Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja 143’an de bi koma 30’emîn didome.
Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmehê de ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja 143’an de bi koma 30’emîn didome.
Merasîma guhertina çalakiyê, bi kombûna çalakvan û xelkê wargehê ya li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî cangoriyên azadiyê hat destpêkirin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 29’emîn Qiymet Nerexî axivî.

Qiymet di destpêka axaftinên xwe de tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo bi tûndî şermezar kir û got: “Em wek jinên Kurd xwedî li Rêberê xwe derdikevin û Rêber Apo xeta me ya sore. Em wek Saziya Wexfa Jin a Mexmûrê, çalakiya xwe diyarî Rêber Apo û tevahî girtiyên azadiyê dikin. Em heta ku Rêberê xwe bi fizîkî azad nekin, em dest ji têkoşîna xwe bernadin. Emê ji bo Rêberê xwe têbikoşin. Jin sekna xwe diyar dikin û divê hîn zêdetir têkoşîn bê kirin. Tenê Rêber Apo dikare pirsgirêka jin çareser bike. Wek jin divê em li dora Rêber Apo bibin xelekek ji agir. Em ji koma nû re serkeftinê dixwazin.”
Piştî axaftinê, çalakiya nobetê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Jin Jiyan Azadî’, ’Bijî Berxwedana Îmralî’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ dewrî koma 30’emîn a jinên ciwan hat kirin.

0 Yorumlar