Li Wargaha Penaberan a Mexmûrê Endama Desteya Rêveber ya KJK’ê Evîn Goyî, hunermendê Kurd Mîr Perwer û welatparêzê Kurd Abdurahman Kizil ku di 23’ê Kanûna 2022’an de li paytexta Fransa Parîsê hatibû qetilkirin, bi nîşandana sînevîziyonekê hatin bibîranîn.
Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Endama Desteya Rêveber ya KJK’ê Emîne Kara bi navsav Evîn Goyî, hunermendê Kurd Mîr Perwer û welatparêzê Kurd Abdurahman Kizil ku di 23’ê Kanûna 2022’an de li paytexta Fransa Parîsê hatibûn şehîdkirin, bi nîşandana sînevîziyonekê hatin bibîranîn.
Merasîma biranînê li Saziya Malbatên Şehîdan bi kombûna gel û malbata Şehîd Evîn goyî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê malbata şehîd, birayê Şehîd Evîn Goyî, Îsmîl Kara axivî.
Îsmîl Kara di destpêka axaftina xwe de hemû cangoriyên azadiya Kurdistanê di keseyata her sê şehîdên Parîsê de bi bîranî û wiha got: “Hemû nirx û destkeftiyên me bi xwîna şehîdan hatin bi destxistin. Pêwîste em xwedî helwest û biryarên mezin bin ku em bikaribin dijminê xwe vala derbixînîn. Herkes dibîne ku qehremantiyek çawa bedew tê meşandin. Gerîlayên azadiyê şerê kîmyasalê dikin. Ev ne tiştek ji rêzêye. Ger em wek civak û gel li kêleka wan cih negirin wê ji bo me bibe xeteriyek mezin. Ji ber ku em dibêjin şerê gelê şoreşgerî. Dema em dibêjin ‘Şehîd Namirin’ divê em taybetmendiyên şehîd di xwede ava bikin. Şehîd Evîn ne xuşka min tenê ye xuşka we hemûyane. Serkeftin û êş wê jî ya me hemûyan be. Em li vir soza şopandina rêya şehîd û şervanan didin.”
Her wiha Herberdevka Saziya Malbatên Şehîdan Sarya Marînos jî ji malbat û hevalên şehîdên Parîsên sersaxî xwest û wiha got: “Heval Evîn li nava dilê Avrûpa hat armanc kirin û şehîd xistin. Ev komkujî ji bo welatên Avrûpa cihê şermêye. Tirsa dewletên dagirker ya ji tevgera azadiya jine. Heval Evîn li hemû herêma têkoşîn kir ku herî dawî li hemberî çeteyên DAIŞ’ê têkoşîna xwe da berdewam kirin.”
Piştî axaftinên hatî kirin sînevîziyonekî ku jiyan û têkoşîna 34 salan ya Şehîd Evîn Goyî vedibêje hat nîşandan. Bîranîn bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bê Serok Jiyan nabe’ bi dawî bû.

0 Yorumlar