Di pêşengtiya Meclîsa Îştar de li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jina şoreşgera pêşeng Viyan Soran (Leyla Walî Hisên) ku di 2’yê Sibata 2006’an de ji hêzên komploger re got “Hûn nikarin roja me tarî bikin” çalakiya fedayî pêk anî, bi merasîmekê hate bîranîn.
Merasîma bîranînê li Saziya Ciwanên Mexmûrê bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Endama Rêveberiya Akademiya Şehîd Jiyan Bêrîvan Botî axivî.
Berîvan Botî di axaftina xwe de di kesayeta şehîd Viyan Soran de hemû şehîdên azadiya Kurdistanê bibîr anî û wiha got: “Şehîd Viyan di dema xwendina xwe de dikeve nav lêgerîna azadiyê jin, civak û welatê xwe. Di wan pêvajoyê de Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike û beşdarî nava refên têkoşîna azadiyê dibe. Hevala Viyan di demek nêz de xwe bi jiyana gerîla re dike yek û di aste herî bilind de têkoşîna azadiyê dide meşandin. Li ser vî bingehî jî xwe di felsefe û îdelojiya azadiya jinê de jî kûr dike. Wek her milîtanek yê azadiyê her tim di xeyalên wê de dîtin Rêber Apo hebû. Bi vê hestên têkoşîna xwe ya azadiyê mezin dikir û bi çalakiya xwe têkoşîna azadiyê digihîne lûtkeya herî jor.”
Piştî axaftinê sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna Şehîd Viyan Soran hate nîşandan.
Merasîma bîranînê bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bidawî bû.

0 Yorumlar