Ticker

10/recent/ticker-posts

Çalakiya Nobetê ya Mexmûrê di roja 138’an de didome

Çalakiya Nobetê ya ku di 20’ê Tîrmehê de ji bo şikandina tecrîd û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) hatiye destpêkirin di roja 138’an de bi koma 29’emîn de didome.

Çalakiya Nobetê ya ku di 20’ê Tîrmehê de ji bo şikandina tecrîd û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) hatiye destpêkirin di roja 138’an de bi koma 29’emîn didome.

Merasîma guhertina çalakiyê bi kombûna çalakvanan û xelkê wargehê ya li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê hat destpêkirin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 28’emîn Cîhan Kaplan axivî.

Cîhan Kaplan di axaftina xwe de çalakiya heyî li tevahî girtiyên zindana û tevahî gelê Kurd yê li her çar aliyê Kurdistanê pîroz kir û wiha got: “Ev demek dirêje agahî ji Serokatiya me nayê girtin. Em niha nizanin ka rewşa Serokê me çawaye. Ji bo wê jî heta em agahiyekê ji Rêberê xwe negirin, emê di nava çalakiyan de bin û emê çalakiyên xwe hîn berfirehtir jî bikin. Duh li aliyê Îmraliyê erdhej çêbû, ev erdehej ne xwezayî çêbûye, bi destê mirovan hatiye çêkirin. Dixwazin me fêrî bê Serokatiya me bikin. Me di ceribînin, bi salane heman rêbazê li ser me dide bikaranîn. Me sozek daye Rêbertiya xwe û em dîsa dubare dikin heta em Serokatiya xwe di nava xwe de nebinin, çi cûrên çalakiyan hebin, emê ji bo Serokatiya xwe bikin. Em bag li raya giştî jî dikin ku demildest agahiyekê ji Rêbertiya me bigire.  Yan jî bila CPT biçe Îmraliyê û hevdîtinekê bi Rêbetiya me re pêk bîne. Ji ber ku em ji rewşa Rêbertiya xwe bi gûmanin. Em bang li gelê Kurd yê her çar aliyê Kurdistanê jî dikin bila dakevin qadan.”

Piştî axafinê, çalakiya nobetê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ dewrî koma 29’emîn hat kirin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar