Ticker

10/recent/ticker-posts

Ji bo Şehîd Feryad Buldan konê şînê hat vedan

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo Şehîd Feryad Buldan yê ku li Rojavayê Kurdistanê di êrişa balefirên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibû, konê sersaxiyê hat vedan.


Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo Şehîd Feryad Buldan yê ku li Rojavayê Kurdistanê di êrişa balafirên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibû, konê sersaxiyê hat vedan. Konê sersaxiyê ji aliyê gel û saziyên wargehê ve hat ziyaretkirin. Beriya ku axaftin were kirin, di kesayeta Şehîd Feryad de ji bo tevahî şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirinê li ser navê xelkê wargehê Ehmed Şehbaz axivî.

Ehmed Şehbaz di destpêka axaftina xwe de, di kesayeta şehîd Feryad hemû şehîdên Kurdisyanê bi bîr anî û wiha got: “Wek gelê Kurd yê ku dilê wî ji bo mirovatiyê, ji bo azadiyê lêdide helbet ji bo welatê xwe ji bo çand, ziman û hebûna xwe di Kurdistanê de jiyan bikin malbatên me yên hêja bedelên giran didin. Ji ber wê welatek bê xwîn nabe bigihije azadiyê. Her çar aliyên me dijmin dorpêçkiriye, ji bo vê jî yê ku herî zêde bedel bide mirovê xwedî hesiyet, welatparêz û Kurdê ku ji Kurdîniyê hesdike wê bedelên weke Feryadan bidin. Feryad ciwanek bû, lê hizir û ramanên wî ji ciwantiya wî hîn mezintir bû, ji ber ku didît hovîtiyek li ser gelê wî û mirovatiyê heye, ev yek hezim nekir û li kêleka dayîk û bavê xwe ne rûnişt, jiyanek hêsan ji bo xwe peyda nekir. Dît ku ya herî giranbiha ji bo Feryad welatê wî ye, ya ku ji bo mezinkirina wî, jiyanekî mirovayetî jiyan bike li ser vê xakê welatê wî bû, nirxên Rêbertî û şehîdan bû. Ji ber wê windabûna ciwanek wek Feryad ji bo me windahiyek bi êşe. Em dubare dibêjin destpêkê serê Rêber Apo, têkoşînvanên ku îro li beranberî vê zilmê li berxwe dide û tevahî mirovahiyê û gelê Kurd yê welatparêz bi taybet serê malbatê saxbe.”

Her wiha li ser navê malbatê jî Mamê Şehîd, Niyazî Buldan axivî û destpêkê de xêrhatina xelkê amade kir û wiha got: “Rêber Apo dibêje zarokên Mexmûrê zarokên min in, em bi vê kêfxweşin ku Serokek wek serokê me li me û zarokên me xwedî derdikeve û ji bo xwe ewlat qebûl bike, em gelek kêfxweşin. Jiyana me, hebûna me û navê me wek mirovên welatparêz, kesayetekî Kurd em hemû bi hevre hatine naskirin bi saya xwîna wan egîd û pilingane. Erê dibe ku em di aliyekê de xemgînbin lê em pê serbilindin jî. Em dîsa xêrhatina we dikin û em dibêjin serê Serokatiya me, serê hevalên ku li serê van çiyan li hemberî vî dijminê hov liberxwe dide, her wiha serê xelkê Wargeha Mexmûr û tevahî Kurdê welatparêz saxbe. Em serfirazin ku em li nava vî gelî, vê partiyê û ev seroke serokê me û ev şehîd şehîdê me ye.”

Piştî axaftinan dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ ‘Şehîd namirin’ hatin berz kirin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar