Ticker

10/recent/ticker-posts

Hevserokên Meclisa Mexmûrê: Ji bo pêşiya fermanan bê girtin dengê xwe bidin PADÊ

Hevserokên Meclisa Gel a Wargeha Mexmûrê têkildarî hilbijartinên 18’yê Kanûnê yên Encûmenên parêzgehên Iraqê gotin; “Ji bo ku carek din ferman û êriş li ser civaka Şengalê pêkneyên, dengê xwe bidin Partiya PADÊ. Di Partiya PADÊ de îradeya jin, ciwan, ol û baweriyan heye. ”

Armanc Herekol

Hilbijartinên 18’yê Kanûnê yên Encûmenên parêzgehên Iraqê nêz dibe. Têkildarî hilbijartinan Hevserokên Meclisa Gel a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Filîz Bûdak û Yûsûf Kara ji ajansa me re axivîn û piştgiriya xwe bi Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) re dan nîşandan.

‘Partiya PADÊ partiya gelê Êzidî ye’

Hesverokê Meclisa Gel a Wargeha Mexmûrê Yûsûf Kara di destpêka axaftinên xwe de ji tevahî xebatkarên PADÊ re serkeftin xwest û ev peyam da: “Wek tê zanîn di demek nêzik de, li Iraqê hilbijartinek heye. Em wek gelê Mexmûrê piştgirî didin partiya xwe ya PADÊ. Ji bo wê em dixwazin, hem gelê Şengalê û hem jî gelên din, piştgirî bidin PADÊ. Partiya PADÊ partiya gelê Êzidî û gelê azadîxwaze. Ji bo ku fermanek din li ser gelê Şengalê pêkneyê û gelê Şengalê xwedî li vîna xwe derbikeve, dengê xwe bidin partiya xwe ya PADÊ.”

‘Hevgirtina gelan wê bibe wesîleya jiyanek azad’

Yûsûf Kara di derdewamiya axaftinên xwe de anî ziman ku Partiya PADÊ deng û rengê civaka Şengalê ye û wiha pêde çû: “Ji bo ku Partiya PADÊ, li Şengal û seranserî Iraqê xwedî li mafê gelê Şengalê derbikeve, divê gelê me dengê xwe bidin PADÊ. Partiya PADÊ hêviya çareserkirina pirsgirêkên Şengalê ye. Ne tenê gelê Şengalê, tevahî kesên ku dengê xwe bikar tînin, divê xwedî li partiya xwe ya PADÊ derbikevin. Li ser vê yekê em dûbare bang li gelê Kurd û gelê Ereb dikin, ji bo ku pêşiya fermanên nû bê girtin û civak azad be, dengê xwe bidin PADÊ. Hevgirtina gelan wê bibe wesîleya jiyanek azad. Em jî wek gelê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî, piştgirî didin PADÊ.”

‘Ji bo pêşî li fermanan bê girtin, dengê xwe bide PADÊ’

Her wiha Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê Filîz Bûdak jî axivî û di serî de diyar kir ku ji bo carek din êrişên li ser gelê Êzidî tên pêkanîn encam negire, dengê xwe bidin PADÊ û wiha axivî. “Gelê me yên Şengalê piştî 2014’an û şûndê karî bi rêbaza Xweseriya Demokrastîk û Netewa Demokratîk xwe komî serhev bike. Xwe bi vê pergalê rêxistin kir û bû xwedî hêz. Ji bo ku çand, huner, pergal û xwesertiya gelê Şengalê bê parastin û fermanên nû li ser gelê me neyê pêkanîn, xwedî li Partiya PADÊ derbikevin û dengê xwe bidin kesên ku PADÊ destnîşan kirî.”

‘Ji bo yekitiya Kurd û Ereban, piştgirî bidin PADÊ’

Herî dawî Filîz Bûdak bal kişand li ser girîngiya PADÊ ji bo gelê Şengalê û wiha axaftinên xwe domand: “Tevahî gelê me yên azadîxwaz divê dengê xwe bidin PADÊ. Di PADÊ de îradeya jin, ciwan, civak, ol û baweriyan heye. Her wiha di bin wê sîwanê de, gel parastina xwe ya cewherî pêktîne û xwedî li axa xwe derdikeve. Ji bo ku carek din komkujî neyê pêkanîn û gelê me bi baweriyên xwe jiyan bikin, divê gelê me dengê xwe bide PADÊ. Her wiha em bang li gelê Ereb jî dikin, ji bo jiyanek azad û civakek demokratîk, yekitiya Kurd û Ereban hebe dengê xwe bidin PADÊ.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar