Ticker

10/recent/ticker-posts

Malbatên girtiyan: Em zarokên xwe bi tenê nehêlîn

Malbatên girtiyan yên li Mexmûrê, bang li tevahî gelê azadîxwaz û welatparêz, yên ku mafê mirovan diparêzin kirin ku li himberî zilama heyî bêdeng nemîne û li Rêber Apo û girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk de xwedî derbikevin.

Xurbet Tallî


Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên li zindanên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo azadiya Rêber Apo di navbera 27’ê Mijdarê û 15’ê Sibatê de, bi greva birçîbûnê ya dorveger tevlî pêngava ji bo azadiya Rêber Ocalan bûne. Çalakiya greva birçîbûnê li 104 girtîgehan hatiye destpê kirin. Têkildarî rewşê, malbatên du girtiyan yên ku niha li Wargeha Penabaran a Memxûrê jiyan dikin ji Rojnews re axivîn.

‘Cîhan bi giştî çavên xwe girtiye’ 

Xwişka girtiyê bi navê Kerem Bîlen, Pakîstan Bîlen destpêkê tecrîda girankrî ya li ser Rêber Apo şermezar kir û wiha axivî: “Bê gûman dema em îro rewşa Rêbertî temaşe dikin em dibînin polîtîkayên dijiminê xwînxwar bi taybet dewleta Tirk û hevkarên wan ku bi salane dixwazin gelê Kurd tine bikin, ev polîtikayek qirêj di kesayeta Rêbertî de li ser tevahî gelê Kurd û xwezaya Kurdistanê dide meşandin. Dema em li vê rewşê temaşe dikin, em dibînin rewşa Rêbertî ya îro raxistiye li ber çavê giştî cîhanê. Bi taybet ev şerê taybet yê di aliyê derûnî û fîzîkî de dewleta Tirkiye li ser Rêbertî dide meşandin. Her wiha li aliyê din jî bi rêyên ku rewşê hîn girantir dike wek jehrî kirina Rêbertî ku gelek caran ev pêkanîne, li aliyê din agir pêketina daristanan ya li nêzî cihê Rêbertî ku bi hêcetên cûr be cûr rewşa Rêbertî dixe xeteriyên hîn mezintir. Di van demên dawî de erdheja ku çêbûyî, ev bibe nebe mirov dikeve nava gûmanên cûda. Li rûxmê vê rewşa ku tê jiyankirin, nêzîkatiyên wan yên li himberî Rêbertî, em dikarin bêjin ji exlaq û wijdana civakê dûre. Di ti sîsteman de hiqûqek bi vî awayî li ser kesekê nehatiye pêkanîn û nikarin pêkbînin jî, lê li ser Rêbertiya me pêktînin û cîhan bi giştî çavên xwe girtiye.”

‘Dixwazin gelê Kurd bê Rêbertî bihêlin’

Bîlen di berdewama axaftina xwe de îşaret bi berfirehbûna pergala Netewa Demokratîk kir û wiha pêde çû: “Li hemû cihên ku em bêjin emê li ser pergala ku ji fikir û felsefeya Rêbertî pêktê perwerde bibînin û belavî cîhanê bikin, îro dibin êrişan de ne. Bê gûman ev êrişên ku çêdibin jî ji rewşa Rêbertî ne qut in, ji ber ku kiryarên îro li ser Rêbertî tê pêkanîn li ser tevahî gelê Kurd jî tên pêkanîn. Pêşdîtinên ku çêdibin sedemekî xwe yê girîng heye û rastiyê hîn zêdetir radixe ber çavan. Sedemê xwe yê bingehîn dewleta Tirk û hemû hêzên hegemon yên ku îro li gel wanin û vê polîtîkayê li ser gelê Kurd didin meşandine. Sedemê wê ewe ku gelê Kurd bê Rêbertî bihêlin û nehêlin ev paradîkma belav nebe. Ji bo ev paradîkma hîn zêdetir were belavkirin, reşwa Rêbertî were destgirtin û dawî li êrişên ku rojane li ser gelê Kurd tê pêkanîn bê anîn, kampanyayek ji aliyê gelê Kurd û dostên wan ve ‘ji Rêbertî re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ hatiye destpêkin. Îro li her cihî ev kampanya her ku diçe berfirehtir dibe. Girêdayî vê kampanyayê girtiyên me yên siyasî yên li giştî girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiye bi çalakiya gereva birçîbûnê beşdarî vê kampanyayê bûne. Ev greva birçîbûnê jî li ser bingehê ku bikaribin tecrîda li ser Rêbertî tê meşandin, ji holê rabike destpêkirine. Em dibînin ji 27’ê Mijdarê ve dest bi çalakiya greva birçîbûnê hatiye kirin û wê bi awayekî dorveger heta 15’ê Sibatê berdewam bike.”

