Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê êrişên hovane yên dewleta Tirk ya dagirker yên li ser Rojavayê Kurdistanê, bi daxûyaniyekê hat şermezarkirin.
Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) êrişên hovana yên dewleta Tirk ya dagirker yên li ser Rojavayê Kurdistanê bi daxûyaniyekê hat şermezarkirin. Daxûyanî ji aliyê Endamê Komîteya Têkiliyên Derve yê Mexmûrê Seîd Çomlek ve hat dayîn.
Seîd Çomlek di despêkê de êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û wiha got: “Ev 3 rojin êrişên hovane yên dewleta Tirk li ser Rojavayê Kurdistanê zêde bûye, êrişî her cihê ku gel xwe pê dide jiyankirin dike. Ew cihê ku sivil lê jiyandikin nayên bombarankirin, ev bombaran li pêş çavên cîhanê tê kirin, cîhan ji me Kurdan re çavê xwe digire. Em bêdengiya hêzên hevpeyman jî şermezar dikin. Wê Rojavayê Kurdistanê heta dawiyê berxwe bide. Em jî wek gelê Mexmûrê êşa wan parve dikin, dilê me di şewite emê heta dawiyê bi we re bin.”
Seîd Cizirî di berdewamiya axaftina xwe de balkişand li ser komkujiya Roboskî û wiha pêde çû: “Her wiha wek tê zanîn sibe komkujiya Roboskiye, em wek gelê Mexmûrê vê komkujiya dewleta Tirk ya ser Roboskî şermezar dikin. Em bang li hemû gelê Kurd ên li welat û dervey welat dikin ku xwedî li Rojavayê Kurdistanê derkevin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Biji Berxwedana Rojava’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ bi dawî bû.

0 Yorumlar