Çalakiya Nobetê ya ku di 20’ê Tîrmehê de ji bo şikandina tecrîd û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) hatiye destpêkirin, di roja 159’an de bi koma 32’yan didome.
Merasîma dewrkirina koma çalakiyê bi kombûna çalakvanan û xelkê wargehê li Saziya Ciwanan bi deqeyek rêzgirtinê ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê hat destpêkirin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 31’emîn Mamosta Mistefa Ergen axivî.
Mamosta Mustefa Ergen çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê pîroz kir û wiha got: “Dewleta Tirk bi hemû hêza xwe êrişî destkeftiyên Rojava yê Kurdistanê yên ku bi xwîna hezaran şehîdan hatî destxistin dike. Bêgûman ev êriş neyên destpêkê ne. Divê em hemû jî li hemberî van êrişan yek deng bin. Wê ev êriş negihîn armanca xwe. Divê li her qadên ku berxwedan lê tê kirin, em piştgiriya xwe jêre nîşan bidin, asta berxwedanê bilind bikin, da ku em bigihîn azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe û Kurdê azad. Emê bi dirûşmeyên xwe dengê xwe bigihînin Rojava, Îmralî û gerîlayên azadiyê.”
Merasîma dewir girtinê bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Şehîd Namirin’ bidawî bû.

0 Yorumlar