Şêniyên Wargeha Penaberan ya Mexmûrê piştgirî dan gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê û gotin: “Operasyonên Şoreşgerî yên gerîla, derbeyên mezin li dagirkeran dixe. Em bang li malbatên kuştiyên leşkerên Tirk dikin, xwedî li zarokên xwe derbikevin, zarokên Erdogan di qesran de dijîn, yên we tên kuştin.”
Armanc Herekol
Gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê di van demên dawî de, bê navber operasyonên şoreşgerî li dar dixin û dagirker di çiya de tevizandine. Rêjeyek zêde lekşkerên dewleta Tirk hatine kuştin û birîndarkirin. Piştî ku dagirkeran nekarî di çiya de şer bike, niha jî bi hovane êrişî Rojavayê Kurdistanê dike û sîvîlan qetil dike.
Têkildarî vê mijarê, şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji ajansa me re axivîn û bang li malbatên kuştiyên dagirkeran kirin da ku li dijî desthilata ku zarokên wan didin kuştin derbikevin.
‘Çareserî Rêber Apo ye’
Welatiyê bi navê Ferhan Didêrî di destpêka axaftinên xwe de tevahî cangoriyên azadiyê bibîranî û çalakiyên gerîlayan ji dil û can silav kir û got: “Çalakiyên ku gerîla dike, dijmin felc kiriye. Ji ber van çalakiyên serkeftî yên gerîla, dewleta Tirk di nava şokê de mane. Di nava 2 rojan de 88 leşkerên dagirker hatin kuştin. Ev yek hêza gerîla ya parastina welat dide nîşandan. Dijmin kuştiyên xwe vedişêrin. Ev malbatên wan leşkeran çima dengê xwe dernaxin. Dewlet kuştiyên xwe vedişêrin, lê gerîla bi dîmenan rastiyê dide nîşandan. Divê civaka Tirk rabe û hesabê ji dewletê bipirse. Çi karê wan leşkeran li Zap, Avşîn û herêmên gerîla hene. Divê gelê Tirk nehêle zarokên wan bên dagirkeriyê bike. Ger bên jî wê bên cezakirin. Bila Tirk û Kurd baş bizanin, çareseriya van pirsgirêkan Rêber Apo ye. Tenê Rêber Apo dikare çareserî peyda bike. Ji ber wê bang li gelê Kurd û bi taybet jî gelê Tirk dikim, ji bo çareseriyê, tecrîda li ser Rêber Apo bidin şikandin.”

‘Malbatên leşkeran divê li dijî Erdogan rabin’
Her wiha têkildarî heman mijarê Dayîka Taybet Mijinî ku du keçên wê şehîdin, berxwedana dîrokî ya gerîlayên azadiyê pîroz kir û wiha axivî: “Hemû cîhan dizane ku dewleta Tirk çekên kîmyawî li ser gerilayên azadiya Kurdistan û gelê Kurd bikartîne. Yên ku dibejin em mafê mirovan diparêzin, ji me Kurdan re bêdengin. Li pêş çavên cîhanê Kurd tên qetilkirin. Li Rojavayê Kurdistanê li ber bi çave cîhanê, çekên kimyawî yên ku di zagonên dewletan de qedexene, li ser Kurdan tên bikaranîn. Em şervanên azadiyê ji dil û can slav dikin. Çalakiyên tên li dar xistin, ji bo parastina welate. Em bejna xwe li ber şehîdan ditewînin. Cîhan hemû dizane gerîla di kîjan şert û mercan de çalakiyan li dar dixe. Ew rênîşanên me ne. Di nav ewqas berf û mijê de dagirkeran diqewitînin. Em naxwazin ti kes bên kuştin, lê ger êriş çêbibe gerîla neçare xwe biparêze. Ez dayîka du şehîdanim û cegera min şewitiye, lê ez naxwazim cegera dayikên din jî bişewite. Ne gerîla û ne jî leşker bila nemirin, ji bo wê jî divê gelê Tirkiyê rabin ser xwe û bêjin Erdogan bese! Em hemû dizanin, tenê Rêber Apo dikare çareserî peyda bike. Bi Rêber Apo re hevdîtin çêbibin û Rêber Apo bi fizîkî azad bibe, wê ev şer bisekine û wê êdî xwîn neyê rijandin. Rêber Apo tekane rêya aştî û aramiya Rojhilata Navîne. Banga min ji dayîkên Kurd û Tirkan re ewe ku werin em bi hevre li dijî vê sistema hov rabin. Malbatên wan leşkeran divê xwedî li zarokên xwe derbikevin û bêjin dewletê, bese hun zarokên me didin kuştin.”

‘Divê em xwedî li gerîla derbikevin’
Herî dawî welatiyê bi navê Salih Şirnexî jî bal kişand li ser şerê ku niha li Herêmên Parastina Medyayê tê meşandin û destnîşankir ku wê serkeftin hertim bibe ya gerîla û ev tişt gotin: “Wek tê zanîn ev demek dirêje ku şerekî qirêj û bê exlaq li ser gerîlayên azadiya Kurdistanê tê meşandin. Şerê ku niha li çiya tê kirin, şerê hebûn û tunebûnê ye. Ev çalakiyên ku di nava van 2 rojan de hatine kirin, di hemû qadan de bûye moralek mezin ji gelê Kurd re. Dewleta Tirk a hov, her roj êrişên qirêj li ser gelê Kurd dide meşandin. Li çiyayên Kurdistanê lingê dewleta Tirk ketiye di nava herî de. Siyaseta wî xetimiye. Derbên pir giran ji gerîla dixwe û li çiya tengav bûye. Ji ber ku tengav bûye, êrişî sîvîlan dike û her roj bi hovane êrişî Rojava dike. Cihên çavkaniyên jiyanê yên Rojava hemû kiriye armanca xwe. Êrişên li wir tên meşandin bê exlaqtiya dewleta Tirk nîşan dide. Banga min taybet ji bo jin û ciwanan ewe ku rabin ser xwe, li welat û derveyî welat divê em hemû xwedî li gerîla derbikevin.”


0 Yorumlar