Amara warê vejîn û rojê, cihê derketina tîrêjên roja gelê Kurd e. Gundê Amara
ji bo gelê Kurd bûye gundê hêviyê ku di her roja 4’ê Nisanê de çavê hemû Kurdan
li ser gundê Amara ye. Amara bû navê berxwedanê û parêzvanên rojê. Her jina ku
navê Amara li xwe kir bi armanca parastina rojê, barê vî navê pîroz da ser milê
xwe. Rêheval Eyşê Kapar ango Amara Rûbar jî yek ji wan Amara ye ku bûye
parêzvana rojê û agirê dora roja pîroz. Di warên penaberiyê de bi hezaran Amara
ji dayîk dibûn û hemû ji bo parastina roja xwe bûn rêwiyê vê rêya têkoşîn û
berxwedaniyê. Rêheval Amara di 27’ê Mijdara sala 2000’î de li Mexmûrê di nav
malbatek welatparêz û hemû heyîn û hebûna xwe fedayî vê rêyê kiriye çavên xwe
li cîhanê vedike. Rêheval Amara keça malê ya biçûke ji ber wê jî bi delalî û
welatparêzî tê mezînkirin, her ku mezin dibe dîroka penaberiya xwe mereq dike û
ji dayîk û bavê xwe pirsdike ka çi bi serê wan hatiye. Her ku wan, ew serhatî
ji wê re di gotin heval Amara hîn bêhtir isrardikir ku bi kurahî qala wan rojan
bikin, ji ber di nava wan serpêhatiyan de, ew li rastiya bi serê wan hatî
digeriya û rûyê rast yê dijminê mirovahiyê didît. Lê carna jî pir xemgîn dibû
ji ber ne li ser xaka xwe bû, ew gundê ku dayîk û bavê wê lê jiyana xwe bûrandiye
nedîtibû û bêhna welatê xwe ne kêşabû cegera xwe ya biçûk. Di nava xeyalên wê
de rojek çûyîna welat hebû û di got ‘ez ne mirîm ezê rojek biçime welat û gundê
xwe, lê ezê destpêkê biçime çiyayê Cûdiyê miradan û li serê Cûdî rûnim û li
deşta Silopya binêrim ji xwe re li wan zozanan bigerim, pala xwe bidim wan
zinaran û bêjime Lawikê Xerîb tû ne gihayî mirada xwe lê va ez gihame mirada
xwe û li Cûdiyê miradan îbadetê dikim.’
Rêheval Amara dema van xayalan dikir hîn zarokbû, di nava zarokên taxê de
di leyîst û di dibistana ku bi fikir û felsefeya Rêber Apo hatiye avakirin de xeyalê
welatê ku qet ne ditî dikirin. Heval Amara di dersê xwe de dibe xwandevanekî
pêşketî û zîrek. Di her pêşbirkê de cîh digere û 3 caran tê xelatkirin.
Di nava wargehê de ew hemû wek hevbûn, êş û keyfxweşiyên wan hemû yek bûn. Wan
bi hevre jiyan dikir, bi hev re keyfxweşdibûn, xemgîn dibûn û bi hev re xerîbiya
welatê xwe dikirin. Ji ber ku bi hev re li ser heman armancê ji welatê xwe
derketbûn ketibûn li ser rêya penaberiyê. Di vê rêyê de gelek zorî û zehmetî dîtîbûn.
Rêheval Amara bi zîrek û rûkeniya xwe ve di nav dilê her hevalekî xwe de bibû
evînek. Di temênê biçûk de biryara tevlîbûna nava refên Gerilayên Azdiyê dide û
berê xwe da çiyayên azad. Di wan çiyayên serhildêr de, rûxmê temenê xwe yê biçûk
û bedena xwe ya ku hîn fêrî jiyana çiyayî ne bûyî jî, bi rihê fedayî ya ku ji
rê hevalên mîna Zîlan û Bêrîtan girtî, dest bi têkoşînê dike di demek kin de fêrî
jiyana çiya dibe û mîna gulek di himbêza van çiyan de mezin dibû û wek xezalekê
li ser zinarên Zagros, Zap û Gare di geriya. Her ku bi rê hevalên xwe yên ku bi
haman armancê di vê rêyê de di meşiya hîn bêhtir nêzî lêgerînên xwe dibû. Her ku
mezin bû êdî dizanîbû ku li çi digere û li pey çiye. Heval Amara di nava
rêhevalên xwe de gelek di hat heskirin û her karek hebûya bi fedekarî dikir. Ne
ji karkirinê di westiya ne jî ji perwerdê. Dizanîbû ku ji bo serkeftina vê
têkoşînê pêwîste di her kêliyê de xwe perwerde bike.
Belê rêheval Amara di vê rêwîtiyê de giha mirada xwe, piştî berxwedanekî
mezin êdî ew li Cûdiyê Mirada bû. Di himbêza Cûdî de li dijî dagirkerên welatê
rojê şerê jiyanê dikir. Li dijî xwînxaran têkoşîna xeta jina azad dimeşand û di
sala 2022 de digihije karwanên nemiran. Belê di
himbêza Cûdî de bi hezaran jinên kezî zer, esmer, çav belek û xwediyê evîna sitîxanan
diraze û heya roja serkeftinê wê têkoşîna jiyanê bi meşînin.
0 Yorumlar