Ticker

10/recent/ticker-posts

‘Armanca çalakiya me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye’

Çalekvanên ku li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çalakiya nobetê de ne, diyarkirin armanca çalakiya wan azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalane û bang li gelê Kurd kirin ku xwedî li Rêber Apo derbikevin.


Ji bo şikandina tecrîd û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan we re mîsoger kirin, ji 20’ê Tîrmeha 2023’yan ve çalakiyek ya nobetê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) hatiye destpêkirin û hîna jî didome. Çalakvanên çalakiya nobetê yên koma 25’an ji ajansa me re axivîn û bang li gelê Kurd kirin ku xwedî li Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbikevin.

‘Emê heta azadiya Rêbertiya xwe di nava çalakiyan de bin’

Çalakvanê bi navê Şiyar Erkendî di destpêka gotinên xwe de diyar kir ku armanca çalakiya wan fîzîkî azad kirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalane û wiha got: “Armanca çalakiyê şikandina tecrîta girankirî ya li ser Rêbertiya me ye. Emê heta azadiya Rêbertiya xwe di nava çalakiyan de bin. Li ser vê bingehê em bang li tevahî gelê welatparêz yên ku dibêjin em xwedî wijdanin pêwîste li vê çalakiyê bibin xwedî. Em 27’ê Mijdarê cejna vejînê li Rêber Apo û hemû gerîlayên azadiyê pîroz dikin.”

‘Dem dema bi fîzîkî azad kirina Rêbertiye’

Her wiha dayîka Basîme Sipêrtî jî destnîşan kir ku wê wek jin heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava çalakiyan de bin û wiha pêde çû: “Ev demeke tecrîtek giran li ser Rêberê me tê meşandin. Em wek jin ji bo azadiya Rêbertî çi bikeve ser milê me eme bikin. Em dixwazîn wek her kesê Serokê xwe di nava xwe de azad bibinîn. Em wek şêniyên wargehê bang li tevahî gelê Kurd dikin ku xwedî li Rêbertî derbikevin. Heta em azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe mîsoger nekin, rawestan ji bo me herame. Tu kesê mîna Rêbertî nirx nedaye jinê. Divê jin jî ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînê bike. Dem ne dema runiştinêye dem dema bi fîzîkî azad kirina Rêbertiye.”

‘Emê li vir li ser lingan bin’

Çalakvanê bi navê Salih Îke jî di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Armanca çalakiya me fîzîkî azad kirina Rêber Apo ye. Ev demek dirêje di qada navnetewî û wargehê de çalakiyên me berdewam dikin. Ev demek dirêje me bi ti awayî agahî ji Rêbertiya xwe negirtiye. Em hemû hêzên di girankirina tecrîd û komployêde rol dileyîzin şermezar dikin. Heta çalakiya me bi encam nebe emê li vir ser lingan bin. Em bang li tevahî gelê welatparêz û xwedî wijdan dikin ku heta fîzîkî azadiya Rêber Apo neyê bi destxistin di qada navnetewîde çalakiyên xwe nedin rewestandin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar