Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi pêşengtiya Komîteya Malbatên Şehîdan bêrêziya li hemberî cenazeyê gerîlaya YJS-STAR’ê Axîn Seydo bi daxûyaniyekê hat şermezarkirin.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengtiya Komîteya Malbatên Şehîdan ji bo şermezarkirina nêzîkatiyên dewleta Tirk a dagirker ya li dijî cenazeyê gerîlaya YJS-STAR’ê Axîn Seydo (Menfiya Elçîçek) ya ku di sala 2018’an de li herêma Kato Marînos şehîd bibû, daxûyanî hat dayîn.
Daxûyanî li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê tevahî şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê daxûyanî ji aliyê Hevberdevka Komîteya Malbatên Şehîdan Sarya Kaya ve hat dayîn.
Sarya Kaya di destpêka axaftina xwe de hovîtiya dewleta Tirk a dagirker ya li ser cenazeya Şehîd Axîn Seydo, bi tûndî şermezar kir û wiha peyîvî: “Ji 2021 heta niha dewleta Tirk bi hevkarê xwe Mala Barzanî, bi hemû awayî êrişî Herêmên Medya wek Zap, Metîna û Avaşîn kiriye û nekariye bi ti awayî îradeya gerîla bişkêne. Niha jî dixwazin bi şêwazên cûda îradeya gerîla û gelê me bişkênin û teslîm bigirin. Her roj tecrîda li ser Serokatiya me girantir dikin, ji ber ku dizanin nirxên me yên herî pîroz Serokatiya me û şehîdên me ne. Dewleta Tirk dixwaze îradeya gelê Kurd teslîm bigre, lê dewleta Tirk nizane ji vê saetê û şûnde nikare îradeya gelê Kurd teslîm bigire û teslîmyetê jî qebûl nake. Ji cenazeyê Egît Îpek bigire heta yê Axînan xistina pakêtan û bi rêya kargoyan radestkirina malbatên wan, bi rastî jî mirov dikare bêje hovîtiya herî mezin ya ku li dinyayê diqewime eve.”
Sarya Kaya di dewama axaftina xwe de diyar kir ku di şeran de kuştin çêdibin, şehîd çêdibin lê hovîtiya ku dewleta Tirkiye dike di ti şeran de nehatiye kirin û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Madem em dibêjin şehîd rûmet, nirx û her tiştê me ne, divê em vê neheqiyê qebûl nekin. Ji bo vê jî divê her Kurdek li kuderê dibe bila bibe, pêwîste dengê xwe bilind bikin û hewesta xwe diyar bikin. Em jî weke gelê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî, dayîk û bavên şehîd û şervanan vê hovîtiyê napejirînin. Em bang li tevahî gelê Kurd bi taybet dayîkan dikin ku li girtiyên zindanan, şehîd û şervanan, her wiha li Rêbertiya xwe xwedî derbikevin.”
Daxûyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.

0 Yorumlar