Navenda Çand û Hunerê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî sala 2024 bi gerana kosegerî ku weke kevneşopiyekê heta roja me ya îro hatiye, li xelkê wargehê pîrozkir.
Li Wargeha Penebaran a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) sala nû ji aliyê Navenda Çand û Huner a Mexmûrê ve bi gerana kosegerî hat pîrozkirin.
Wek tê zanîn kosegerî di nava çanda Kurd de weke kevneşopiyekê ye, her sal bi gerandina kosegeriyê ya li nava wargehê bi dehol û Erebaneyan tê pîrozkirin, îsal jî bi gerandina kosegerî sala nû pîrozkirin.
Pîrozbahî ji Navenda Çand û Hunerê destpêkir û li Meclîs, Şaredarî, dikan û tevahî wargehê geriyan û sala nû pîrozkirin.

0 Yorumlar