Pakîstan Bîlen di dawiya axaftinên xwe de ev tişt gotin: “Wek malbata girtiyê bi navê Kerem Bîlen ku nêzî 25 salin di zindanê de ye ku ji roja 27’ê Mijdarê ve wekî hemû girtiyên din yên di çalakiya birçîbûne de ne, hewl didin dengê xwe bi wana re bikin yek ku em bikaribin vê rewşa heyî siviktir bikin. Li ser vî esasî wekî malbat banga me ji tevahî gelê Kurd bi taybet malbatên girtiyan re ewe ku em bikaribin hem li Rêbertiya xwe û hem jî li girtiyên xwe xwedî derbikevin.”

  ‘Wek tê xwestin em nikarin halê hev bipirsin’

Bavê girtiyê bi navê Mazlûm, Sedîq Ziravikî jî di destpêka axaftinên xwe de pêngava ku ji bo fîzîkî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya li Kurdistanê û derveyî welat hatî destpêkirin pîroz kri. Bi wê ve girêdayî girtiyên ku li zindanên Tirkiyê yên ku beşdarî vê pêngavê bûne jî ji dil û can silav kir û wiha peyîvî: “Ev nêzî hefteyeke hevalên girtî bi giştî beşdarî vê pêngavê bûne û di gireva birçibûnê de ne. Em hemû girtiyên ku li Bakurê Kurdistanê yên ku di zindanan de beşdarî vê pêngavê bûne silav dikin û piştgirî didin wana. Wek malbata Heval Mazlum ev şeş salin ti derfet nebûn ku em biçin serdana wana, tenê bi telefonê ye ew jî heftiyê carekê ye û wek tê xwestin em nikarin rewşa hev bipirsin. Li gorî em dişopînin û pirs dikin gelek malbatên ku girtiyên wan hene di vê pêvajoya ku em niha têde ne, zextek zêde li ser girtiyan tê pêkanîn. Wek tê xwestin nikarin bi hev re hevdîtinan pêkbînin û daxwazên xwe bînin ziman. Mînak; Gelek caran girtî pirtûkan dixwazin, me bixwe jî gelek pirtûk rêkirin lê çendek şûnde vegerandin, her wiha em cilan rêdikin ew jî yên ku naxwazin, nadin wana. Yanî tişta ku ew dixwazin wiya li ser girtiyan ferz dike.”

‘Li himberî zilma heyî bêdeng nemîne’

Sedîq di dewama axaftinên xwe de îşaret bi nêzîkatiyên dewletê yên di zindanan de li ser girtiyan kir û wiha domand: “Em carekê bi telefonê li gel Mazlum axivî ne me got, çima hûn bixwe her tiştî ji xwe re na kirin wek xwarin û vexwarin? Got;  Tişta ku em dixwazin ji me re na înin, dema em tiştekê dixwazin ew  tiştek din tînin. Yanî nêzikatiyek wek xwe dixwazin, tê zanîn sîstema heyî wek bêjin em gelê Kurd bi temamî tine bikin. Ji bo vê em bang li hemû cîhanê dikin yên ku dibêjin em mafê mirovan diparêzin, vê zilma heyî ji nedîtîve ne bînin. Bila gelê me yê Bakur bi taybet girtiyên xwe bi tenê nehêlin, eger em her yek di aliyê xwe de dengê xwe bilind bikin emê bikaribin vê tecrîdê bişkênin.”

Sedîq Ziravikî di dawiya axaftinên xwe de bang li tevahî gelê azadîxwaz û welatparêz, yên ku mafê mirovan diparêzin kir ku li himberî zilma heyî bêdeng nemîne û li girtiyan xwedî derbikevin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar