Ticker

10/recent/ticker-posts

Şehîdê ked û demokrasiyê Sedîq Benek li Mexmûrê hat bîranîn

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê Sedîq Benek yê ku 28 sal bûn mamosta bû û di 25’ê Mijdarê de ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da, wek şehîdê ked û demokrasiyê hat îlankirin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Mamosta Sedîq Benek yê ku ev 28 salin di penabertiyê de mamostayiya xwedevanên penaber dikir û di 25’ê Mijdarê de ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da, wek şehîdê ked û demokrasiyê hat îlan kirin.

Merasîma bîranînê li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi amadebûna xwendevan, gelê wargehê bi girtina deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê tevahî şehîdên doza azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê nasnameya şehîd hat xwendin û li ser navê Komîteya Perwerdê Mamosta Yusuf Sîdar axivî.

Yusuf Sîdar di destpêka gotinên xwe de di kesayeta Şehîd Sedîq Benek de hemû şehîdên azadiya Kurdistanê bibîranî û wiha got: “Di arifeya salavegera cejna vejînê de îlan kirina şehîdên xwe wateyek cûda dide. Ji ber ku ev roj vejîn û mîlada gelê Kurde û rastiya jiyana me jî vê îfade dike. Wek di nasnameya mamosta de jî diyar dibe destpêkê rêxistinê nas dike. Bi naskirinê re jî beşdarbûna wê ya xebatê çêdibe. Bê guman dema em dibêjin welatparêzî erk û berpirsiyatiyên welatparêziyê û mercên welatparêziyê evin. Mirov ji dil û can xwe beşdarî xebatê bike û ji xebatê qût nebe heta serkeftinê yan jî dawiya jiyana xwe mercek yê sereke yê welatparêziyê ye. Em dikarin bibêjin mamosta Sedîq erk û berpirsyartiyên xwe yên welatparêziyê pêkaniye. Mamosta ji ber zilma dewletê di salên 1988’an de penaberî metrepolên Tirkiyê dibe. Li wan deran jî naskirina xwe ya bi têkoşînê re didomîne, li wir jî dest bi xebatê dike. Dema ku penaberên Bakur berê xwe didin Başûrê Kurdistanê, mamosta Sedîq jî bi malbata xwe re derbasî Başûrê Kurdistanê dibe.”

Mamosta Yusuf Sîdar di berdewama axaftinên xwe de dilsoziya Mamosta sedîq ya bi rêxistinê re vegot û wiha pêde çû: “Di wargehên destpêkê de beşdarî kar û xebatên perwerdekirina zarokên penaber dibe. Mamosta Sedîq bingehê perwerdeya wargehê danî. Bê guman mamosta Sedîq bi xebatên perwerdê tenê ve sinordar nedima. Keda mamosta û şehîdên me vê datîne pêşiya me ku em wek gelê wargehê erk û berpirsiyartiyên xwe welatparêzî rabin. Şahadeta van hevalan ji bo me dibe rênîşaneyek. Em divê baweriyê dene wê tevahî gelê me li gorî şayanê ruhê van şehîdan tevbigerin.”

Her wiha li ser navê malbata Şehîd Sedîq Benek jî jin biraya wê Nûran Sezgîn axivî.

Nûran Sezgîn di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê bibîranî û wiha got: “Vegotina Mamosta Sedîq wek ferdek yê malbatê ji bo min gelek zehmete. Min mamosta Sedîq di sala 1992’an de naskir. Tişta ku di mamosta de min bandor kirî girêdana wî ya bi doza azadiyê re bû. Ruhê welatparêzî yê mamosta Sedîq hertim ez bandor dikirim. Ti caran di kar û xebatên xwe de ferq û cûdahî ne dikir. Em wek malbat soz didin emê heta dawî şopdarê rêya şehîdên xwe bimînin.”

Merasîm bi dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar