Ticker

10/recent/ticker-posts

Ji bo zarokên xwedî pêdawîstiyên taybet ên Mexmûrê şahiyek hate lidarxistin

Bi boneya 3’ê Kanûnê Roja Astengdaran a Cîhanî, li Navenda Hêvî ya wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) şahiyek hate lidarxistin.

Di sala 1992’an de Neteweyên Yekbûyî 3’ê Kanûnê weke Roja Astengdaran pejirand. Di vê rojê de li seranserê cîhanê çalakî têne lidarxistin.

Bi vê boneyê li Dibistana Navenda Hêvî ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê jî şahiyek ji bo zarokan hate lidarxistin. Hunermend Xelîl Akinci bi stranên xwe zarokan kêfxweş kir.

Beriya ku şahî destpêbike li ser girîngiya rojê Mamosayê Dibistana Navenda Hêvî, Firat Dêrhînî axivî. Firad di destpêka axaftina xwe de ev roj li zarokên wargehê yên xwedî pêdawîstiyên taybet û tevahî kesên di cîhanê de xwedî pêdawîstiyên taybet pîroz kir û hiwa peyîvî: “Armanca kombûna me ya îro pêkanîna çalakiyekê ji bo zarokên astengdare. Weke hûn jî dizanin roja 3’ê Kanûnê weke roja astengdaran a cîhanî tê pênasekirin, li vêderê jî ji bo zarokên di nava wargehê de bibe xwedî mafê perwerde, tendûristî û hemû mafên din, her wiha ji bo teşwîqkirina zarokên astengdar yên ku di malê de ne û nayên perwerdeyê ji bo wê me çalakiyek wisa daye destpêkirin. Li ser vî bingehî em roja astengdaran bi taybet li zarokên astengdar yên li Navenda Hêvî perewerde dibînin pîrozdikin û li tevahî zarokên astengdar yê tevahî cîhanê yên ku dibin hemû şert û mercên jiyanî ku ji hemû mafên xwe yên perwerde, tendûristî û civakî bêpar maye em li wan jî pîroz dikin.”

Piştî axaftina Mamosta Firat, şahiya ku ji bo zarokan hatibû amadekirin destpê kir. Di şahiyê de Hunermend Xelîl Akinci jî bi stiranên xwe zarokên Navenda Hêvî kêfxweş kir. Bernameya şahiyê bi stiranên Hunermend Xelîl û zarokên Navenda Hêvî rengîniyek cûda da. Zarokên Navenda Hêvî jî bi Hunermend Xelîl re stiran gotin. Herî dawî jî bi stiranên gelêrî govend hat gerandin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar