Ticker

10/recent/ticker-posts

Şêxên Herêma Mûsilê: Ji ber ku PKK’ê Iraqê parast, em spasiya wan dikin

Şêx û serok eşîrên Herêma Mûsilê êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Iraqê bi tûndî şermezar kirin û gotin: “Dewleta Tirk serweriya Iraqê binpê dike û êrişan pêktîne, divê Iraq pêşiya wan bigire. Em gelek spasiya PKK’ê dikin, PKK’ê ne tenê Mexmûr, tevahiya Iraqê parast.”

Armanc Herekol

Şêx û serok eşîrên herêma Mûsilê têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Iraqê û rolê PKK’ê di parastina Iraqê de ji ajansa me re axivîn û daxwaz ji Iraqê kirin da ku nehêlin dewleta Tirk serweriya Iraqê binpê bike.

‘Tirkiye zagon û serweriya Iraqê binpê dike’

Şêx Xelef Mehmûd Remezan ê ku ji eşîra Ebû Mûamer e, di destpêka axaftinên xwe de êrişên dewleta Tirk ên li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi tûndî şermezar kir û got: “Em êrişên hovane yên dewleta Tirk ên li ser Wargeha Mexmûrê bi tûndî şermezar dikin. Ji ber ku xelkê li wargehê sivîlin, ne çekdarin. Dewleta Tirk bi van êrişan sînor, zagon û serweriya dewleta Iraqê binpê dike. Sînorê Iraqê derbaz dike. Ev wargeh, parçeyek yê Iraqê ye. Pêwîste dewleta Iraq, êrişên dewleta Tirk bi tûndî şermezar bike, divê Iraq di vê mijarê de hinek gavan bavêje. Divê Iraq pêşiya van êrişan bigire û carek din êrişên li ser wargehê dubare nebin.”

‘Em li dijî parçekirinê ne’

Şêx Xelef di nava axaftinên xwe de anî ziman ku divê Hikumeta Iraqê serweriya xwe biparêze û dewleta Tirk sînoran derbaz neke û wiha pêde çû: “Divê Iraq hatina Tirkiyê ya li ser xaka Iraqê qedexe bike û nehêle ku dewleta Tirk yek gavê jî bavêje ser xaka Iraqê. Têkiliyên me yên dîrokî bi birayên me yên Kurd re hene. Ti ferq di navbera Kurd û Ereban de nîne. Em hemû li dijî parçekirina mezhebanin.”

‘PKK di Iraqê de xwedî rolekî girînge’

Herî dawî Şêx Xelef Mehmûd Remezan qala rola PKK’ê ya di parastina xaka Iraqê de jî kir û got: “Ji sala 2014’an ve rolekî pir mezin, wêrek û girîng ya hêzên PKK’ê li beramberî êrişên DAIŞ’ê di parastina Mexmûr û Iraqê de heye. Ev rolê wan ê parastinê pir berçav û zelal dihat dîtin. PKK’ê ne tenê wargeh parast, her parçeyek yê navçeya Mexmûrê parast. Em gelekî spasiya PKK’ê dikin ku di rojên teng de li kêleka hêzên pêşmegre û artêşa Iraqê cih girtin. Rolekî pir mezin ê PKK’ê di hemû pêngavên navçeya Mexmûrê de hebûn. Peyama min ji tevahî Kurd û Ereban re ewe ku bi yek destî li dijî êriş û hêzên terorîstî bisekinin.”

‘Ti ferqa me û penaberên Mexmûrê nîne’

Her wiha Şêx Cemal Cûmeylî yê ku ji eşîra Cûmeylî ye jî di serî de êrişên dewleta Tirk şermezar kir û têkildarî Wargeha Mexmûrê ev tişt bilêvkirin: “Gelê wargehê gelekî sivîl û karkerin. Di salên 90’î de ti têkilî û naskirinên me bi wargehê re nebûn. Me dizanî ku wargehek heye, lê weke din ti zanînên me li ser nebûn. Piştî ku dewleta Tirk êrişî mizgefta wargehê kir û şûnde em çûn wargehê me agahî standin. Me wargeh naskir û me dît ku gelê wargehê, rewşenbîr û xwedî zanistin. Em gelê wargehê wek gelê xwe hîs dikin û wisa nêz dibin. Em bi hev re li ser vê axê jiyan dikin, ji ber wê ti ferqa me nîne, em yekin.”

‘Divê Iraq li dijî êrişan bisekine’

Şêx Cemal di berdewamiya axaftinên xwe de da zanîn ku di şeva 7’ê Cotmeha 2023’an de dewleta Tirk êrişî mizgeftek a wargehê kiribû, piştî êrişî ew bi xwe hatibû wargehê û bi çavên xwe hovîtiya dewleta Tirk dîtibû û wiha behs dike: “Di dema ku dewleta Tirk êrişî mizgefta wargehê kirî de, ez bixwe hatim û min ji nêz ve şopand. Ev xelk, xelkekî sivîle. Em êrişên dewleta Tirk ên li ser wargehê şermezar dikin. Em wek şêx û rûspîyên eşîran, tevahî êrişên li ser wargehê şermezar dikin. Divê hikumeta Iraqê li dijî êrişên ser wargehê bisekine û alîkariya penaberên wargehê bike.”

‘PKK’ê Iraq ji êrişên DAIŞ’ê parast’

Herî dawî Şêx Cemal Cûmeylî jî ji ber rolê PKK’ê yên di şerê li dijî DAIŞ’ê de spasiya PKK’ê kir û wiha axaftinên xwe bi dawî kir: “Em gelek spasiya PKK’ê dikin, ji ber ku bi rastî jî PKK’ê gelê Iraqê ji êrişên DAIŞ’ê parastin. Di esasê de em Kurd û Ereb birayên yekin, ji bo wê divê em timî yekitiya xwe çêbikin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar