Welatiyên Wargeha Mexmûrê diyar kirin ku dewleta Tirkiye ji bo ku çareserî ne tenê li Rojhilata Navîn li tevahî cîhanê çênebe her tiştî dike û gotin; “Ew sîstema ku Rêbertî ji bo gelê Kurd û tevahî gelên cîhanê danî, belavî her derê dibe. Li beranberî vêya dewleta Tirkiye jî hewil vê vale derbixîne, ji ber ku dizane çareserkirina pirsgirêka Kurd wê dawî li desthilatdariya wî bîne.”
Xyrbet Tallî
Welatiyên Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) gotin; “Ew sîstema ku Rêbertî ji bo gelê Kurd û tevahî gelên cîhanê danî, belavî her derê dibe. Eger li çareseriyê bigere jixwe gelê Kurd cihê çareseriyê diyar kiriye, çareserî Rêbertiye. Lê dewleta Tirkiye ji bo ku çareserî ne tenê li Rojhilata Navîn li tevahî cîhanê çênebe her tiştî dike. Ji ber ku dizane çareserkirina pirsgirêka Kurd wê dawî li desthilatdariya wî bîne.”
Ev 25 salin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdek girankirî de tê ragirtin û ev 34 mehin bi tu awayî agahî jê nayê girtin. Têkildarî mijarê Welatiyên Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji ajansa me re axivîn.
‘Êrişî pergala Rêber Apo dikin’
Elî Bilehî di destpêka axaftinên xwe de tecrîda girankirî ya li ser Rêbertî şermezar kir û wiha axivî: “Bêgûman divê em ji îro û şûnd hîn baştir fêm bikin ku dewleta Tirk yan jî hêzên kapîtalîst çima ewqas tecrîdê li ser Rêbertî dişîdîne. Ev şerê wan yê hişmendiyê ye, dixwazin dengê Rêbertî ji gel bidin qutkirin. Di aliyê din de jî dixwazin pergala ku Rêber Apo ji bo gelê Kurd û mirovahiyê dayî çêkirin û pêşkêş kirî nahêle Rêbertî ji wê pergala xwe agahî bigire. Bêgûman ev jî ji bo me bêhntengî û xemgîniyê dide çêkirin. Ji ber ku dijmin wisa kiriye ku axaftinê li Rêbertî bide ji bîrkirin. Lê em wek gelên ku xwe bi fikra Rêber Apo perwerde dikin gelo dema me bihîstî hêzên desthilatdar dixwazin axaftinê li Rêber Apo bide ji bîrkirin çi bi me hat? Ji bo wê pêwîst bû ji her demê zêdetir dengê xwe bigihînîn Rêber Apo û ji her demê zêdetir bi karibin Rêbertî jiyanî bikin. Bê gûman hêzên desthilatdar wê nikaribin bi girankirina tecrîda li ser Rêbertî re xwe bigihînin armancên xwe. Ji bo destê Rêber Apo lewaz bixe bi her awayî dest bi êrişan dike. Ji bo ku bikaribin bi ser Rêbertî de biçin, êrişî pergala Rêber Apo dikin, lê ji ber ku êdî Rêber Apo ne keseke, geleke.”
Elî Bilehî di dawiya axaftinên xwe de ev tişt gotin: “Di rewşekî asayî de ku em temaşe bikin kesên di temenê Rêbertî de pêwiste ku yekî din xizmeta wan pêkbînin. Lê Rêber Apo di vî temenê xwe de hîna sentezan çêdike, ji ber vê yekê dijmin serde diçe û dixwazin Rêbertî bêbandor bikin. Di vî alî de divê hêzên navnetewî yên ku li mafê mirovan xwedî derdikeve bi taybet CPT rewşa Rêbertî bigirin berçav. Tekoşîna ku me ji bo xwe kiriye armanc ku em jê navegerin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Ji bo wê jî di kesayeta Rêber Apo de tecrîd û êriş li ser gelê Kurd û mirovahiya ku xeyalên xwe di fikirên Rêbertî de dibîne heye. Bi wê ve girêdayî li girtîgehên dewleta Tirk êşkenceyek ku mirov nikare bîne ziman li ser girtiyên azadiyê heye. Ji bo vê jî tişta ku ji me tê xwestin tekoşînekî hîn mezintire. Wek gel ya ku ji me tê xwestin li gorî armanca ku em dibêjin emê Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin hêjî lewaziyên me hene û divê em derbaz bikin.”
‘Dewleta Tirk tengav dibe, êrişî Rêber Apo dikin’
Mamoste Beşîr Gabarî jî têkildarî rewşa Rêbertî ya di van demên dawiyê de wiha axivî: “Rêbertî ev 25 salin di nava tecrîdê de ye, lê zêdeyî sê salin tecrîdek hîn girantir li ser tê meşandin. Yek ji sedemên vê girankirina tecrîdê bêçaretiya dewleta Tirke, dema dewleta Tirk tengav dibe êrişî Rêber Apo dikin. Gelek hewldan ji bo hevdîtina bi Rêbertî re hatiye kirin, lê bi hêcetên pûç û vala hatiye astengkirin. Her çiqas gelê Kurd hewildaye tecrîda li ser Rêbertî rake, lê dewleta Tirkiye di raya giştî de serî li rêbazên xapandinê da û tecrîd li ser tecrîdê giran kir. Şerê ku niha jî şerê taybete, dixwazin derûniya gel di asta tunebûnê de bihêlin. Eger hêviyên gel nebûya ew qas bi Rêbertî ve nedihat girêdan û çalakiyên ku niha di asta cîhanê de ji bo azadiya Rêber Apo tên kirin jî çênedibû.”
‘Çareserî Rêbertî ye’
Beşîr di dawiya axaftinên xwe de îşaret bi tecrîta girankîrî ya li ser Rêbertî kir û got: “Ji ber temenê Rêbertî yê mezin pêwîst bû ji girtîgehê bihata derxistin. Ji ber ku mafê wî yê vê yekê heye. Ev di qanûnên mafên mirovan û girtiyên yên Ewropa de jî heye, mirovek ji 24 salan zêdetir divê di girtîgehê de nemîne. Lê dewleta Tirk pêşiya vê yekê jî girtiye. Bi hinceta ku li dijî dewletê ye wî mafî nade Rêbertî. Ev têkoşîna ku niha tê kirin jî bi taybet ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Ew sîstema ku Rêbertî ji bo gelê Kurd û tevahî gelên cîhanê danî, belavî her derê dibe. Li beranberî vêya dewleta Tirkiye jî hewil dide vê sîstema Rêbertî li tu deverê nede rûniştkandin. Eger li çareseriyê bigere ji xwe gelê Kurd cihê çareseriyê diyar kiriye, çareserî Rêbertî ye. Lê deweleta Tirkiye ji bo ku çareserî ne tenê li Rojhilata Navîn, li tevahî cîhanê çênebe her tiştî dike. Ji ber ku dizane çareserkirina pirsgirêka Kurd wê dawî li desthilatdariya wî bîne.”



0 Yorumlar