Çalakvanên çalakiya nobetê ya Wargeha Penaberan ya Mexmûrê destnîşan kirin ku pêwîste demil dest tecrîda girankirî were şîkandin û gotin: “Niha tişta ji me tê xwestin ewe ku em li pêvajoya heyî xwedî derbikevîn. Êdî dem hatiye pêwîste em li hemberî tecrîd, xiyanet û dagirkeriyê rabin ser xwe.”
Ji Adara 2021’an ve ku 33 meh li pey xwe hişt tU agahiyek ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne hatiye girtin. Ji derveyî agahî girtinê, dem dem ji bo giran kirina tecrîda li gireva Îmraliyê dewleta Tirk a dagirker bi hincetên cuda ‘cezayê disiplînê’ li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibire. Bi cezayên disiplînê hevdîtinên malbat û parêzerên Rêber Apo tên asteng kirin
Gelê Kurd û gelê ku azadiya xwe di fikir û îdolojiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dibînin gelek pêngav û çalakiyên cûrbicûr yên ji bo şikandina tecrîda girankirî û azadiya fîzîk ya Rêber Apo were mîsoger kirin hatin pêşxistin. Wargeha Penaberan a Mexmûrê jî li gorî pêngav û çalakiyên li seran serî Kurdistan û cîhanê ji bo Rêber Apo hatîn li darxistin, bi çalakiyên greva birçîbûn, çalakiyên nobetê, meş, dayîna semîneran û vedana konê çalakiyê beşdarbûna xwe ji van pêngav û çalakiyan re dan çêkirin.
Herî dawî jî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were mîsogerkirin, ji 20’ê Tîrmehê ve li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya nobetê berdewam dike. Her 5 roj carekê çalakvan dewr girtinê pêktînin û komek nû çalakiyê birêve dibe. Di çalakiyê de dem dem sînevîzyon tên temaş kirin, perspektîfên Rêber Apo tên xwendin, dengbêjî û stran têne gotin, herwiha têkildarî pêvajoyên nîqaş tên kirin û xelkê wargehê tê serdana çalakvanan. Çalakvan demek têr û tijî û bi gelecan di çalakiyê de derbaz dikin. Têkildarî vê mijarê çalakvanên koma 28’an ji ajansa me re axivîn.
‘Hemû ferdên civakê beşdarî vê çalakiyê dibin’
Leyla Hilalî di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser tecrîda giran kirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Em li vir ji bo tecrîda giran kirî ya li ser Rêbertiya xwe di çalakiyê de ne. Ev sê salan tecrîdek giran li ser Rêbertiya me tê meşandin. Hemû bêmafî û bêhiqûqî li hember Rêberê me tê pêkanîn. Ev çar heyve çalakiya me li vir berdewam dike. Em ji wek jin û wek dayîk cihê xwe di koma 28’an ya vê çalakiyê de digirin. Hemû ferdên civakê beşdarî vê çalakiyê dibîn. Li hemberî vê tecrîdê ci ji me bê xwestin emê pêkbînîn. Di çalakiyan de carnan em sînevîzyonên Rêbertî temaşe dikin, hindek kêliyan de xelk tên serdana me em bi wan re li ser pêvajoyê nîqaş dikin.”
Leyla di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî jinan kir ku xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbikevin û wiha got: “Niha tişta ji me tê xwestin ewe ku em li pêvajoya heyî xwedî derbikevîn. Êdî dem hatiye pêwîste em li hemberî tecrîd, xiyanet û dagirkeriyê rabin ser xwe. Divê em demek ji demek nêstir rabin ser xwe. Ez bang li tevahî jinên cîhanê û bi taybetî jî bang li jinên Kurd dikim ku em xwedî li ked û xebata Rêbertî ji bo jinê dayî meşandin derbikevîn.”
‘Tişta ku ji me tê xwestin emê bikîn’
Kamûran Mijînî jî da diyarkirin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan wê di nava çalakiyan de bin û wiha pêde çû: “Ev çalakiya me 20’ê Tîrmehê hatiye destpêkirin. Jin, ciwan, zarok û pîr herkes tên vir serdana çalakiya me dikin. Çalakiya me jî ji bo Serokatiyê ye. Di çalakiyê de dem dem sînevîzyon û perspektîfên Serokatî têne temaşe kirin. Heta ku tecrîda girankirî li ser Rêbertiya me hebe û Rêbertî bi fîzîkî azad ne be, emê çalakiyên xwe berdewam bikin. Tişta ku ji me tê xwestin emê bikîn.”



0 Yorumlar