Şandeyek ku ji 9 serok eşîrên herêma Mûsilê pêk dihatin, serdana Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî kirin. Di nava şendeyê de Şêx Reşîd Mehllhel ji eşîra Şemer, Ebdurehman Xelef eşîra Cibûrî, Şêx Mihemed Selamê Mehmed ji eşîra Cibûrî, Şêx Ehmed Mihemed Hemûd ji eşîra Cibûrî, Şêx Hisên El Eyûb eşîra Seydanî, Şêx Cemalîd Cemaylî eşîra Cemaylî, Şêx Xelef Mehmud Remedan ji eşîra Lihêbî, Şêx Nayîf Derwêş Salih ji eşîra Cibûrî, Mamosta Semîr Hisên Ekelel ji eşîra Lihêbî û berpirsên Malbenda YNK’ê ya navçeya Mexmûrê Xazî Feysel amade bûn.
Şande destpêkê li Saziya Têkiliyên Derve ya Mexmûrê li gel rêveber û rûspiyên Mexmûrê civiyan. Di civînê de her du aliyan nîqaşên berfireh yên di derbarê rewşa wargehê û êrişên li ser wargehê kirin. Serok eşîran nerazîbûnên xwe yên li hemberî êrişên li ser wargehê û keyxweşiya xwe ya dîtina wargehê anîn ziman.
Piştî gotûbêjên herdu aliyan şandeyê serdana konê sersaxiyê yê Şehîd Feryad Buldan û konê sersaxiyê yê Mamosta Sedîq Benek kirin û ji her du malbatan re sersaxî xwestin. Têkildarê serdana xwe Mamosta Nayîf Derwêş Salih axivî.

Mamosta Nayîf Derwêş Salih di destpêka axaftina xwe de keyfxweşiya xwe ya hatina Mexmûrê anî ziman û got: “Gotinên ku me di derbarî wargehêd de ji ragihandinên dijber dibihistin gelek ji dîtina wargehê cûdatir bû. Di hat gotin ku ev mirov mirovên zilmkar, kujer û şerkerin. Lê me dît ku ev gel gelek aştî xwaze, birûmet û xwedî mafin. Pêwîste hikûmeta Iraqê pêdiviyên vî gelî pêşwazî bike, Ji ber ku parçeyek ji gelê Iraqê ne. Em û ev gel di heman demî de di yek çeperê de ne. Ti ferq û cûdahî di navbera Kurd û Ereban de tine ye. Em hemû jî zarokê yek gel û yek civakêne. Cihê dil êşiyêye ku zarokên vî gelî bê xwedîne û bê pêwîstiyên tendirûstî mane. Em gelê Iraqê mirovên mêvan perwerin, divê em bi erkê xwe rabin. Ji ber ku daxwazên wan gelek sade û hêsanin. Em bang li hikumeta Iraqê dikin ku xwedî li wan derbikeve û pêwîstiyên wan pêşwazî bike. Xwezî civaka Iraqê derfetên wan hebûna ku vî gelî ji nêz ve nas bikira. Matmayî mam ji ber ku min dîtin ev gel astek wan ya rewşenbîrtî, zanabûn û xwedî dozekî rastin. Ew jî bûne parçeyek vê civakê. Ez bi rêya ajansa we bang li tevahî kesayetan dikim ku bên vî gelî ji nêz ve nas bikin û di hemû aliyan de alîkariya vî gelî bikin. Kî çi ji destê wî bê divê ji bo vî gelî bike.”

Her wiha Endamê Saziya Têkiliyên ji Derve ya Mexmûrê Bêwar Unver jî têkildarî hatina şandeyê axivî û got: “Wek tê zanîn şandeyek ji birayên me yên Ereb ên ku ji serok eşîrên Herêma Mûsilê pêktê serdana Mexmûrê kirin. Serdana wan li ser daxwazên me pêkhat. Wek gelê wargehê ev 25 salin em li vir bi gelê herêmê re di nava aramiyê de jiyan dikîn. Me jiyana xwe li ser felsefeya netewa demokratîk ya Rêbertî pêxistî avakiriye. Biratiya gelan projeyek ya Rêbertiye û li gelek cihan jî tê pêşxistin. Li ser vê bingihê emê hevdîtinên xwe yên bi gelên herêmê re bidomînîn.”

0 Yorumlar