Li Wargeha Penaberan Mexmûrê ji bo şermezarkirina Komkujiya Parîsê ya 23’ê Kanûnê meşeke girtseyî hate lidarxistin. Di meşê de şehîdên komkujiyê hatin bîranîn û kujer û aliyên li pişt komkujiyê jî hatin şermezarkirin.
Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo şermezarkirina Komkujiya Parîsê ya 23’yê Kanûnê meşeke girtseyî hate lidarxistin. Di meşê de şehîdên komkujiyê hatin bîranîn û kujer û aliyên li pişt komkujiyê jî hatin şermezarkirin.
Endama Desteya Rêveber ya KJK’ê Evîn Goyî, hunermendê Kurd Mîr Perwer û welatparêzê Kurd Abdurahman Kizil ku di 23’ê Kanûna 2022’an de li paytexta Fransa Parîsê hatibû şehîdkirin, li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê bi meşekî girseyî hat lidarxistin.
Xelkê wargehê li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan kom bû û heta ber avahiya Netewên Yekbûyî meşiya. Di nava meşê de al û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên Şehîd Evîn Goyî, Mîr Perwer, Abdurahman Kizil hatin hilgirtin. Her wiha di nava meşê de dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Komkujiya Parîsê Rûreşiya Cîhanê’, ‘Tolhildan!’ û hwd. hatin berzkirin. Piştî ku meş gihişt ber avahiya NY’ê li wê derê daxuyaniyek hate dayîn. Beriya ku daxuyanî were dayîn di kesayeya şehîdên Komujiya Parîsê de ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Endama Koordînasyaona Meclîsa Îştar Sultan Yildiztan axivî.
Sultan Yildiztan di destpêka axaftinên xwe de komkujiya Parîsê bi tundî şermezar kir û wiha got: “Em di kesayeta Şehîd Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurahman Kizil de hemû şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê bibîr tînin û bejna xwe li ber wan di tewînin. Îro hestên me pir cudane. Ji ber ku komkujiya ku li Parîsê beriya 11 salan çêbûyî û tu hesab nehat xwestin ku ev komkujiya duyemîn çêbû. Di komkujiya yekemîn de hevala Sara, Rojbîn û Ronahî hatibûn şehîdxistin. Ew pêşengên jina azad, pêşengên gelê Kurd bûn. Eger îro di nava dilê Ewropa de ku weke cihê demokrasî û wekheviyê tê pênasekirin, kuştinê ji gelê Kurd re rewa dibîne, em wan rûreş û şermezar dikin. Eger îro hevala Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurahman Kizil ku li Ewropa hatin şehîdxistin, berpirsê wê dewletên Ewropa bixwe ye.”
Di dewamê de Yildiztan got; “Ev komkujî ne tenê li Ewropa, li Silêmaniyê hevala Nagihan Akarsel û Huseyîn her wiha li Hewlêrê hevalê Deniz hatin şehîdkirin. Li her deverê êrişî pêşengên me dikin, dibêjin ku eger em pêşengan ji holê rabikin emê bikaribin îradeya tevahî gelê Kurd tine bikin. Lê bila bi vêya tu carî şane be. Ji ber ku her diçe kîn û nefreta gelê Kurd li hemeberî xwefiroş û dewleta dagirker zêdetir dibe ji ber vê gelê Kurd tu carî natirs. Emê bi ruhê Sarayan, Evînan, bi ruhê hemû hevalên ku canê xwe ji bo axa Kurdistanê kirine diyarî emê li wan xwedî derbikevin. Em dubare komkujiya parîsê şermezar û rûreş dikin.”
Meş bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ ‘Jin Jiyan Azadî’ ‘Şehîd Namirin’ bidawî bû.

0 Yorumlar