Wargeha penaberan a Mexmûrê di nava salê de 3 caran hate bombebarankirin ku di encamê de 4 kes birîndar bûn. Li rexa vê wesayîtek wargehê hate bombekirin û di encamê de ciwanek şehîd bû. Her wiha tevî ambargoya ku 3 salan, di nava salê de balefirên keşfê yên dewleta Tirk bê navber li ser Mexmûrê digeriyan. Artêşa Iraqê carek din hewlda wargehê bi têlan dorpêç bike, lê bi berxwedana 16 rojan a xelkê Mexmûrê komployên li ser Mexmûrê vale derxistin. Li gel vê bi vekişîna hêzên HPG’ê ji Mexmûrê ve, hêzên Iraq û PDK’ê li Qereçox ketin nava şer. Li beramberî vê jî xelkê Mexmûrê bi îradeya xwe li dijî dagirkerî, komkujî, girtin, karanîna çekên kîmyawî û tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo her kêliyê bi çalakiyên cur be cur li qadan bûn û di nava berxwedanê de bûn.
Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) weke gelek salên borî, sala 2023’yan bi êrişên hewayî, meşên girseyî yên ji bo şkandina tecrîda girankirî a ser Rêber Ocalan û derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê, ji bo berxwedana gerîla û bikaranîna çekên kîmyawî ji aliyê dewleta Tirk ve, merasîm û bîranînên gerîla û fermandarên Tevgera Azadiya Kurdistanê ve dagirtî derbaz bû.
Di nava tevahî salê de ji aliyê sazî û meclisên wargehê ve perwerdeyên cuda cuda û sempozyûmên encamgir hatin li darxistin. Tevî hemû êriş û zextên ser wargehê, xwendevan û mamostayên wargehê di dema xwe de dest bi dibistanên xwe kirin û ji xwendinê dûr neman. Emê di vê panoramayê de çalakî, êriş û berxwedana xelkê Mexmûrê ya di nava salê de li bîra we bînin.
Di 7’ê Çileyê de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Şehîd Amara Rûbar û Şehîd Rûken Gabar bi merasîmek girseyî hatin bîranîn.
Şêniyên Mexmûrê di 9’ê Çileyê de bi meşekî girseyî hersê jinên şoreşger Sara, Rojbîn û Ronahî di 9. salvegera şehadeta wan de bibîranîn.
Li Mexmûrê di 12’ê Çileyê de bi hezaran xwendevan bi kelecanek mezin karnameyên xwe girtin û ketin betlaneya nîvê salê ya 15 rojî.
Di 1’ê Sibatê de li Mexmûrê çalakiya nobetê ya ku di 10’ê Kanûna 2022’yan de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, vegeriya çalakiya greva birçîbûnê.
Di 4’ê Sibatê de li Wargeha Penaberan a Mexmûrê Gerîlayê HPG’ê Soro Gabar(Vedat Otun) bi merasîmekî bi heybet hate bibîranîn.
Di 8’ê Sibatê de şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi daxuyaniyekî banga alîkariyê ji bo mexdûrên erdhêjê kirin.
Ji bo şermezarkirina Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê di pêşengtiya Meclîsa Ciwanên Wargeha Penaberan a Mexmûrê de meşek meşaleyî hat lidarxistin. Di 15’ê Sibatê de bi meşekî girseyî Komploya Navneteweyî hate şermezarkirin.
Di 20’ê Sibatê de bi boneya 4’ê Nîsanê roja ji dayîkbûna Rêber Ocalan, li Wargeha Mexmûrê 15’emîn Mîhrîcana Çand û Werzîşê ya 4’ê Nîsanê destpê kir.
Di 21’ê Sibatê de li Wargeha Penaberan a Mexmûrê xwendevan û mamostayan Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi meşek girseyî pîroz kirin.
Di 2’ê Adarê de li Mexmûr yek ji pêşengên Tevgera Azadiya Jin Delal Azîzoglû (Raperîn Amed) û Fermandara YJA-Star’ê (Aysel Bayhan) bi nasnav Ronahî Penaber, bi merasîmek girseyî hatin bibîranîn.
