Li Wargeha Penaberana a Şehîd RÛstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya nobetê ya ku bi armanca şikandina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya di 20’ê Tîrmeha 2023’an de hatiye destpêkirin, bi komek nû dewam dike.
Li Wargeha Penaberana a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya nobetê ya ku bi armanca şikandina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya di 20’ê Tîrmeha 2023’an de hatiye destpêkirin, bi komek nû dewam dike. Beriya ku merasîma dewirgirtinê bê kirin, ji bo tevahî cangoriyên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 27’an Hevberdevkê Saziya Malbatên Şehîdan Mûrad Encû axivî.
Mûrad Encû girtiyên PKK û PJAK yên ku ketine greva birçîbûnê silav kir û wiha axivî; “Em wek xelkê wargehê heta dawiyê piştgiriya wan dikin. Heta azadiya Rêber Apo û Kurdistanê çi ji destê me were emê pêk bînin. Weke hûn jî dizanin di demên dawî de ji aliyê îstixbarata Japonya ve PKK ji lîsteya ‘rêkxistinên qedexe’ hatiye derxistin, ev jî gavek girînge. Em di wê hêvî û baweriyê de ne ku hemû dewletên ku PKK xistiye lîsteya ‘rêkxistinên qedexe’ di demek nêzîk de derbixin. Em jî wek xelkê wargehê wê sozê didin ku heta azadiya Rêbertî û Kurdistanê emê li ser rêya Rêbertî û şehîdan bimeşin.”
Piştî axafitinê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ Bê Serok Jiyan Nabe’ koma 28’an çalakî dewir girt.

0 Yorumlar