Ciwanên Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 45’emîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bi meşeke meşaleyî pîroz kirin.
Meşa ciwanan li ber deriyê dibistanan, bi tevlîbûna bi hezaran xwendevan, ciwan û xelkê wargehê, bi pêxistina meşaleyan destpê kir. Di meşê de diruşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Partiya Karkerên Kurdistan’ hatin berzkirin.
Ciwan û xelkê wargehê di nava wargehê de bi du aliyan ve meşiyan û meşê heta çiyayê dikeve pişt wargehê dom kir. Li wê derê agir hate pêxistin û govend hat gerandin.
Herwiha fîşekên hewayî hatin teqandin û bi coşekî mezin 45’emîn salvegera damezrandina PKK’ê hat pîrozkirin.
Têkildarî pîrozbahiyê ciwana bi navê Şînda Bûlût ji ajansa me re axivî. Bûlût 45’emîn salvegera damezrandina PKK’ê bi dil û can pîroz kir û got: “Me wek ciwan û xwendevanên wargehê meşek meşaleyî lidar xist û bi vê boneyê em 45’emîn salvegera damezrandina PKK’ê pîroz dikin. Ev roj li Rêber Apo, gelê Kurd û tevahî mirovahiyê pîroz be.”

0 Yorumlar