Di 6’ê Adarê de li Wargeha Penaberan a Mexmûr di pêşengtiya Wexfa Jinan ya Mexmûrê de pêşangehek hunerî bi boneya 8’ê Adarê, li Navenda Kevana Zêrîn hat vekirin.
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, meşek girseyî li darxistin. Her wiha di daxuyaniyê de çalakiya greva birçîbûnê bidawî kirin.
Di 9’ê Adarê de li Wargeha Penaberan a Mexmûrê Fermandarê Eyaleta Dêrsimê Yaşar Botan li gel du endamên Fermandariya Eyaleta Dêrsimê Arjîn Sarya û Şevger Semsûr ku di demên cûda de şehîd bibûn, bi merasîmekî girseyî hatin bîranîn.
Li Wargeha Penaberan Mexmûrê bi pêşengtiya TJCM bi şîara ‘Jin Jiyan Azadî, Serbixwe Azadî’ ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan konê çalakiyê hate vedan.
Di 17’ê Adarê de li Mexmûr bi boneya Cejna Newrozê meşekî meşaleyî hate li darxistin.
Wek her salê, îsal jî li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî bi kelecanek mezin Cejna Newrozê hate pêşwazîkirin, Cejna Newrozê bi tevlîbûna bihezaran welatî û xwendevanan hate pîroz kirin.
Di 3’yê Adarê de Wezîrê Parastinê yê Iraqê Sabit Mihemed Seîd serdana Tirkiyeyê kir û li gel serokê MÎT’ê Hakan Fîdan civiya. Bê guman liv û tevgera balafiran ya li ser wargehê hertim heye, lê piştî serdana Wezîrê Parastinê yê Iraqê ya ji bo Tirkiyeyê tevgera balafirên keşfê ya li ser Mexmûrê zêde bû. Balafirên keşfê bê navber li ser wargehê geriyan ku 21 roj zêdetir bê navber berdewam kir.
Li Mexmûrê 15’emîn Mihrîcana Çand û Werzîşê ya 4’ê Nîsanê, bi vekirina pêşangehê berdewam kir. Bi serdana xwedevan, mamoste û xelkê wargehê rojbûna Rêber Ocalan pîrozkirin.
Li Mexmûrê çalakiya konvedanê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan ku bi pêşengtiya TJCM û TCM hatîbû destpêkirin, bi dawî bû.
Li Mexmûrê bi boneya 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêber Ocalan, şitlên daran hatin çandin.
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, 15’emîn Mihrîcana Çand û Werzîşî ya 4’ê Nîsanê ku her sal ji bo rojbûna Rêber Ocalan tê lidarxistin, di roja 3’yemîn de bi şahiyek girseyî bi dawî bû.
Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê dayîka Rêber Ocalan, Uveyş Ocalan di 30. salvegera wefata wê de bi bîr anîn.
Di 12’ê Nîsanê de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ji ber baran û teyrokê lêhî rabû. Av ket hindirê gelek xanî û govan.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî şehîdên kedê, Ehmed Mijinî û Sofî Emîn Mijinî, hatin bibîr anîn û weke şehîdên kedê hatin ragihandin.
Di 23’ê Nîsanê de bi boneya piştgirîdayîna pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ bi dirûşmeya ‘Serbixe Cenga Azadiyê’ turnuvayek futbolê hate destpê kirin.
Fermandar û gerîlayê HPG’ê Dilxwaz Gabar ku di 21’ê Gulana 2022’an de li Herêmên Parastina Medayê şehîd bibû, li Wargeha Mexmûr bi merasimekî girseyî hat bîranîn.
Di 30’ê Nîsanê de li Mexmûrê, di bin pêşengtiya TCM de 3. Turnûvaya Pîremîran hat despêkirin û di 11’ê Gulanê de bi serketina Tîma Şehîd Ebûzêd Dêrhînî dawî bû.
Şêniyên wargeha Mexmûrê bi daxuyaniyekê 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkarên Cîhanê pîroz kirin.
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê şehîdên qada perwerdeyê wek her sal di 2’yê Gulanê roja şehadeta Fermandarê PKK’ê Mehmed Karasungur de bi bernameyek taybet hatin bîranîn.
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi pêşengtiya Navenda Kevana Zêrîn, Şehîd Hozan Mizgîn di 31’emîn salvegera şehadeta xwe de hat bîranîn.
Li Mexmûrê 100 xwendevanên Dibistana Amadeyî ya Şehîd Koçerîn bi şahiyek girseyî mezun bûn.
Gerîlayên HPG û YJA-Star’ê Viyan Ozgur (Serkeftin Demîr) û Bahoz Çiya (Erdal Marangoz), li Wargeha Mexmûrê bi merasîmekî girseyî hatin bi bîranîn.
Di 18’ê Gulanê de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî, bi hezaran xwedevan bi kelecanek mezin karnameyên xwe girtin û ketin betlaneya dawiya sala xwendinê.
Berxwedana 16 Rojan
Di 20’ê Gulana 2023’yan de carek din leşkerên Iraqê danê siharê bi wesayîtên zirxî, polîs, leşkerên taybet, wesayîtên kar berê xwe dan wargeha penaberan û hewl dan bikevin wargehê ku li derdora wargehê xendekan bikolin, têl bikin û bircan danin. Xelkê ku bi berxwedana xwe tê nasîn, carek din rabû ser xwe û li ber hewldanên dorpêçê rawestiyan.
Bi vê re leşkerên Iraqê xwestin çavê welatiyan bitirsîne û gule bi ser xelkê de barandin. Dema girseya gel vê helwesta Iraqê dîtin, bi hêrs bûn û bi keviran bersiva leşkerên Iraqê dan. Leşkerên ku ne li benda vê berxwedanê bûn, neçarman gavek bi paşde biçin û rawestin. Leşkeran vê carê raste rast gule berda xelkê wargehê, di encama êrişê de ciwanek birîndar bû
Ji 20’ê Gulanê ve hêzên Iraqê her sihar û êvarî diketin nava liv û tevgerê, lê her carê berxwedana xelkê wargehê didîtin. Hêzên Iraqê rê li çûn û hatinê girtin, xwestin embara avê bigrin û avê jî li ser xelkê wargehê bigre. Lê xelkê wargehê rêneda û dijî vê di konên berxwedanê de li ber xwe dan.
Berxwedana Mexmûrê, li her çar parçeyên Kurdistan û dervey welat bû sedem ku Kurd dakevin kolanan. Berxwedana xelkê Mexmûrê 16 rojan berdewam kir û piştre bi daxuyaniyek a Meclisa Gel çalakî bi dawî bû. Meclîsa Gel a Demokratîk ya Wargeha Mexmûrê: “Dorpêçkirina wargehê xwesteka dewleta Tirk û PDK’ê bû û dixwestin bi destê Iraqê bidin pêkanîn. Di encama lihevkirinê de hêzên Iraqê ji dora wargehê vekişiyan û gelê Mexmûrê jî dawî li çalakiya konvedanê anîn. Wê ti hêz û êriş, nekare vîna gelê Mexmûrê desteser bike.”
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, hemwelatiyê wargeha Mexmûrê Mamoste Mihemed Gabar û hevjîna wî Zozan Omer ku di 14’ê Hezîranê de li Rojavayê Kurdistanê di êrişa balefirên bê mirov û bi çek ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn hatin bîranîn.
Li Mexmûr xebatkarê Şaredariya Mexmûrê Nusret Otun ku 18’ê Hezîranê de di encama nexweşiyek giran de jiyana xwe ji dest da, bi merasîmekê weke Şehîdê Ked û Demokrasiyê hat îlan kirin.
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê Şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) bi çalakiyekê hat bîranîn.
Li Mexmûrê şehîdên 14’yê Tîrmehê Mehmet Xeyrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz, Kemal Pîr û Alî Çîçek hatin bîranîn.
Li Mexmûr bi boneya 11. salvegera Şoreşa 19’yê Tîrmehê ango Şoreşa Rojava, şahiyek hat lidarixistin.
