Nirxandinek Ji bo Malbatên Zarokên Astengdar * Yek ji hestên herî xweş û bûyerên xweş ên ku mirov dikare di jiyanê de bijî, bê gûman bûyîna xwedî zaroke. Lê belê, zanîna ku zarok ji hêla derûnî ve astengdare, giraniya hestên ku têne jiyankirin hertiștî diguhere. Di vê xalê de ya girîng ewe ku hûn zarokê xwe wekî dayîk û bav qebûl bikin û di her warî de wî hembêz bikin. Sedem çi dibe bila bibe, zarokê we zarokekî xwedî taybetmendiyên cuda ye, hûnê rastî bertek û awirên mereqa xizim, cîranên xwe, kesên ku li kolanan dimeşin bên, ji bo vê qebûlkirina zarokê we dê ji we re bibe alîkar ku hûn kêmtir ji van reaksiyonan bandor bibin. Dema wek dayîk û bav we rewșa taybet ya zarok qebûl kir, hûnê zarokê xwe bi hêsanî di nava civakê de bidin qebûlkirin. * Teşhîsa zû ji bo zarokê astengdar pir girîng e. Divê hem rênmayên tendûristiyê hem jî perwerdehiyê bêyî windakirina demê bên girtin. * Jîngeha civakî û fîzîkî ya zarok ya bi derdor re sînordar nekin. Wî/ê li malê nehêlin. Wê/î bibin parkê, di rêwîtiyên derve re gel xwe bibin. Bi hev re derbikevin derve û bimeşin. jîngehê pê bide naskirin. Pirsên wê/î bersiv bidin, sed carî jî bipirsin, bersiv bidin. Nehêlin awirên kesên li dora we, we hêrs bikin an jî bandorê li we bikin. * Hêviyên xwe ji zarokê xwe li gorî kêmasî û taybetmendiyên wî rêkbixin. Bi zarokek asayî re berawird nekin û li benda heman kar û kirinan nemînin. * Ji wî tevger û kêrhatinek ku ew nikaribe bike nexwazin. Tengavkirina sînorên wî/ê, zêde serdeçûyîn bi xwe bawerbûna wî xirab bike û dibe sedem ku wekî têkçûnekê zarok xwe pașde vekêşe. * Zarokê xwe zêde neparêzin. Bê gûman zarok divê were parastin, lê pêwîste sînorê vê yekê hebe. * Di her mijara ku tê xwestin bê dayîn de, beriya her tiştî divê kesek ji malbatê bibe mînak. Ger zarok hîna nikaribe vê yekê bike, divê alîkariya devkî û cesteyî were kirin. Divê neyê ji bîrkirin; alîkarî nayê wê wateyê ku hemû pêwîstî û hewcedariyan li ser navê wî bikin. Her tiştê ku li ser navê wî tê kirin, li pêşiya fêrbûna wî ye û ji ber vê yekê jî li pêşiya jiyana wî/ê ya serbixwe dibe asteng. *Destûr bidin ku zarokê we bi tenê hindek tiștan bike. Bihêlin zarok ji bo karê ku kirî hesta serfiraziyê jiyan bike. Divê bi hemahengî nêzîkatî li zarok were kirin. Ji bo her tevgerekê ku dayîk destûr nade zarok pêkbîne, divê bav jî destûr nede. Di heman demê de, dema ku we sozek ji bo zarok dabe, bê gûman divê hûn pêkbînin an jî sozek ku hûn nikaribin pêkbînin nedin. Ev dê bendewarî û baweriya zarokê we li beranberî we bihejîne. * Heger zarokê we tevgerekê ne dikarî pêkbîne û bi demê re dest bi pêkanîna vê yekê kiribe,"ne bêjin bila bike çawan dike bila bike." * Tiştekî ku hemû malbat dikin heye. Heger zarok wek ku hûn dixwazin tevbigere, (rûdine, dileyîze, pêlîstok û hawirdorê têk nade), qet pêre mijûl nabin , ji nedîtî ve tê . Zarok dixwaze nîşan bide ku ew jî heye û li bendê ye ku dayîk û bav hebûna wî/ê hîs bikin û di encamê de bi deng derxistin û tevlîheviyan balê dikişîne ser xwe. Êdî bala hemûyan li ser wî ye, zarok gihîştiye armanca xwe û bal kişandiye ser xwe, awir û qêrînên li ser zarok jî ji bo wî xelat tê dîtin. * Bi malbatên zarokên din ên astengdar re werin cem hev û hest û ramanên xwe parve bikin. Hûn dikarin bi danûstandinan zanyarî û agahdariyên ji hevdû li ser rewșa hestyar aramtir bibin. * Li ser cûreyê astengiya zarok zanyariyan werbigrin. Bi vî awayî hûnê baștir bizanin ka hûn dê çawan nêzîkatî li zarokên xwe bikin, çawan pêre bibin arîkar, baștir dê bizanin çavkaniya liv û tevgerên cuda yên zarok û asta pêvajoya geșekirina zarok baștir dê têbigihin. * Zarokek astengdar dibe ku ne zarokê we be. Li derdora we zarokê kesekî din hebe yan jî malbateke xizmê we zarokek astengdar hebe. Divê hûn wan xerîb nebînin û ne darezînîn, ji bîr nekin ku ew ji berî her tiştî mirove û bi taybet bê hestewarî li wan bi nêrin û nêzîkbibin û divê egera ku dibe hûn jî sibe bibin xwedî zarokek wiha paşguh nekin.
0 Yorumlar