya sînemayê şoreş e, hingê divê em
yekparebûna aqil û hesta kolektîf li her derê biparêzin û ragihînin.
Rastiyek e, pêdiviya sînemaya Kurdî ji bo ku bibe xwedî ziman û terzekî xwe bi
xwe, divê bêhtir bibe xwedî tecrûbe û berhem. Heta ku berê kameraya me li
kolanê, li çiya û li gel be, heta ku têkoşîna jiyana azad di cewherên fîlman de
xwedî rola sereke be û heger em ruhê xwe yê sînemayê yê gelekî ciwan nekin
qurbanê tevnên bazarkirinê yên global û terzên wan, li Kurdistanê sînemaya
şoreşê wê weke bizaveke nû ya sînemayê mezin û berfireh bibe.
Siware Şaho

0 Yorumlar