Di 20’ê Tîrmehê de li Wargeha Penaberan ya Mexmûrê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Ocalan çalakiya nobetê hat destpêkirin. Çalakiya nobetê heta niha jî her 5 rojan bi dewrgirtina komek nû berdewame.
Di 23’ê Tîrmehê de Komîteya Tenduristiyê ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê 6’emîn Konferansa xwe bi dirûşmeya ‘Civaka ku tendirustiya xwe ne parêze, hebûna azadiya wê di metirsiyê de ye’ lidarxist.
Li Wargeha Penaberan a Mexmûr gerîlayê HPG’ê Fermandar Diyar Norşîn (Feyzî Kaya) ku di 20’ê Cotmeha 2021’an de li Zapê şehîd bibû, bi merasîmekî girseyî hat bîranîn.
Şêniyên Mexmûrê bi meşekî girseyî êrişa DAIŞ’ê ya 3’yê Tebaxa 2014’an ya li ser Êzidiyên Şengalê şermezar kir. Her wiha di 9’emîn salvegera êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya ser Mexmûrê, şêniyên Mexmûrê daxuyaniyek dan.
Di 12’ê Tebaxê de li Saziya Malbatên Şehîdan ya Mexmûrê gerîlayê HPG’ê Rêzan Botan (Rêzan Gungen) ku di 6’ê Tebaxa 2023’yan de li Herêmên Parastina Medya şehîd bû, bi merasîmeke girseyî hate bîranîn.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 39’emîn salvegera pêngava 15’ê Tebaxê bi şahiyekî mezin hat pîrozkirin.
Li Mexmûrê di 25’ê Tebaxê de bi tevlîbûna 120 delegeyan 6. Konferansa Komîteya Perwerdeya Xweser hat lidarxistin.
Di 28’ê Tebaxê de li Mexmûrê pêngavek ya name ji bo Rêber Ocalan nivîsînê hate destpêkirin.
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, Şehîd Edûzêd Dêrhînî ku 29’ê Tebaxa 2022’an di êrişa balefirên dewleta Tirk a dagirker de li ber deriyê mala xwe şehîd bibû, bi çûyîna ser gora wî û bi nîşandana sînevîzoyekê hat bibîranîn.
1’ê Îlonê 13’emîn Konferansa Komîteya Perwerdeyê ya Wargeha Penaberan hate lidarxistin.
Li Wargeha Penaberan ya Mexmûrê Yûsûf Pîrosî, Têkoşer Pêncewîn û Zerdeşt Îsyan ku 27’ê Tîrmehê, li qada Bêtkar ya Navçeya Elkê ya Şirnexê di encama bombardûmanê de şehîd bûbûn, bi merasîmekî girseya hatin bibîr anîn.
Di 11’ê Îlonê de li Wargeha Penaberan a Mexmûrê dewreya perwerdeyê ya fêrbûna amûrên mûzîkê ya Saziya Stêra Zêrîn ku bi navê dewreya Şehîd Mizgîn di meha Gulanê de hatibû destpêkirin, bi şahiyekê dawî bû.
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê Şehîd Jiyan Sîvas (Zeynep Erdem) ku di sala 1995’an de li Wargeha Etrûşê ji aliyê PDK’ê ve hatibû şehîdxistin û 3 gerîlayên ku 2014’an de di êrişa çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bibûn, bi merasîmekê hatin bibîranîn.
Xelkê Wargeha Penaberan ya Mexmûrê êrişa PDK’ê ya li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê ya li herêma Sîdekan bi tundî şermezar kir.
Li Wargeha Penaberan ya Mexmûrê jinan bi pêşengiya Meclîsa Îştar de yekemîn salvegera serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ ku bi qetilkirina Jîna Emînî hatibû destpêkirin silav kirin.
Xelkê Wargeha Penaberan ya Mexmûrê bi meşeke girseyî êrişa li avahiya Nûnertiya KNK’ê li Hewlêrê ku di encamê de Deniz Cevdet Bulbun şehîd bû, her wiha êrişên PDK’ê û dewleta Tirk yên li Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medya şermezar kirin.
Di 24’ê Îlonê de Dibistanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi awayek fermî dest bi perwerdeya sala nû ya 2023-2024’an kir.
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê Şehîd Sara Tolhildan û Rûken Zelal ku di 26’ê Îlonê de li Mezîtlî ya li Mêrsînê, li dijî zextên li zindanan, komkujî û êrişên bi çekên kîmyawî yên li dijî gerîla tên bikaranîn, çalakiyeke fedayî kiribûn, di yekemîn salvegera şahadeta xwe de hatin bîranîn.
Li Wargeha Penaberan ya Mexmûrê Şehîd Seyîd Evran, şehîd Aslan Qamişlo û Deniz Cewdet Bulbun bi merasîmekî girseyî hatin bîranîn.
Jinên Wergeha Penaberan Mexmûrê akademîsyen û nivîskara Kurd Nagîhan Akarsel ku di 4’ê Cotmeha 2022’an de li Silêmaniyê hatibû qetilkirin bibîr anî.
Li Mexmûrê Şehîd Rojhat Zîlan û Şehîd Erdal Şahîn ku di 1’ê Cotmehê de li Enqereyê çalakiyek fedayî kiribûn, bi merasîmek girseyî hatin bîranîn.
Şandeyek ji xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) çûn sersaxiya qûrbaniyên şewata Hemdaniyê.
Di nava 10 rojan de 3 êriş
Di 7’ê Cotmehê de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) balefirek bê mirov û bi çek a dewleta Tirk a dagirker mizgeftek bombebaran kir û encamê jina bi navê Zeyneb Îbrahim Îsmail û zarokên binavê Egid Tekin Osman û Azad Şefiq Mehemed birîndar bûn, her wiha gelek zarok ji bombebaranê bandor bûn û ziyanek mezin gihişt malên welatiyan.
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi boneya 25’emîn salvegera Komploya Navnetewî ya li dijî Rêber Ocalan, meşek girseyî hat lidarxistin.
Di 11’ê Cotmehê de li Mexmûrê Şehîd Rûstem Cûdî, Çîçek Kiçî û Elîşêr Koçgirî hatin bîranîn.
Di 13’ê Cotmehê de balafirek bê mirov û bi çek a dewleta Tirk a dagirker malek wargeha penaberan a Mexmûrê bombebaran kir û di encamê de jinek bi navê Eyşê Mihemed Ehmed (50) birîndar bû.
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 12. Konferansa Saziya Malbatên Şehîdan hate lidarxistin.
Di 17 Cotmeh’ê de li gundê Kanî Kendî ya ser bi navçeya Koye ya ser bi Hewlêrê, wesayîta malbatek xelkê wargeha penaberan ya Mexmûrê, ji aliyê balafirek bê mirov û bi çek ya dewleta Tirk a dagirker ve hate bombebaran kirin. Di encama êrişa hovane de, ciwanê bi navê Dilovan Îşlek şehîd bû, 3 jin jî birîndar bûn. Dilovan di 5’ê Cotmehê de nîşanî bibû, dihat payîn di serê meha Mijdara 2023’yan de jî bizewice. Cenazeyê Dilovan bi tevlîbûna hezaran kesî, bi merasîmek girseyî li goristana Şehîd Nûjîn ya wargehê spartin axê.
Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê pêngava ‘ji Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ silav kirin û tevlîbûna xwe ji pêngavê re nîşandan.
5 karkerên ji Wargeha Mexmûrê ku di roja şehîdbûna welatiyê ji Mexmûrê Dilovan Îşlek de xwestin biçin pêşiya karwanê anîna cenaze ku ji aliyê PDK’ê ve hatin girtin û piştî 10 rojan hatin berdan.
Li Wargeha Penaberan ya Mexmûrê bi pêşengtiya Meclisa Îştarê fermandar Bêrîtan Hêvî (Gulnas Karataş) di 31’emîn salvegera çalakiya xwe de bi nîşandana sînevîzyonekê hate bibîranîn.
Çûyîna HPG û şerê PDK û Iraqê
Di 19’ê Cotmehê de Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi daxuyaniyekê ragihand ku hemû hêzên xwe ji Mexmûrê vekişandine Herêmên Parastinê yên Medyayê. Piştî daxuyaniya NPG’ê di heman rojê de hêzên Firqeya 14 a artêşa Iraqê li cihên ku hêzên HPG’ê valekirine, ji bo valehiya ewlehiyê çênebe xwe bi cih dikin.
Di 22’ê Cotmehê saetên êvarê de li ser çiyayê Qereçox yê li Mexmûrê li xalên ku beriya niha hêzên HPG’ê jê derketibûn û artêşa Iraqê lê bi cih bibûn, di navbera artêşa Iraq û hêzên PDK’ê de pevçûn derketibû. Ji her du aliyan kuştî û birîndar çêbûn.
Xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê li dijî lihevkirina navbera hêzên PDK û Iraqê ya li ser çiyayên Qereçox de meşek girseyî lidarxistin. Li ser navê gelê wargehê şandeyek bi rayedarên Iraqê re hevdîtin pêkanî. Di hevdîtinê de ji rayedarên Iraqê re hat gotin ku wek gelê wargehê ew hebûna çekdarên PDK’ê li derdora xwe qebûl nakin. Rayedarên Iraqê jî diyarkirin ku wê Qereçox radestî hêzên PDK’ê nekin û hêzên wan di hemû xalan de hebin.
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê Roja Kobanê ya Cîhanî bi daxuyaniyekê hat pîroz kirin.
Rojnamevanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekî revandina Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye windakirin, bi tûndî şermezarkirin.
Di 12’ê Mijdarê de şandeyek ku ji endam û desteya Hevserokatiya Tevgera Azadî pêkdihat, ji Kelar û Silêmanî serdana Mexmûrê kirin.
Bi hezaran şêniyên Mexmûrê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan, bi girseyî meşiyan. Şêniyên Mexmûrê piştgirî dan meşa ber bi Gemlikê û banga demildest çûyîna Îmraliyê hat kirin.
Di 16’ê Mijdarê de li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 13. Konferansa Meclîsa Îştar bi şîara ‘Bi jina azad re ber bi pêşerojek azad bimeşin’ hat lidarxistin.
Li Saziya Malbatên Şehîdan ya Wargeha Penaberan ya Mexmûrê, Feryad Buldan ku di 24’ê Mijdarê de li Rojavayê Kurdistanê di encama êrişa balafirên dewleta Tirk ya dagirker de şehîd bû, hat bîranîn.
Li Mexmûrê bi boneya Cejna Vejînê, ciwanên wargehê bi pêxistana agir salvegera 27’ê Mijdarê pîroz kir. Ciwanên Wargeha Mexmûrê 45’emîn salvegera damezrandina PKK’ê bi meşeke meşaleyî û bi coşekî mezin pîroz kirin.
Li Wargeha Penaberan ya Mexmûrê Cejna Vejînê ya 27’ê Mijdarê bi dirûşmeya ‘Bi Ruhê Fedayî yên Apoyî, Em Cejna Vejînê Pîroz Dikin’ bi coş û xuroşekî mezin hate pîrozkirin.
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê Sedîq Benek ku 28 sal bûn mamosta bû û di 25’ê Mijdarê de ji ber nexweşiyek giran jiyana xwe ji dest da, wek şehîdê ked û demokrasiyê hat îlankirin.
Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo şermezarkirina Komkujiya Parîsê ya 23’yê Kanûnê meşeke girtseyî hate lidarxistin. Di meşê de şehîdên komkujiyê hatin bîranîn û kujer û aliyên li pişt komkujiyê jî hatin şermezarkirin.
Tevî dorpêç, êriş û zextên PDK’ê berxwedana xelkê Mexmûrê 30 salin bê navber dewam dike. Xelkê berxwedêr her kêlî, ji bo şehîd, gerîla, Rêber Ocalan û doza xwe li qadane û di nava têkoşînek bê hempa deye.

0 Yorumlar