Li Wargeha Penaberan ya Mexmûrê Cejna Vejînê ya 27’ê Mijdarê bi dirûşmeya ‘Bi Ruhê Fedayî yên Apoyî, Em Cejna Vejînê Pîroz Dikin’ bi coş û xuroşekî mezin hatE pîrozkirin.
Li Wargaha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi boneya 45’emîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK), di bin dirûşmeya ‘Bi Ruhê Fedayî yên Apo yî, Em Cejna Vejînê Pîroz Dikin’ şahiyek hate lidarxistin. Şahî li Navenda Çand û Hûner ya Mexmûrê pêk hat. Qada şahiyê bi alên PKK’ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hatin xemilandin.
Şahî bi hatina xwendevan, xelkê wargehê û mêvanên ji derve, bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên doza Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser wate û girîngiya rojê Hevseroka Meclîsa Gel ya Mexmûrê Filîz Bûdak axaftina vekirinê kir.
Bûdak di destpêka axaftina xwe de cejna vejînê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şervanên azadiyê û tevahî gelê Kurd pîroz kir û wiha got: “Me bi PKK’ê re têkoşîna li hemberî koledariyê nas kir. PKK mirasê Fermandar Heqî û Sara’yane. Me bi PKK’ê re dest bi têkoşîna jinê ya sedsalê kiriye. Emê bi PKK’ê re azadiya Kurdistanê û jinê bi dest bixin. Em gav bi gav têkoşîna xwe ber bi pêş ve dibin. Di dîroka PKK’ê de kêlî bi kêlî serkeftinên nû tên bidestxistin û ev jî ruhê PKK’ê ye. Em 45’emîn salvegera damezrandina hebûn û xebûna xwe ya gelê Kurd, li Rêber Apo û tevahî gelê Kurd pîroz dikîn.”
Piştî axaftina Filîz Bûdak perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên têkildarî damezrandina PKK’ê hate guhdarkirin.
Herwiha Berpirsê Melbenda Qereçûx ya YNK’ê ya Navçeya Mexmûrê Xazî Feysel ji bo 45’emîn salvegera damezrandina PKK’ê ev peyam da: “Biboneya vê rojê, em pîrozbahiyên germ pêşkêşî gelê Kurd, PKK’ê û YNK’ê dikin. Bi navê Serdar Siyamed û hemû hevalên xwe yên malbenda Navçeya Mexmûrê, ji bo pîrozbahiya vê şahiyê, em li virin. Salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li hemû gelê Kurd pîroz be. Roja damezrandina PKK’ê ji bo gelê Kurd derketina rojek nû ye.”
Li ser navê rêkxistina Partiya Komunîsta Kurdistan ya Navçeya Mexmûrê Cewher Sîdar jî ev peyam da: “Têkoşîna azadiyê bi hezaran qûrbanî daye û heta niha jî qûrbaniyan didin. Di van şert û mercan de yekbûn û yekîtiya netewî bingihê serkeftinê ye. Em dubare vê rojê li we tevahiyan pîroz dikin.”
Şêx Icêl yê ku ji eşîra Bilbaze, ji bo wate û girîngiya rojê ev peyam da: “Peyama me, azadiya gelê Kurd ya her çar aliyên Kurdistanê ye. Pêwîste li her çar aliyên Kurdistanê gelê Kurd yek reng û yek deng bin. Em hemû şehîdên Kurdistanê bibîrt înin.”
Piştî peyaman, govenda jinên Ciwan ya Koma Şehîd Vejîn hat ser dikê û reng da pîrozbahiyê.
Herwiha piştî wê hûnermend Xelîl Akinci jî hat ser dikê û bi stranên xwe xelkê coşa xelkê wargehê bilind kir.
Bi wê ve girêdayî koma govendê ya zarokan hat ser dikê û piştî wê Koma Jînim Jiyanim û Koma Tevçand û Stêra Zêrîn derketin ser dikê û bi hûnera xwe coşek mezin dan şahiyê.
Herî dawî şahî bi gerandina govendê bi moralek mezin pîrozbahiya 45’emîn salvegera damezrandina PKK’ê ya li Wargeha Penaberan ya Mexmûrê bidawî bû.





0 Yorumlar