Ticker

10/recent/ticker-posts

Xelkê Mexmûrê: Erdhejê gûmanên me yên têkildarî rewşa Rêber Apo zêdetir dike

Erdheja ku li Gemlikê bi pileya 5,1’an de çêbûyî, gûman û fikarên gelê Kurd yên di derbarê rewşa tenduristiya Rêberê Ocalan de hîn zêdetir kir. Bi vê boneyê li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) meşeke girseyî hate lidarxistin.

Erdheja ku bi pileya 5.1 li navçeya Gemlikê ya Bûrsayê pêk hatî, gûman û fikarên gelê Kurd yên di derbarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de heyî hîn zêdetir kir. Bi vê boneyê xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo agahiyekê ji rewşa Rêber Ocalan bê girtin meşeke girseyî lidar xistin.

Piştî xwedevan û xelkê wargehê li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn, meşeke girseyî lidar xistin. Di meşê de al û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û bênavber dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ hatin berzkirin. Şêniyên wargehê heta ber avahiya Netewên Yekbûyî (NY) meşiyan. Li wê derê beriya ku daxuyanî were dayîn ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê xelkê wargehê daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclîsa Gel ya Mexmûrê Filîz Bûdak ve hat dayîn.

Filîz Bûdak di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku bûyerên rû didin, kiryarên dewleta Tirk ya dagirker, NATO û hêzên hevgirtî yên ku bûyîn yek rûyê wan yê derewîn derdikeve holê û wiha got: “Her roj nûçeyên ku gûmanên me zêdetir dikin ji Îmraliyê tên. Duh bi nûçeyekê ku em di mejiyê me de hejandin re rûbirû man. Tê gotin ku li Bûrsa Gemlîkê, li Girava Îmraliyê ku dil û mejiyê me têde lêdixe erdhejek pêk hatiye û em agahiyê ji Rêbertiya xwe nagirin. Li vê derê polîtîkayên hêzên hevpar yê 15’yê Sibatê dixwazin di kesayetiya Rêbertiya me de qirkirinê li ser gelê Kurd bide pêkanîn û bi awayek fîzîkî ji holê rabike. Em ji vê erdhejê bi gûmanin, hêzên hevkar dixwazin li Îmraliyê çi bikin? Em baş dizanin ku dixwazin bi van kiryarên xwe peyamekî çawan bide gelê Kurd. Konsepta xwe ya înkar û tunekirina gelê Kurd hemû leza xwe xistine dewrê û gav paşde na avêjin. Di 27’ê Sibata 2020’an de agirê ku li daristan nêzî Îmraliyê pêketî, di salên 2008 heta 2009’an de bûyera ku jehrîkirina Rêbertî û herî dawî duh derdora saet 23:00’an de erdeheja ku li Bursayê pêkhatî ev hemû jî her ku diçe gûmanên me zêdetir dikin.

Ji serdema ku bi taybet îsal ji 10’ê Cotmehê û şûn de kampanyayên ji bo azadiya Rêbertî ji aliyê gelê Kurd û dostên Kurdan ve, ji aliyê rewşenbîr û hunermendan ve hatîn xistina rojevê û her kes dibêje ji bo ev serdem ji mirovahiyê re were qezenckirin, ji bo jin, ciwan û gelên bindest bigihijin azadiya xwe, her wiha ji bo xwezaya ku em tê de jiyan dikin ji talana hêzên hegemon rizgar bibe, pêwîstî bi paradîgmaya Rêber Apo ya Civaka Demokratîk, Ekolojîk û Azadixwaziya Jinê danî holê heye. Ji bo vê her kes li seranserî cîhanê bang dikin û dibêjin kêliyek ji ya din zûtir Rêber Apo bi awayê fîzîkî azad bibe, pêwîstiya vê sedsalê, pêwîstiya mirovahiyê bi fikir, felsefeya û paradîgmaya Rêber Apo heye. Dema ku ev pêngavên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo derkdikevin holê, dijminê hov her roj cezayên disiplînê, tecrîda girankirî li Îmraliyê dixe rojevê. Ev ber bi sê salan ve diçe ku bi tu awayî agahiyên me, parêzeran û malbata wî ji Rêbertiyê nîne. Em li vê derê bi qasî 60 milyon Kurd li pey fikta Rêber Apo dimeşin, li vê derê artêşekî fedayî yê Rêber Apo heye. Her hêza ku van hêzan ji nedîtî ve bê, guhê xwe lê bigire tevî vê kiryarên qirêj li Îmraliyê li ser Rêbertiya me pêk bîne, wê bi hêza jina azad ya têkoşera gelê Kurd û artêşa fedayî ya gelê Kurd re rûbirû bin.

Li gorî pisporên erdhejê dibêjin dibe ku di demên pêş de erdhejekî di pileya 6,4 de pêk were, ev wê felaketekî bi xwe re bîne. Erdheja ku duh çêbûyî ji aliyê pisporan ve tê gotin ku ev ya şiyariyê ye, ji ber wê yekê her kêliya ku em nefes digirin dibe li Îmraliyê tiştên cûda biqewime û her tişta ku li Îmraliyê diqewime hemû hêzên dagirker û komploger ji vê yekê berpirsyare. Her wiha bi qasî wana yên ku dibêjin em parêzvanên mafê mirovanin ew jî berpirsyarin. Ji bo vê banga me ji bo CPT ya ku dibêje ez komîteya pêşîlêgirtina êkenceya me pêwîste bi awayek exlaqî tevbigere. Heta ku Rêbertî bi fîzîkî azad nebe, em dest ji çalakiyên xwe bernadin.”

Piştî daxuyaniyê meş bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Bijî Serok Apo’ bidawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar