Ticker

10/recent/ticker-posts

Mamostayên Mexmûrê: Gelê Kurd ji mafên xwe bê par hatiye hiştin

Mamosteyên Wargeha Mexmûrê têkildarî roja mafên mirovan ya cîhanî axivîn û diyar kirin ku ew weke gelê Kurd li himberî hiqûqa navnetewî, li himberî parastina mafê mirovan ya gerdûnî di rewşekî herî xirab de jiyan dikin û ev bang kirin: “Em bang li hemû saziyên mafê mirovan, kesên azadîxwaz û demokrat  dikin ku li erk û berpirsyartiyên xwe xwedî derbikevin.”
Xurbet Tallî

Mamostayên Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têkildarî 10’ê Kanûnê ango roja mafê mirovan ya cîhanî ji Rojnews re axivîn.

‘Tenê hîvîdayîna mirovane’

Mamosta Hezar Nerexî di destpêka axaftinên xwe de diyar kir ku danezana mafê mirovan ya cîhanê di 10’ê Kanûna 1948’an de li Parîsê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatiye îlankirin û wiha peyîvî: “Rastiyeke ku di wê demê de xwestine pêşbixin, piştî şerê cîhanê yê duyemîn koçberî û kuştinên ku derdikeve li vêderê dixwazin rastiya ku heyî bi desthilatdarî yan jî ji bo balê bikişînin aliyê xwe, di bin navê mafê mirovan de xwestine peyamekî wisa bidin giştî cîhanê. Di wir de sih xalên ku hatine erêkirin, hinek ji wan xalan weke mafê sivîl, ol, çand, netewe ku di hemû welatên cîhanê bikaribin were parastin û her kes ji viya sûd bigre. Lê ya ku tê jiyankirin de ti eleqeya xwe bi rastiyê re tineye. Ji ber ku em dibînin di gerdûnê de bêmafî, kuştin, her wiha pêlên penaberiyê, komkûjî, dagirkerî û êrişên qirkirinê her ku diçe zedetir dibe. Eger saziyekî bi navê mafê mirovan hebe jî li gorî tê dîtin ji van bê mafiyan re ne bûye bersiv. Heta mirov dikare bêje ev xapandineke û tenê hîvîdayîna kesane, her wiha hîn zêdetir mirovan bi komkûjî, helandin, penaberî û qirkirinê re mijûlkirine. Di gerdûnê de em dibînin herî zêde desthilatdarî pêşdikevin. Li wêderê herî zêde binpêkirina mafan, binpêkirina çand, ol û netewan derdikeve pêş.”

‘Em bi pirrengiyê vêya bi serbêxin’

Hezar Nerexî di dawiya axaftinên xwe de îşaret bi mafê gelê Kurd jî kir û wiha domand: “Li vêderê herî zêde di aliyê mafdayîn, parastin û çanda gelê Kurd, her wiha hemû gelên ku di bin desthilatdariyê de hatine perçiqandin bi zelalî bîbîne. Wek girtiyekî siyasî Rêber Apo ku ev 25 salin di zindana Îmraliyê de her ku diçe hîn zêdetir mafê Rêbertî tê binpêkirin, ji vê jî mirov baş fêhm dike bi ti şêwazî saziyekî mafê mirovan li holê nîne. Saziya Mafê Mirovan tenê ji bo hîn zêdetir desthilatdariya xwe xwirtir bike dikeve dewrê. Di rastiyê de weke me gotî ti saziyek ya mafê mirovan nîne, ji ber ku heta niha ti peymanekî wî neketiye meriyetê. Ji bo ev were pêkanîn divê serîrakirinek hebe, ne bi yek reng û deng divê em bi pirrengiyê vêya bi serbêxin.”

‘Gelê Kurd ji hemû mafên xwe yê rewa bêpar mane’

Mamosta Abdullah Kapar jî di derbarê heman mijarê de axivî û diyar kir ku roja 10’ê Kanûnê ya ku weke roja mafê mirovan ya cîhanî hatî îlankirin, gelê Kurd ji hemû mafên xwe yê rewa bêpar mane û wiha got: “Em weke gelê Kurd li hemberî hiqûqa navnetewî, li himberî parastina mafê mirovan ya gerdûnî di rewşekî herî xirab de jiyan dikin. Wek gelê Kurd emê heta dawiyê li hemberî vê sîstemê di nava têkoşînê de bin, ji ber ku em dizanin sîstema hiqûqê ya ku îro serdeste, ji bo gelê Kurd maf, azadî û demokrasî bi ti şêweyî nayê dayîn. Em wek gelê Kurd ji mafê xwe yê mirovî, civakî û netewî bêpar hatine hiştin, welat hatiye çar parçekirin, hemû mafên wan yê rewa ji destê wan hatiye girtin. Bi taybet di rojek wiha de kesên mafnas, yên ku ji bo mafê mirovan tekoşînê dikin pêwîste ji her kesê zêdetir gelê Kurd bibîne. Ji ber ku heta pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, bi ti awayî cîhanekî ku em bêjin mafê mirovan ketiye bin garantiyê, emê nikaribin behsa têgehên weke demokrasî, aşîtî û azadiyê ku di vê cîhanê de pêkhatiye bikin. Ji ber ku rewş û realîteya gelê Kurd ji aliyê cîhanê û dagirkerên cîhanê ve bi ti awayî nayê naskirin. Yek ji mînakên herî ber bi çav di roja me ya îro de di kesayeta Rêbertî de tecrîda ku tê jiyankirin îsbat û delîla vê yekê ye ku ji bo gelê Kurd îradeya siyasî, mafê civakî, netewî, mafê azadî û demokrasî ji bo gelê Kurd nayê naskirin.”

‘Bi erk û berpirsyartiyên xwe rabin’

Kapar bi van gotina dawî li axaftina xwe anî: “Em bang li hemû saziyên mafê mirovan, kesên azadîxwaz û demokrat, her wiha em bang li hiqûqa Ewropa ya ku dibêje em mafê mirovan diparêzin dikin ku li erk û berpirsyartiyên xwe xwedî derbikevin. Gelê Kurd yê ku bi salane di bin dagirkeriyê de jiyan dikin, gelekî wek gelê Kurd yek ji gelên herî kevnar yê Rojhilata Navîne. Di roja me ya îro de ev dagirkerî, zilm û zordariya ku li ser tê meşandin, ji wêrankirina gundan bigre heta hemû îradeya gelê Kurd tine hesibandin. Li beranberî vê yekê pêwîste bi hemû awayî ji bo naskirina maf û azadiya gelê Kurd bi erk û berpirsyartiyên xwe rabin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar