Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ku ji bo şikandina tecrîd û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, bi koma 33’an didome.
Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ku ji bo şikandina tecrîd û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, bi koma 33’an didome.
Çalakiya Nobetê ya ku di 20’ê Tîrmehê de ji bo şikandina tecrîd û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) hatiye destpêkirin, di roja 164’an de bi koma 33’yan didome.
Merasîma dewrkirina koma çalakiyê bi kombûna çalakvanan û xelkê wargehê li Saziya Ciwanan bi deqeyek rêzgirtinê ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê hat destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 32’emîn Huseyîn Guzereşî axivî.
Huseyîn Guzereşî di destpêka axaftina xwe de çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatine despêkirin silav kir û wiha got; “Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên di van demên dawiyê de yên li ser Rojavayê Kurdistanê û Şengalê ku tu sînoran nasnakin bi dehan mirovên me bi komkujiyan re derbazkirin em şermezar û rûreş dikin. Ji bo ev êriş werin sekinandin, gelê Kurd û gelê Rojhilata Navîn ji vê kaosa heyî derbikeve û bigihije azadî û mafê xwe her kes êdî dizane kilîla çareseriyê Rêber Apo ye. Ji bo vê çi dikeve li ser milê yê ku dibêje ez azadîxwazim û gel azad bibe, di serî de gelên li Kurdistanê dijîn, hemû gelên Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê pêwîste di vê demê de çi ji destê kê were ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bike.”
Koma 33’emîn çalakiya nobetê bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Bijî Serok Apo’ dewir girt.

0 Yorumlar